Botan HUSÊN, Hêlîn HESEN / QAMIŞLO
Diyalogên kurdî-kurdî derbasî qonaxa duyemîn bûn. Li gorî çavdêran di rêveçûna diyalogan de gelekî hêdîbûn heye. Her wiha divêyabû piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn, dest bi qonaxa duyemîn bihata kirin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, derbarê rêveçûna diyalogan û bandora wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê û Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.
Şêx Baqî da zanîn ku diyalogên kurdî-kurdî bi şêweykî aktîf di meha nîsanê de dest pê kirin, lê ev ne tenê insiyatîfek di navbera her du aliyên (PYD û ENKS) de bû, lê belê bi hedefa yekîtiya mala kurdî bi giştî bû.
Cemal Şêx Baqî bal kişand ser nakokiyên di navbera ENKS û PYD’ê de û got: “Divê ev nakokî destpêkê çareser bibin, piştre bi şêweyekî giştî dest bi diyalogên di navbera hêz û partiyên kurd de werin kirin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî serkeftina qonaxa yekemîn a diyalogan, ragihand."
Piştî serketina merheleya yekemîn a diyalogan, tevahî hêz, rêxistin û partiyên kurd ên ku rola wan a sereke di herêm û Rêveberiya Xweser de heye, bi hejmara 25’an li hev kom bûn û avakirina Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd ragihand. Her wiha komîteyek ji 7 kesan hat avakirin ku nûnertiya partî, hêz û rêxistina 25’an ji diyalogên kurdî-kurdî dikin.
ENKS’Ê BIHANE AFIRANDIN
Civîna yekemîn a qonaxa duyemîn di 10’ê Hezîranê de di navbera nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd û ENKS’ê de hatin lidarxistin. Civîn bi beşdariya fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û şêwirmendê Amerîkayê ya Hêzên Koalîsyona Navdewletî William Rubak li dar ket. Di civîna ku divêyabû xalên bingehên bihatana nîqaşkirin de, nehatin nîqaşkirin. Hin pirsgirêk ji aliyên ENKS’ê ve derketin. Bi awayekî zelal ji bo nîqaşê amade bûn, lê ENKS’ê hin bihane afirandin."
Şêx Baqî diyar kir ku divê aliyên beşdar jî danûstandinan de bên naskirin, li gorî diyalogên kurdî-kurdî aliyek heye bi navê ENKS ye û aliyek din jî bi nave Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd e. Şêx Baqî got: "Li gorî hin nîşaneyên navan, her du nav ji yekîtiyê re guncaw in."
Şêx Baqî got ku ENKS’ê di civîna yekemîn a qonaxa duyemîn de, navê şandeya beşdar (Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd) kirin hincet û wiha got: "Ne ji mafên kesekî ye ku navê komekê li xwe kiriye biguherin. Xala nakokiyê jî ne nav e, tenê hincet e."
DIVÊ EM XWESTEKA GEL NÎQAŞ BIKIN
Cemal Şêx Baqî piştrast kir ku divê di diyalogan de balê bikişînin li ser nakokiyan da ku çareser bikin û wiha domand: "Divê em xwesteka gel nîqaş bikin, her wiha ev xwestek di ku de ne û xwestekên hêzên kurdî, çawaniya çareserkirina nakokî û pirsgirêkên bigirêk nîqaş bikin. Pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi xwe re encamên erênî ji Rêveberiya Xweser û pêkhateyên li herêmê re bîne. Ji ber Rêveberiya Xweser li ser metoda yekîtiya di navbera hêz û pêkhateyan de çêbûye. Her wiha dê bandorê li pêşeroja Sûriyê ya dema niha de jî bike. Hêzên navdewletî û herêmî hewl didin çareyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bibînin, ji ber çareyên leşkerî tu encam bi xwe re neanîn."
RÊYÊN ÇARESERIYÊ
Şêx Baqî axaftina xwe wiha domand: “Du çareyên siyasî ji krîza Sûriyê re hene, ya yekê çareya derve ya li gorî biryara Cinêvê ya 2254‘an e, ya duyemîn çareya siyasî ya hundirîn anku sûrî-sûrî ya dûrî ajandeyên dewletên herêmî û dewletên destwerdêr li Sûriyê. Yekîtiya neteweyî ya kurd a ku niha li ser nîşqaş tê kirin, di rêya çareya duyemîn de bi rê ve diçe. Dê piştevaniya wê jî bê kirin. Ji ber ku ji destpêka krîza Sûriyê ve çareya siyasî xwesteka bingehîn a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Heke kongre yan jî civîneke neteweyî ya Kurdistanî ya giştî neyê çêkirin, dê nakokiyên kurdî bi dawî nabin."
ANHA


