logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Helbestvanê ‘Ay Lê Gulê’ û geleke din: Emerê Lalê

Dibe ku kurdek nemabe û guhdariya vê stirana hunemendê kurd Mihemed Şêxo nekiribe yan jî nebihîstibe, ji ber ku ev stira

  • Dîrok: 23/05/2020
  • Beş: Serbest

Evîn ŞIKAKΠ


"Ay lê gulê gula minê şêrîna li ber dilê minê 

Gulê nadim malê dinê ez liser gulê têm kuştinê."

Dibe ku kurdek nemabe û guhdariya vê stirana hunemendê kurd Mihemed Şêxo nekiribe yan jî nebihîstibe, ji ber ku ev stiran di nav hemû kurdên cîhanê de hem xweş e û hem jî  navdar e, lê kêm xelk xwediyê nivîsa vê helbesta xweş û bi wate nas dikin. Ev helbest ligel 7 helbestên din mîna xem û xeyalê te ez revenadin, yarek min heye bi navê jînê, kedera min çendî ciwane rengê gulê û perwîn keça nû gihiştî û hin helbestên din ên helbestvanên kurd Emerê Lalê ne ku, bi nave (Rêncber) jî dihat nakirin.

Kêlîkên herî xweş, bi tam û bi lezet li ber dilê Emerê Lalê dema helbesteka xwe ji dostekî yan jî ji mêvanê xwe re dixwend. Dema mirovekî jê xwestiba helbesta xwe bixwîne heço malê dinyayê te dayê, lê kerba dilê wî bi xwedina helbestekê bi tenê nedikir, lewma jî rûpelên pirtûka xwe mîna rojên temenê xwe rûpel bi rûpel diqulipand û helbestên xwe dixwendin. Wî ji xem xeyalê te ez revandin dest pê dikir û pêde diçû kul û derd û keserên xwe jî bi helbesta Ax Kurdistan ax Kurdistan tu cîhana me kurdanî bi dawî dikir. Hezkirina helbestvanê kurd Emerê Lalê ji helbestên wî re hema bibêje ne kêmî ya zarokên wî bû, xem û xeyalê wî jî her kurd û Kurdistan bû.

Ez şanazim û xwe gelekî şanazim bi şans dibînim ku, bi dehê caran pêre rûniştime û helbestê xwe ji min re xwendine ji bilî ku, ez wî wekî helbestvan û kesek rewşenbîr nas bikim Emerê Lalê zavayê me bû, meta min Gewrê xwişka bavê min hevjîna wî bû, lewma gelek caran serdana me dikir. Ji bilî vê yekê jî pir ji civat, gotin û sohbeta bavê min hez dikir, cara yekemîn dema min serdana başûrê Kurdistanê kir di sala 2005’an ez û mam Emer bi hev re çûne Kurdistanê.

Helbestvanê kurd Emerê Lalê (Rêncber) di sala 1938’an de li gundê Qeser Dela ku dikeve rojhilatê Cizîra Botan li bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê wî Hesenê Îsmaîl e û jêre digotin Sofî Hesen ji eşîra Dêrşewane, dayîka wî jî Lalê keça Necimê Hesen e. Piştî mehekê ji dayîkbûna Emerê Lalê malbata wî mîna gelek malbatên kurdan ji û zordariya dewleta Tirkiyê ji serxetê direvin û berê xwe didin binxetê û li gundê Endîwerê bi cih dibin. Di wê demê de sînor di navbera Fransayê û Tirkiyê de hatibûn danîn û welatê Sûriyê bi giştî ketibû bin desthilat û çavdêriya Fransayê de.

Berî malbata Emerê Lalê koçberî binxetê bibin taybet jî di payîza sala 1929’an de Serokê malbata Emerê Lalê ji bo başkirina rewşa xwe jiyana xwe ji gundê Endêwerê diçin gundê Mezrê û ji wir jî diçin çend gundên din û li gundê Til Xenzîr bicih dibin.  

Helbestvanê kurd Emerê Lalê li gundê Til Xenzîr diçe dibistanê. Di wê demê de tenê dibistan bi zimanê erebî hebûn ji ber ku, ên kurdî qedexe bûn. Ew di ber xwendina xwe re jî li ser destê Mela Ebdulkerîmê Sofî fêrî Qurana pîroz bû. Di sala 1947’an bavê wî dimre û diçe ber dilovaniya Xwedê di wê demê de temenê wî 9 sal bû û şagirtê pola sêyem a dibistana seretayî bû, Emer piştî mirina bavê xwe ji ber feqîrî û hejariyê neçar dibe ku dev ji dibistanê berde û alîkariya diya xwe bike lewma jî dest bi cot û rêncberiyê dike, êdî ew bi navê diya xwe tê naskirin û dibe Emerê Lalê. Diya wî Lalê jî jineke pir jîr, wêrek û bi cesaret bû di heman demê de xwedî karîzmeka cuda hebû. Diya wî her dem piştgiriya kurê xwe di hemû qonaxên jiyana wî de dikir û bi tena serê xwe karî wan zarokên xwe tevî wê rewşa zehmet û dijwar mezin bike; bi rêya liqata genim, çêkirina tevnan, firotina şîr û mastê nanê zarokên debara jiyana xwe dikir. Emerê Lalê du bira bi navê Xelîl û Mihemed hebûn, Mihemed jî pêşmerge bû û di her du şoreşên gulan û Îlonê de beşdar bûbû, her wiha xwişkeke wî jî bi navê Mêrem bû, jiyaneke bi zehmet û feqîrî didomîne mîna jiyana hemû kurdên belingaz û perîşan heta ku, temenê wî dibe yê leşkeriyê û diçe ximeta leşkeriyê piştî xizmeta leşkeriyê bi dawî dike û vedgere bi Gewrê keça Emerê Birahîm re dizewice ku, bi xwe jî êla Şikaka ne.

Helbestvanê kurd Emerê Lalê yekemîn helbesta xwe di sala 1958’an de dinivîsîne û di wê salê de ji Mele Mustefa Barzanî ji Rusyayê (Sovyata berê) vedgere Kurdistanê di helbesta xwe de jî wiha dibêje:

Ax Kurdistan ax Kurdistan

Tu cîhana me Kurdan î

Xwazgîniyê te pir zor in

Ew xortên şeng û ciwan î

Ger tu nekî ji min bawer

Vaye te dixwazê Barzanî

Qelenê te çiqas pir bê

Me da te xwîna xortanî

Heta niha pênc berhemên wî hatine çapkirin û hin bi destxet hene ku hê nehatine çapkirin. Ên ku hatine çapkirin ev in:

1-Xem û Sawêr (dîwana yekemîn, di sala 1993’yan de hatiye çapkirin)

 2- Çar Çira (di sala 2002’yan de hatiye çapkirin)

3-Tewafa Yarê (Helbesteke ji 1520 malikan pêktê , ev helbest bêzanîneke li ser cografiya Kurdistanê bi hemû çiya, deşt, newal , gelî û cem û zozan ku di sala 2008’an ji aliyê Yekîtiya Nivîskarê Duhokê ve hatiye çapkirin)

4-Welat Binase (Di sala 2009’an ji alayê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê ve hatiye çapkirin)

5-Evîn û Welat, (Ev dîwan sala piştî wefata wî hatiye çapkirin û di çil rojiya wî de hate belavkirin)

Ji bilî van berheman jî dora 3 berhemên wî yên destxet û destnivîsên wî hene ku hê nehatine çapkirin. Her wiha pirtûkek jî li ser serpêhatiyên kurdan di Sedsala/Qirna 20’an de ye.

Helbestvanê kurd Emerê Lalê roja 6.11.2011’an, ku yekemîn roja Cejna Qurbanê bû demjimêr 6:20 şa êvarî de koça dawî kir. Cenazeyê wî roja 7.11.2011’an bi amadebûna rewşenbîr, partiyên siyasî şêx û kesayetiyê deverê bi hezaran kes ji bajarê Qamişlo, Çil Axa, Girkê Legê, devera Koçera li bajarê Dêrika Hemko bi axê hat spartin.

Têbinî: Ev gotar beşek ji pirtûka ku ez li ser dixebitim.

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Kobanî pîşesazê ku çanda kevnar diparêze

ad

Dairo Fo herî dawî xwestibû kurd beşdarî Cenevreyê bibin

ad

Her tişt ji bo fîlan e!

ad

Kartal: Hikûmeta AKP'ê yekser gumanbar e

ad

​​​​​​​Cara yekem e Şam behsa pêkanîna biryara 2254′an dike

ad

Siyadê Xelatên Ked û Rûmetê eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname