logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Hevdîtina Mazlûm Bedî û Şara (agahiyên li ser Rojava)

  • Dîrok: 27/01/2026
  • Beş: Nûçe

27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..

...Ev tê nûkirin...

 

Mazlum Ebdî û Şara çi axivîn?
Çapemeniya nêzî hikumeta Sûriyeyê ragihand ku Şamê û HSD'ê li ser bajarên kurdan li hev kirineke nû çêkiriye.
Îro Serfermandarê HSD'ê Mazlum Ebdî çûbû Şamê. HSD'ê di vî warî de hê daxuyaniyeke fermî belav nekiriye. Lê çapemeniya Şamê dibêje, gava yekem rawestandina hemû şer e, xala din jî ew e kontrola Hesekê, Qamişlo û herêmên din radestî ewlehiya hundirîn tê kirin. Qest ji vê ev e hêzên asayişê yên kurd wê li nav bajaran bin. Tê gotin HSD wê derkeve derveyî bajaran. 
Çapemenî dibêje ji bo entegrasyona HSD'ê li hevkirineke bingehîn heye.
Serfermandarê HSD'ê Mazlum Ebdî roja 25'ê mehê di bernameyeke taybet a Ronahî TV de gotibû, "Li gor îtîfaqê divê Artêşa Sûrî nekeve herêmên kurdan.Hêzên ewlekariya hundir û hêzên dewleta Sûrî bi hev re wê li ser vê bisekinin. Artêşa Sûrî pêwîste derveyî herêmê be."

SENAROT GHARAMÎ BO KURDAN BANGA EREBISTANA SIÛDÎ KIR
Senatorê DYA'yê Lindsey Graham di peyameke din ku belav kir de banga Erebistana Siûdî kir. Grahamî wisa got, "Welatê we ji bo têkiliyeke baş ligel DYA'yê û herêmê çêbike ez gelek xebitîm. Ez hurmetdarê gelek guherînan im. Lê di dema ku hikumeta Sûriyeyê êrîşê kurdan dike de divê ev bêdengiya we ya ji bo vê yekê biguhere. Ji kerema xwe re fêm bikin, ez dizanim bandora Erebistana Siûdî li ser hikumeta Sûriyeyê heye û ji bo herêm hê zêdetir bikeve nava kaosê ez li bendê me ku hûn vê bandora xwe bikar bînin."

Senator Graham ji bo kurdan wê qanûnek pêşniyar bike

Senator Lindsey Graham li ser rûpela xwe ya X'ê diyar kir ku "Terikandina kurdan ku hevalbendê sereke ya têkbirina xîlafeta DAIŞ'ê bûn, dê ji bo nav û dengê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û berjewendiyên wê yên ewlehiya neteweyî keraset be."

Graham destnîşan kir ku ew ê vê hefteyê "qanûnek pêşkêş bike ku cezayên tund li ser hikumet an komek ku beşdarî kiryarên dijminane li dijî kurdan dibe, ferz bike". 

Graham wisa got, "Ez bawerim her du partî wê piştgiriya Zagona Rizgarkirina Kurdan bikin û ev zagon wê bi bandor be."
 

Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên navneteweyî bêyî gavên pratîkî têrê nakin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên ji bo agirbesta mayînde pêşwazî kir, diyar kir ku daxuyaniyên navneteweyî bêyî gavên pratîkî têrê nakin. Rêveberiyê silav li berxwedana gel û hêzên parastina xakê jî kir.
Rêveberî di daxuyaniya xwe de wisa got, "Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tişta ku di daxuyaniya Amerekî–Ewropî de der barê dirêjkirina agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pabendbûna bi agirbestê, piştgiriya aramiyê, parastina korîdorên mirovî û ji nû ve destpêkirina xizmetguzariyên bingehîn bi taybet li bajarê Kobaîê de, şopand. Di dema ku gelê me rastî êrîş û binpêkirinan tê de, tenê dayîna daxuyaniyan bêyî tu tedbîrên piratîkî ji bo rawestandina wan, têrê nake. Ev yek van daxuyaniyan ji asta helwestan derbas nake. Di dema ku dorpêçeke giran li ser bajarê Kobanî didome de, herêmên ewle her tim rastî êrîşên berdewam tên û ev yek gefan li jiyana sivîlan û astengkirina aramiyê, dixwe."
Rêveberî ji dewletan xwestiye ku helwestên cidî û berpirsiyariyê bigirin" û wisa gotiye, "Ji zimanê daxuyaniyan ber bi gavên pratîkî ve biçin ku parastina gelê me garantî bikin, êrîşan rawestînin, dorpêçê rakin û gihandina bê asteng a alîkariyên mirovî misoger bikin."
*
ALÎKARÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) 30 kamyonên alîkariyê gihandin Kantona Cizîrê
Xaça Sor 5 kamyonên alîkariyê gihandin Kobanî.
Li Başûr xebatên berhevkarina alîkariyê didomin. Ji gelek aliyan ve komakirin û şandina wan a Rojava didome. Li gor hin agahiyan Weqfa Xêrxaziya Barzanî îro 80 tir alîkarî şandine Rojava.
*

