logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Xwedawenda Somerî Lil.Du /Lil.Lu û Lilith

Dema min nivîsa Mahabat Felat ya bi serenavê Lîlith xwend, filmê Lilith ya Warren Beatty rola sereke dilîst ku min çend

  • Dîrok: 15/06/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Dema min nivîsa Mahabat Felat ya bi serenavê Lîlith xwend, filmê Lilith ya Warren Beatty rola sereke dilîst ku min çend sal berê sêr kiribû, hate bîra min. Hê jî di bîra min de ye di fîlmê de Terapoytekî bi jineke bi raz re dizewice, çîrok li dor wê jinê dizivire. Yanê hinek şibandibûn serhişkiya Lîlîtha mîtolojîk.

Çima îro ev mijar? Ji ber ku ji vir 40-50 sal berê jî di nava gelê me de hin ananeyên taybet hebûn, têkiliya wan ananeyan bi vê mijara Lîlîth re heye. Dema zarokeke nû dihat dinê, agirê di pêxirîgê de nedihat vemirandin, sê kozên agir dikirin bin seradê, pêçeka dergûşê dadianîn ser wê seradê, li dor dergûş û dayîka zîstanî jî bi werîsê reş ê dişibiya marê reş bi dîrozan digerandin ku ji giyana xirab, kabos û pîrhebokan ango ji Lilith biparêzin.

Her wisa dema em li baweriya êzdayetî dinêrin li ser dîwarê pêş derê mîrgehan wekî Lalişê sembola marê reş heye. Her wisa hin pîr û feqîr jî porên xwe dirêj dikin, dihûnin, tim bi rengê reş direngînin û di ser singa xwe re wekî marê reş berdidin. Ev her du anane, bawerî yan jî têgihîştin rasterast têkiliya xwe bi xwedawenda Somerî ya bayê "Lil. Du / Lîl.Lu" re heye. Lewra li gor bawerî û mîtolojiyan giyanên xirab nikane ji marê reş derbaz be, yan jî avzûn bike.

Wekî Xwedawend

Lilith yan jî Lil.Lu xwedawendeke Someriyan a kevn bû. Serhildêr û serhişk bû, serî li ber xwedawendên mêr danedianî. Xwedawenda bi nav û deng ku di destana Gilgamêş de jî roleke bingehîn dilîze, ango Înananaya di warê zevengê de çilek, her li dije wê bû. Di dawiyê de, wê ew ji welatê Someran qewitand û şand ciheke nedihat zanîn. Di mîtolojiyan de tim wekî hebûneke bêkêr bi per û li ser darê biyan dijî, hevalbendê tarîtiyê û avzûnkar hatiye sembolîzekirin. Di destana Gilgamiş de jî wekî sembolekê ji dûr ve xuya dike.

Di relyefên Burney de li ser serê wê taceke bi çar qiloçan heye. Bedena wê mîna ya mirovan e, lê lingê wê bi awayê lemê çivîkan hatiye remzandin. Perên wê jî wekî perên xwedawendên cihana tarî, yan jî ya bin erdê ye. Di destekî wê de xelek û çoyê serweriyê heye. Li keleka wê du kundên mezin û di bin lingan de jî du şêr hene. Bi vî rengê xwe ve wekî xwedanê tarî û mirinê ye.

Di hin çavkaniyan de, ku vî aliyê wê bi dîtina Înana ve girê didin, wekî hevalê cin û kabosan tê venivisandin, kare wê zarokên nû tên cihanê kuştin û ji holê rakirine. Dibe ev aliyê wê yê neyênî demekê di nava kurdan de jî berbelav bûbe. Ji ber vê jî jina zîstanî û dergûş bi ritûalên Agir û werîs tên parastin. Di mîtolojiyan de heyîyên ji tariyê ne, tenê nikanin ji tiştên reş wek mar yan jî werîs derbazbin, dema ew wan dibînin bi şûn ve dikişin.

Di Ahîta Kevn sura Yes 34 – 13, 14 an de behsa Lîlîthê bi awayeke nerênî di nava keftar cinawiren çolostanê de tê nîşandayîn. Dîsa di sureya Încîlê Ljop 18, 15 de jî ev mijar tê vekirin. Rabbi Isaak ben Jakob di nav nivîsên di sala 1265'an de hatine nivîsandin de radigihîne ku heft Xwedawendên xirabiyê hene, ji vana Samael û Lîlîth wekî hevjînên hev nîşan dide.

Di Tewrat û nava cihûyan de Lîlith wekî hevjîna Adem a yekem ku bi Adem re ji heriyê hatiye çêkirin û Xwedê giyan daye wan xuya dike. Piştî bi salan bi Adem re dijî, wekheviya mêr û jinê dixwaze, ev jî li pişika Adem nayê, wê ji bihuştê dide dûrxistin, di cihê wê de jineke ji Adem re serî diçemîne ji parsuyê Adem tê çêkirin. Ji ber vê egerê jî Lîlîth jî dijminiya zarokên Adem û Hewayê dike û di her firsendê de wan dikoje.

Navê Lîlîth di nava Astrolojîyê de jî cih girtiye. Li gor vê behsa hevalcêwiyê heyvê ya reş tê kirin. Lê di rastiyê de tişteke wiha tune. Tenê dema hîv tê xalekê siya wê wekî hevciwiyê wê tê xuyakirin. Lê ev tenê şaşdîtineke çav e. Di xeleka zinarên Gerdûnê de zinareke astroit ya bi navê Lîlîth (1181) heye. Ev jî wekî Lîlîth sembola femînîstan e.

Encam: 1) Her çendî hin dîtinên LîLîth Xwedawendeke Lulu yan bûye, navê wê ji wir tê, hebe jî, hê baş nehatiye zelalkirin. Lê em êdî dizanin ku ev xwedawendeke dema Someriyan û dijbera Înanayê bûye, Hanahanaya xwedawenda her demê piştgiriya Înana dike û wê ji wê herêmê dûr dixe. Bi çûyîna wê re êdî her xirabiyê jî, ji wê re dikin mal.

2) Min di nivîseke berê de jî nivisîbû ku piştî Cihû ji Babîlonê rizgar bûn, gelek zanyarî û baweriyên Mezopotamyayê bi xwe re birine, bi hin guhertin û şiroveyên piçek cuda ew zanyarî û mîtolojî ji xwe re kirine mal.

3) Ew Ananeyên zarok û jina zîstanî parastina wekî kevneşopiyeke di nava kurdan de rûniştiye jî, ji dema van baweriyên kevnar ve maye.

4) Em car din bêjin; çanda me wekî deryayê ye. Ji bo ku em bikanin mîtolojî û hişmendiya navend Kurdistan, pêve giredayî Mezopotamyayê têbigîhîjin, divê em berê fêrî çand, kevneşopî û baweriyên gelê xwe bibin. Baweriyên ereb û cihûyan tu sûdekî nadin me.

14.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

330 zaliya Mem û Zînê tê pîrozkirin

ad

Li Cizîrê 2 jê zarok 4 kes hatin kuştin (Hat nûkirin)

ad

Danasîna 2 pirtûkan hat kirin

ad

Ji ber min çû

ad

Li Newala Qesaba çi qewimî?

ad

Wêjevanên kurd li Brukselê dicivin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname