HEWLRÊ
Keleha Hewlêrê girtin nav lîsteya cihên kevnarên yên cîhanê. Berdevkê ragihandinê yê Hewlêrê Hemze Hamid ragihand ku piştî pêwendiyên cur bi cur yên li gel Rêxistina Navnetewî ya Perwerde û Zanîstê ya UNESCO, ji me re hatiye ragihandin ku keleha Hewlêrê xistine nava lîsteya şûnwarên kevnar (antîk) yên cîhanê.
Hamid got ku ji bo nûjenkirina cihên têkçûyî yên Keleha Hewlêrê di sala 2007’an de, waliyê Hewlêr peymanek bi qasî 13 mîlyon dolar ligel rêkxistina UNESCO’yê mor kiriye.
Keleha Hewlêrê bi qasî 415 metreyan bi ser asta deryayê dikeve û 25 metreyan bi ser bajarê Hewlêrê ve dikeve; sêcayê wê jî bi qasî "102.190" metre çargoşe ye.
Ji Pukmedia hatiye girtin
***
Nûçeyên eleqedar:


