logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji ser pir re xwe xwe avêtine û xeniqîne

Berêvariya havîneke Nisêbînê wekî tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê.

  • Dîrok: 04/06/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Şengul Ogur

Berêvariya havîneke Nisêbînê wekî tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê.

Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik derxistine, kom bi kom, xwe dane ser keviran û bi bêdengî, bêliv û tevger li senfoniya beqan guhdar in. Siha qîfarên hişkbûyî yên ku bejnekê rabûne, ketiye ser ava çêm, kulîlkên bi sitirî yên qîfaran li ser avê bi zelalî xuya dibin. Dengê zingila bi stûyê kehrikekê ve, dengê dîkan, çêlekan tevlî xalexala zarokên bajêr bûne û deng bi hev re bi ser bajêr hilbûne.

Bêhna axê, bêhna giyayê hişkbûyî, bêhna dara biyê, qajê, ya tuyê, ya hejîrê ji berêvariya bajêr difûre. Çend çûk bi rengên sor û şîn û gewr ên ezmên ve aliqî mane, li jêra çend ewrên biçûk.

Li bakurê rojhilat ê pirê xwe daye ber siha dara biyê û li pirê dinêre; li pira ku şêniyên bajêr navê ‘Pira Şehîdan’ lê danîne. Bi rengekî wiha li pirê dinêre mirov dibêje qey ne li pirê lê li nav çavên mirovekî dinêre. Yan jî wekî ku pir jê re bûye eynik û ew jî di pirê de li xwe dinêre û di neynikê de geh dema niha dibîne, geh jî dema bihurî û geh jî dema wê bê.

Sê lingên pirê yên wekî stûnan bi xwar ve çûne, pir ji nîvî ve bi hêleke xwe ve xwar bûye, wekî ciwanekî ku pişta wî şikestibe, nikare xwe rast bike, bi pêş ve tewiyaye û sekinî maye. Devê pirê tu nemaye ku bigihîje ava çêm. Mirov dibêje qey pir li ava sekan a çêm û di ava sekan a çêm de li ezmên dinêre, li çûkan û wekî ku gaveke dî wê kabên xwe bide ber xwe, rabe ser xwe, serê pirê li ezmên bikeve.

Hema wê gavê bi carekê re dengê radyoyeke îngilîz ji salên 90’î di guhê wî de olan dide:

"Li gorî saloxan li ser pireke bajêr bi dehan mirov hatine kuştin, gelek şêniyên bajêr ji bo neyên kuştin xwe avêtine çêm û di çêm de xeniqîne."

Hê ev deng di guhê wî de ye, dengê eynî radyoyayê ji beriya pênc salan di guhê wî de olan dide:

"Pira ku salên 90’î bi dehan kes li ser hatibûn kuştin, ji hêla berxwedêrên bajêr ve hatiye firandin. Eva demek e ku berxwedêr ji bo Xwerêveberiyê li ber xwe didin."

Bi dengekî tirkî yê anonsekê, ku piraniya şêniyên bajêr ji wî dengî fêhm nakin, ji nav dengê radyoyê şiyar dibe: Ji ber vîrûsa Covîd-19’ê qedexeye ku mirov derkevin derve.

Zilamê kal ê bi rojan dihate ber dara biyê, heta ku tarî dikete erdê û nema xuya dikir dêhna xwe dida ser pirê, wekî ku xatir ji hevalekî xwe xwestibe destê xwe ji pirê re hildaye, lêvên wî lebitîne, wekî di ber xwe de bibêje, "Ez ê dîsa bêm û em ê civata xwe bidomînin."

Ji Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Koronayê li Zrîngê jî da!

ad

Va ye bernameya Festîvala Mûnzûrê

ad

HELEBÇE*

ad

Li Mêrdînê TIR'eke sêyemîn jî hebû

ad

Hevdîtina Mazlûm Bedî û Şara (agahiyên li ser Rojava)

ad

Juriya Kurtefîlman diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname