logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Kurdên Xiristiyan hebûn, hene?

Wisa xuya ye ku di dîroka me de arşîvkirin wekî çandekê bi pêş neketiye, hin arşîvên mîrnîş û kesayetiyan jî bi aliyê da

  • Dîrok: 20/07/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Wisa xuya ye ku di dîroka me de arşîvkirin wekî çandekê bi pêş neketiye, hin arşîvên mîrnîş û kesayetiyan jî bi aliyê dagirkeran ve yan hatine talankirin yan jî hatine sotin. Ji ber vê rastiyê, dema em dikevin nava lêkolînan, ji ber ku derfetên me yên em bikanin belgeyên orjîn bibînin tune, em neçar dimînin ku agahiyan wekî mînaka bi serê derziyê bîra avê kolanê ji nava lêkolînerên dagirkeran derxînin û bi vegotinên çîrok, stranên dengbêjên kurd re birûberînin, bi wê awayî bigihîjin rastiyê.

Çend mînakên vê talana arşîvan: Mînak 1. Li gor hin daneyan dema Skenderê Girs di sedsala sisêyan Berê Mîladê de li ser Medya û Persan re digire, şirove û nirxandinê Avestayê li ser 12000 çermên ga nivîsandîbûne. Wan hin birine û hin şewitandin e, jê tenê 17 çerm mane. Mînak II. Osmanî di ser mîrîtiya Bedlîsê re digire, arşîva Mîrê Bedlîsê li heft hêştiran bar dikin û dibin Stenbolê. Mînak III. Hê ji vir dehsal berê hemû pirtûkên kevn yên li Wanê bi boneya restorekirinê ji Wanê girtin û bi kamyonan birin Konyayê.

Serdestên welatê me ne tenê welatê me û mêjiyê me dagirkirine, her wisa em bi êl û eşîran ve parçe parçe kirine û ew parçeyên me yek bi yek bi xwe ve pînekirine. Ji bo bingehê bi xwe ve girêdanê afirandinê qaşo zanyar, profesor, mele û leleyên xwe jî kirine nava tevgerê. Beşek me kurdan dikin faris, beşek tirk, beşek ereb. Yanê bi bangaşî daneyên li ser viran em ji me dizîne, ji bo ku em nebin em, em kirinin her tişt.

Em di ronahiya van şirove û rastiyan de werin mijara xwe ya bingehîn ya li ser kurdên xiristiyan. Baş tê zanîn ku dema baweriyekê li ser erdnigariyekê berbelav be, di pêvajoya salan û têkiliyan de ji her kom, pêkhate, gel û neteweyî derdorên wê baweriyê bipejirîne çêdibin. Xiristiyanî di sedsala sisêyan de bi rêya ermenî û suryaniyan xwe gihand welatê me, ku di çîroka Patîkê bavê Manî û di çîroka Piyaliyê pîrê Êzdiyan de jî zelal dibe ku kurdên xiristiyanî pejirandine jî çêbûne. Patîk bi xwe bûye endamê terîqetekî xiristiyanan. Hevrêyê Pîr Piyalî keşeyekî xiristiyanan e.

Mîrîtiya  Mîhranî (Mîranî /Mîlanî) di navbera 500 -680'yê de li ser erdnigariya Naxçivana îro, Qerebax, başûrê Ermenestanê û Kurdistana Sor dameziriye. Têkiliya xizmtiya wan û Şedadiyan çi ye baş ne zelal e, lê dibe ku ezbetek wan be. Mîhranî Kurdê Mesîhî ne, ango xiristiyan in. Paytextê wan bajarê Arrene bû. Dema serwerê Sasaniyan Xusrow Perwîzî III. ji bo hevdîtinekê bi mîrîtiya Mihranî re tê Arrenê û bi mîreka Mihranîyan Mihrîbanû re hevdîtinekî pêktîne, di wê hevdîtinê de Şîrîna xwişka Mîhrîbanûyê dibîne, evîndarê wê dibe û wê ji xwe re dixwaze. Li gor daneyan Mîhranî bi devokek zarava kurmancî axivîne. Piştî îslamiyêtê xwe gihand vê herêmê, zordestî li kurdên Mihraniyên xiristiyan kirin, ew jî di nava ermeniyan de belav bûn û heliyan. Heta beşek ermeniyên Karabaxê bi eslê xwe kurdê Mîhranî ne. Mixabin ku em li ser vê mîrîtiyê tenê ew qas xwediyê agahiyan in. Divê ez li vir têbiniyek jî deynim. Min di gotara “Ferhat û Şîrîn ji Bestûnê ne" de nivisî bû ku “Arrene, bajarekî Azerbeycanê ye“ Hin dostan bi mafdarî rexne kirin, ji ber ku wê demê bi navê azerî dewletek nebû. Her wisa hin kes jî ji ber xiristiyan bûyîna Mîhraniyan hewl didin ku Şîrînê wekî keçeke ermenî nîşan bidin, ev jî ne rast e. Jixwe ji navê wê jî tê zanîn.

Beşek ermeniyên Mûş, Gimgim, Xinûs hetanî diçe digîhîje Patnosê, piştî komkujiya ermeniyan di nava kurdan de mane, hem di warê baweriyê û hem jî di warê ziman de bi piranî heliyan e. Ew ji xwe re “Bilikî“ dibêjîn. Ev nav jî kîlîteke girîng e. Lewre em baş dizanin ku Bilikî eşîreke kurdên êzdî ne. Li vir Almanyayê jî gelek ji eşîra Bilikiyan hene. Bilikiyên xwe ermenî dizanin û Bilikiyên kurd di warê sima, bejn û balê de jî gelek dişibin hev.

Bê vana li Stenbolê ermeniyên ji xwe re Balyan dibêjin û hê jî xiristiyan in, hene. Ev jî tê zanîn ku Balyan, Balan, Balçikan, heta Balabanan ezbetên yek eşîrekê ne û kurd in. Ji Dêrsimê belavbûne. Li gor hin daneyan bingeha wan bi pirani ji gundê Nazmiyê Bolciyê (Balica) ye.

Her dewletên ku dîn (ol) kirine xizmeta xwe, bi rêya dîn bawermendên ji nijadên cuda di nava xwe de helandine, yan jî bi hêz û teoriyên xwe yên dewletî ew dane bawerkirin ku ew jî ji wan e. Bingeha wan ji ku jî hatibe wan dibin bi nijada dewletê bingeh girtiye ve girê didin. Mînak eger yek niha rabe bibêje ez tirkmen im, ji Horasanê hatime, Eger Anadolu di destê Grêkan de ba, dê heman kesî bigota ez Helen im, ji Olimposê hatime. Li ser vê rastiyê; Kurdên di nava ermeniyan de heliyane xwe ermenî, ermeniyên bi sedan salan berê Komkujiya Ermeniyan bûne misliman û di nava kurdan de heliyane jî rasterast xwe kurd dihesibînin. Ev di lêkolînên genan de jî zelal dibe. Bes ji ber ku kurd ne dewlet in û polîtîka helandinê nemeşandine, yên piştî komkujiya ermeniyan di nava kurdan de heliyane, ermenitiya xwe înkar nakin.

Min di vê gotara kurt de li ser kurdên xiristiyan tenê çend mînakên girîng û yên tên zanîn, dane, sedî sed hê bi dehan mînak hene. Ji ber ku mijara min kurdên xiristiyan bû, min kurdên bi rêya dînê îslamê xwe tirk ereb hîs dikin negirtine. Mixabin ku em kurd wekî komên bêxwedî, li beyarên bêxwedî ne. Dema em bi xwe lênekolin, rastiyên xwe dernexin holê, bi gotineke kurt û kurmancî “em nabin em" wê her kes mejiyê me bişo, me têke male xwe.

19.07.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Enfalê çalakiyek

ad

Ji ber nebûna nefte eleqeya ji bo sobeyan zêde bûye

ad

Di doza Narîn Guranê de 8 kes hatin girtin

ad

Muharrem Erbey ji girtîgehê nivîsî

ad

Demîrtaş: Em dixwazin biçin Cizîrê birîndaran werbigirin

ad

Konsera sersalê; 6 hunermend derdikevin ser dikê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname