logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Mehmet Atli bi 'Morî Mircan' hat

Her album heyecanek nû ye ji bo hunermend. Ew heyecan ji hunermend dê bigihê guhdaran jî yan na asta albumê diyar dike.

  • Dîrok: 13/06/2020
  • Beş: Berhem

Cemil OGUZ

Her album heyecanek nû ye ji bo hunermend. Ew heyecan ji hunermend dê bigihê guhdaran jî yan na asta albumê diyar dike. Mehmet Atli ku heta niha bi stranên xwe dilê beşek mezin ji guhdaran fetih kiriye, niha albumeke nû avêt nav vê deryaya dil a muzîkhezên xwe. Heyecana nû ya Atli û hezkiriyên wî dest pê kir: "Morî Mircan" bi etîketa Kom Muzîkê derket û li ser hemû platfomên muzîkê jî dikare lê bê guhdarîkirin.

Ji dawetên Baglarê heta 'Morî Mircan'

Atli tam 45 sal berê, sala 1975'an li Amedê çavên xwe li dinyayê vedike. Salên wî yên biçûkatiyê li Baglara Amedê derbas dibin. Ew Baglara ku têkiliyên cîrantî xurt, qelebalix, mirov di nav hev de, di dawet û şînan de ligel hev... Ew jî di nav rewşek wisa de mezin dibe û bi taybetî dawet bandor li wî dikin. Wekî zarokek di nav wan dawetan de dil ber dide muzîkê lê tu enstrumanek wî nîn e; kêfa wî jî ew e ku ji camên enstrumanfiroşan li ensturaman mêze bike. Her ku dem derbas dibe, rewşa kurdan a wan salan diguhere ew jî êdî mezin bûye û êdî berê xwe daye zanîngehê.  Wekî gelek ciwanên li zanîngehan dikevin dû muzîkê, Atli jî dikeve dû lê bi awayekî din, ne ji bo demek kurt, lê ji bo demek dirêj û hê bi awayekî profesyoneltir. Ew hezkirina wî ya muzîkê ku di nav dilê wî de gur bûbû dike ku ligel hevalên xwe komek ava bike. Di destpêka salên 90'î de ew û hin hevalên xwe di nav Koma Dengê Azadî de dest bi muzîka kurdî dikin. Kom bi şêweyeke nû muzîkê dike û ev yek dike ku ciwan ber bi wan ve biçin. Ligel komê du albumên bi navê "Welatê Min", "Fedî" derdixe. Bingeha muzîka wî ya îro wan rojan tê avêtin û bi ser de stran, album têne zêdekirin heta îro.

Di warê muzîkê de Nifşê 90'î

Berî salên 90'î hunermendên kurd hene wekî Şivan Perwer, Nizamettîn Arîç, Xelîl Xemgîn û hwd. Lê bi salên 90'î re nifşek nû ya muzîkarên kurd dertê holê. Koma Çiya çêdibe, Koma Amed, Gulê Xerzan, Koma Dengê Azadî, Koma Agirê Jiyan û yên din... Ew mohra xwe li salên 90'î ya muzîka kurdî didin, di heman demê de ji bo salên bê jî bingehek nû ava dikin. Atli jî di nav wan de ye; ew jî yek ji endamê vê nifşê 90'î yê muzîka kurdî ye. Û piştî ku koma wan Dengê Azadî belav dibe Atli dest ji muzîkê bernade, berevajî zêdetir li ser dixebite û xwe pêş dixe.

"Jahr" tê

Atli wan salan ji aliyek ve dixwîne ku dibe mîmar, ji aliyê din ve li ser muzîkê jî xwendina xwe, xwepêşxistina xwe didomîne. Û dest bi albumên solo dike. Pêşî bi navê "Jahr" (Lizge Muzîk) albuma xwe ya yekemîn a solo pêşkêş dike (album di sala 2010'an de carek din dertê vê carê ji Anadolu Muzîk). Dûre "Wenda" (2008) û herî dawî "Birîn" (2014). Û niha jî bi "Morî Mircan" li pêşberî hezkiriyên xwe ye.

Rih dide helbestan

Atli yek ji wan kesan e ku hay ji helbesta kurdî heye. Ew helbestan dixwîne, hildibijêre û pêşî deng, paşê rih dide wan. Heta niha ji Cegerxwîn "Pismamo" xwendibû ku bi dengê wî ev Pismamo ketibû ser zar û zimanê gelek kurdan. Ji Mihemed Şêxo dîsa bi heman awayî... Û paşê ji Evdile Peşêw "Name" û her wiha ji Arjen Arî "Li Geliyekî", dîsa ji Kamûran Alî Bedirxan jî.... Di vê albumê de jî helbesta Mazhar Kara "Gula Dil" girtiye dest û rih daye kê. Her wiha "Rengesmerê" a Mihemed Şêxo jî ligel gîtara xwe coşandiye.

Keda 30 salan

Erê hunermend Mehmet Atli ku ev dora 30 salan e deng dide muzîka kurdî encama vê kedê "Morî Mircan" pêşkêş kir. Atli ku li tembûr, gîtar û ûdê dide zêdetir jî bi gîtarê li pêş e. Dengê xwe û dengê gîtara xwe bi hev re dihone, pêre jî gotinên ku wî bi xwe nivîsandine lê zêde dike û stranan diafirîne. Atli di vê albumê de jî bi vî awayî hin stranên xwe xwendine. Ji  9 stanên albumê stranên bi navê "Xatir", "Morî mircan", "Pawok" gotinên wan aîdê wî ne. "Gula Dil" ji helbesta Mazhar Kara, "Rengesmerê" ji Mihemed Şêxo.. Ji bilî van "Nêrgiz" û "Zirav" du stranên gelêrî ne ku wan jî di albumê de ji xwe re cih dîtiye. Her wiha strana dawî "Xatir" bi awayê enstrumantal jî hatiye îcrakirin ku ev îcra jî aîdê Mehmet Atli ye.

Atli stranên wekî Nêrgiz, Zirav, Rengesmedê berê xwendibûn û di ser platformên dîjîtal re belav kiribûn, niha ew ligel stranên nû di vê albumê de carek din hatine amadekirin û pêşkêş kirin. Atli ku di albuma "Birîn" straneke bi tirkî "Karanfil Eker misin" xwehdibû di vê albumê de ev yek domandiye û strana Sadik Doganay "Vay Dunya" xwendiye.

Hunermend Mehmet Atli ku bi awayekî modern rêwîtiya xwe ya muzîkê didomîne û di vê rêwîtiyê de bi taybetî di nav ciwanan de cihek gelek muhîm girtiye, bi heman awayî, bi heyecan, ji dil, bi hest û keda salan albumeke nû pêşkêşî muzîkhezên xwe kir. 

Bila rê wî û albuma wî vekirî be. Û yên bixwazin dikarin ji ser hemû platformên muzîkê re lê guhdarî bikin.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

120 deqe, 8 gol û Spanya

ad

Keda Wergerê

ad

Şaredariya Cizîrê Fadilê Cizîrî bibîr tîne

ad

Rêveberiya Xweser xwest deriyê Til Koçer ji bo her demê bê vekirin

ad

Li hemberî Demîrtaş hewldanên rûmetşikên

ad

Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Munro

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname