Diyarname
Kovara Dilopê hejmareke nû derxist. Bi vê re kovarê salek li dû xwe hişt û ket sala diduyan.
Kovara Dilopê hejmara xwe ya 7'emîn ya meha adar û avrêl derxist. Di vê hejmarê de li ser "pirsgirêka kurd, veguherîna çînî û siyaset" gotûbêjek dirêj hatiye kirin ku ev yek wekî dosya hatine weşandin. Yuksel Genç, Cuma Çîçek, Yusuf Karataş axivîne.
Ev kovara ku rastî hejmara adarê tê, li ser Newrozê nivîs hatine nivîsîn. Vedat Îlbey û Mehmet Saîd Aydin li ser Newrozê nivîsandine.
Rober Koptaş, Mehmet Fatih Uslu, Sevan Degirmenciyan ku par li Amedê di panelê de li ser ermeriyan axivîbûn, ev axaftina wan hatiye deşîfrekirin û weşandin. Di nivîsê de li ser wêjeya ermeniyan û şikênandina 1915'an hatiye sekinîn.
Kurtedemek berê Egîdê Cimo wefat kir. Rojnameger Salihê Kevirbirî "Ji bo bîranîna mîrê mey û bilûrê, Hevdîtina Karapet û Cimê" nivîsa xwe weşandiye. Zeyneb Yaş jî bi navê "Dayîkî Cemal" portreya Dayîka Cemal amade kiriye û weşandiye. Dayika Cemal ku di sala 1908'an de li Silêmanî hatiye dinê û 1979'an de wefat kiriye, ked daye muzîka kurdî, plak amade kirine. Yaş serboriya vê muzîkarê pêşkêşî xwendevanan kiriye.
Reşo Ronahî li ser "Danû" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Ji hevpeyvînan Mîna Jor ligel nivîskar Firat Cewerî hevpeyvînek kiriye.
Di beşa "Teyr û Tilûr" de vê hejmarê Quling hatiye nasandin; di beşa "Gotina Fotograf" de jî fotografekî Enver Ozkahraman ê salên 1980'yan hatiye weşandin û agahî li ser hatiye dayîn.
Cuma Karakuş, Bariş Avşar, Îbrahîm Karaca, Bulent Gedîk, Îlhamî Sîdar, Bahar Gultekîn, Mehmet Oncu, Pervîn Çakar, Pazar Îsmaîl, Mehmet Bayrak, Zafer Yoruk, Şeyhmus Dîken bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih girtiye. Her wiha helbestên helbestvanên wekî Gulîzer, Eyşana Beravî, Pertew Begê Hekarî, Çorê Arda. Maya Angelou (werger Hazar Îsmaîl) hatine weşandin.
Ji bo têkilî:
dilopodergisi@gmail.com, 0543 488 69 96
***
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...


