ASYA XERZAN
Ez dixwazim îro ji we re çîrokekê bêjim. Hema wisa di bîra min de maye. Tuyê bêjî qey do bû kalikê min ji min re digot. Xwedê zane, berî not û du salan bû. Ez hingê 7 salî bûm. Waxxx mala minê, dem çiqas zû derbas bûye...
Li welatekî dûr xanimek bi tena serê xwe dijiya. Na, na, ne tenê dijiya, ew û Zerê bi hev re dijiyan.
Odeya Zerê li aliyê baxçe bû.
Demsal zivistan e. Dinya çîq spî bû. Ewd, ewr û ezman spî bûn.
Hemû dar û berên baxçe ji ber berfê spî xuya dikirin.
Gava Xanim ji mal diçû, Zerê jî diçû ber pencerê disekinî û ji xwe re li derve temaşe dikir.
Zerê zêde ket nav xewn û xeyalan. Kûr fikirî, ponijî. Li teyr û tilûrên derve dinêrî. Çawa ew qas bilind difirin. Li bêhna bayê, tama berfê û li derve fikirî...
Zerê di ber xwe de got:
“Xwezî tenê carekê min berf tam bikira. Xwezî tenê carekê min ba bêhn bikira.
Gelo tama berfê çawa ye? Şor e, şîrîn e, tal e, tirş e?
Nizanim.
Xwezî hema tenê carekê min berf tam bikira...
Ma bêhna bayê çawa ye? Gelo ji misk û embera xanima min xweştir e?
Xweziya carekê xanima min deriyê odeyê û deriyê pencerê vekirî bihişta û ji bîr bikira. Min jî li ser dilê xwe, bi azadî baskên xwe biçirpandina...”
Heta Xanim nehata mal, Zerê jî ji ber pencerê ranedibû...
Zera min ka were were min pir bêriya te kiriye.
Zerê bi dengê Xanimê ji xewn û xeyalan şiyar bû.
Bi dîtina Xanimê re Zerê jî kêfxweş bû û ji kêfa re li nava xanî firiya vî alî û wî alî...
Dîsa xanim çû kar û Zerê bi tenê li malê ma...
Daxwaziya Zerê pêk hat, xewn û xeyalên wê dibûn rastî.
Xanimê deriyê odeyê û deriyê pencereyê li ser taqa piştê vekirî ji bîr kirin.
Zerê ji xwe re got: firsend ev firsend e, tiştê min dixwest, pêk hat.
Çawa Xanim ji mal derket, Zerê jî di pencereyê re bi ber ezmanê sayî ve firiya...
Firiya, lê piştî çendekê per û baskên Zerê bê taqet bûn, nekarî wekî wan teyr û tilûrên din bilind bifire, qewet di per û baskên wê de neman...
Ji bilindahiyê ket li ber pencerêya odeya xwe, di nava berfê de ma...
Zerê nikulê xwe li nav berfê xist û berf tam kir. Lê tama tu tiştî ji berfê nehat, tenê sar û cemidî bû.
Dinya hêdî hêdî tarî dibû...
Çîkeçîk û hewara Zerê bû.
Komek teyr û tilûr li ser çiqilên darekê veniştibûn û li Zerê dinêrîn, matmayî mabûn. Çivîkekê ji hevalên xwe re got: Ez ê herim ji vê porkurê bipirsim ka ew çi hal û hawal e!
Çivîk firiya û li ber Zerê danî, jê pirsî:
Çi hawala te ye? Tu li nav berf û qeşemê de çi dikî?
Zerê ji çivîkê re qala xwe kir. Jê lava û daxwaz kir ku alîkariya wê bikin û wê ji nav berf û sermayê derxin....
Çivîk firiya ba hevalên xwe û hal û meseleya Zerê ji hevalên xwe re got.
Ew jî fikirîn ka çawa alîkariya wê bikin. Çûkekê got: Em hemû li dora wê kom bibin û bi yek dengî bikin bixwînin, bi dengê çîkeçîka me re belkî Xanim pê bihese.
Hemûyan got, fikreke pir baş e...
Çawa Xanima Zerê deriyê malê vekir, dît ku deriyê odeyê û deriyê pencerê vekirî hêlaye. Zerê jî ne li mal e.
Serê xwe di pencerê re derxist, nêrî komek teyr û tilûr li ber pencerê kom bûne û bi yek dengî dixwînin: Çîk çîk çîk...
Spas dikim Apê Fladî çîrokek pir xweş û balkêş bû!
Apê Fladî, ez bawer im tu xelkê Ûrisatê yî ne wisa?
Ez ne Ûris im, lê ez ji Sîbiryayê me.