DYA, Brîntanya, Fransa û Almanyayê li ser Rojava daxuyanî da

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper, Cîgira Wezîrê Karên Derve ya Almanyayê Serap Guler û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack piştî civînê bi hev re daxuyanî dan û xwestin agirbestê heyî mayînde be.

Li gor nûçeya Ronahî TV aliyan xwestiye her du alî li maseya danûstandinan vegerin da ku entegrasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî aştiyane pêk were û mafên hemû welatiyan li gor Peymana 18’ê Rêbendanê werin parastin.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku vekirina korîdorên mirovî erênî ye û divê hemû alî sivîlan biparêzin û bêyî bend alîkarî bighêje Kobanî.

Dewletan wisa gotiye, "Aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tişta sereke ye bo rêgirtina li ber vegera terorê û xurtkirina aramiya herêmî ye."

Di heman daxuyaniyê de spasiya rola hevkarên xwe Iraq, Hikumeta Herêma Kurdistanê, Hikumeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk di warê rêgirtina li ber DAIŞ’ê de kiriye û wiha hatiye gotin, "Bila valahiyek ewlehiyê li dor deverên girtina DAIŞ’ê çênebe û li ser wê yekê. Divê civîneke bi lez a Koalîsyona Navneteweyî were lidarxistin."
*

Heyeta ji Başûr li Rojava axivî: Armanca êrişan li ser Rojava dorfireh e
Heyeta ji Başûr roja 25'ê mehê çû Rojava. Serokê Tevgera Helwest a Nîştîmanî ya Kurdistanê û parlamenter Elî Hemê Salih Taha, parlamenter Bedel Ebdulbaqî Berwarî û endamên Tevgera Helwest Mihemed Ebdurehman Yunis, Mihemed Ebdurehman, Ebdulsemet Selam Ebdulla, Arî Bedel Ebdulbaqî, Zeman Xelîl Îbrahîm di nav heyetê de ne. Ev du roj in ew li Rojava ne. Îro wan ligel PYD'ê hevdîtin kir. Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso pêşwazî li wan kir. 
Piştî hevdîtinê li ser navê heyetê Serokê Tevgera Helwest a Nîştîmanî ya Kurdistanê û Parlamenter Elî Hemê Salih Taha axivî: "Em çend roj li welatê xwe Rojava ne, li nava kes û karên xwe ne. Me bi hevalên xwe re hinek goftogo kirin. Em dixwazin hinek xalên girîng bînin ziman. Ev şer dozek netewî ye. Ji derveyî hewldana dagirkeriya xaka kurdan tiştek din nîn e. Tiştê ku êşê dide me, me dît ku em ne tenê li hemberî artêşekî sazûmanî şer dikin, em li hemberî komek hêzên bê ser û ber, bi karanîna ol ji bo qetilkirina gel, bi karanîna ol ji bo dizîna malê gel, ji bo koçberkirina gel in şer dikin. Ji destpêka şer heta niha ku ji Helebê dest pê kir zêdetirî 2 hezar kes winda ne, ev sûcekî pir mezin e. Gelek malbat hene ku di dema koçberbûnê de zarok û jin girtine kuştine û avêtine nava av û baxçeyan."
Taha got ku heta niha tu bajarên kurdan neketiye destê van hêzan û wiha dom kir, "Ya çêbûyî xwe ji cihên ku piranî ereb bûne. Ji bo ku şerek di navbera kurd-ereban de çênebe hêzê xwe kişandiye."
Parlamenter Elî Hemê Salih Taha got ku divê em berxwedana xwe bidomînin, çîroka kuştinan ji cîhanê re bêjin û got, "Me dît ku armanca vê hêzê ne tenê Rojava ye. Bawer bikin ku eger ev serkevin li Rojava nasekinin. Armanca wan Başûr e, Iraq e û armanca wan mezintir e. Ji bo wê divê Iraq û Herêma Kurdistanê vê baş fêm bikin ku fêm kirine jî. Azadkirina DAIŞ'iyan û hewldana zindîkirina wan, êrişên li ser gelê kurd, ew bi kîn difikirin ku kurdan ew kirine girtîgehê. Ev pir xeternak e, divê dewletên navnetewî li ser rawestin. Xala dawî ev e, divê em tevayî rêyên dîplomasiyê bixin tevgerê. Bi taybet li Ewropa û Amerîka."
Hevdîtinên heyetê li Rojava didomin.
*

HUNERMEND WÊ HERIN ROJAVA
Hat ragihandin ku komek hunermek wekî heyetek wê herin Rojava.
Hunermendên Hozan Diyar, Hozan Şemdîn û Jala Rojhilat îro ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re ji Almanyayê çûn Silêmanî. Hunermend Necmeddîn Xulamî, Nasir Rezazî û Bilind Brahîm ew pêşwazî kirin. Li gor biryarê hunermend wê bi Serokê YNK'ê Bafil Talabanî, rayedarên Herêma Kurdistana Federe û Wezareta Rewşenbîrî re hevdîtinan bike. Paşê jî wê wekî heyetek here Rojava.
Hê ne diyar e çend hunermend wekî heyet wê herin Rojava lê navên diyar bûne niha ev in: Diyar Dêrsimî, Şemdîn, Jala, Nasir Rezazî, Bilind Brahîm

*

Platforma Tenduristyê: Şer pirsgirêka tenduristî ye derman jî aştî ye
Endamên Platforma Tenduristiyê ya Amedê li ber Nexweşxaneya Egitim-Araştirya ya Gazî hatin ba hev. Tenduristkaran parkarta "Em ji bo mafê jiyanê nobeta jiyanê digirin" vekirin û gotin: “Şer pirsgirêka tenduristî ye derman jî aştî ye.”
Li ser navê platformê Endama Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Sabîre Aygun daxuyanî bi kurmancî xwend. Wiha hat gotin; "Ev mirin, careke din nîşan didin ku di şer de her dem pêşî zarok, kal, û nexweş berdelê herî giran didin. Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e. Tedawiya wê aşitî ye. Şer tenê bi gule û bombeyan jiyanê tehdit nake; bi tîbûn, xwarin, bi nexweşiyên belav dibin, bi astengkirina gihiştina xizmetên tenduristî, trawmayên derûnî û xizaniyê jî jiyanê dixe bin xetereyê.”
Platformê xwest ji bo Kobanî û hemû Rojava korîdoreke mirovî ya bi ewle bê vekirin. 
*

Dayikên Aştiyê çûn ber deriyê Balyozxaneya Îsraîlê
Dayikên Aştiyê îro çûn ber deriyê Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê û banga piştgiriya Rojava kirin.
Dayikan li ber balyozxaneyê diruşmên "Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jîyan, azadî” û “Ji şer re na, aştî hema niha" bilind kirin. Dayikan got, "EM bang li DYA, Îsraîl û hemû dinyayê dikin bila zarokên me neyên kuştin. Korîdorek bo Kobanî bê vekirin."
Dayikên Aştiyê duh jî li ber Balyozxaneya Îngilistanê ya li Beyogluyê bûn.

*
ÇALAKIYÊN JI BO ROJAVA

DIHÊ
Endam û rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên Dihêya Sêrtê li ber avahiyên xwe yên ku li hemam cihî ne kom bûn û ji bo Rojava çalakî li dar xistin.

RÛBAROK
Platfomra Saziyên Demokratîk a Culemêrgê û rêxistina DEM Partî ya Şemzînanê li navçeya Rûbarokê ya Culemêrgê hatin ba hev. Girseyê banga piştgiriya Rojava kir.

NOBETA ROJAVA
Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li Deriyê Çiyê li Qada Şêx Seîd duh Nobeta Rojava hatibû girtin. Îro noteba wan dom kir. Rêveberên DEM Partî û MED TUHAD-FED'ê çûn serdana nobetê.

 

 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

Parve Bike

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev çawa pirtûka zarokan e? (Hat nûkirin)

ad

Kûpaya yekem çû Romayê

ad

Êrîşa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar dikir hat şermezarkirin

ad

Ronaldo rekorê FIFA serû bin kerd

ad

BDP li benda alîkariya piştgirên xwe ye

ad

Amedsporî: Îsheq Baba bêmirin e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname