logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Burkay –Metîner

Min hevokên wan ên hev du temam dikin, ji nivîsên wan wergirt û wek axaftina du panelîstan da ber hev.

  • Dîrok: 25/04/2011
  • Beş: Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç 

Dema mirov nivîsa Kemal Bûrkay ya li ser malpera Dengê Kurdistan ku di vê hefteya sêyemîn ya avrêlê de hatiye belavkirin û ya Mehmet Metîner a roja 8. Avrêlê di Starê de hatiye weşandin dide ber hev, mirov dibêje qey dîtinên kesekî yan jî ji navendekê hatiye amadekirin, Hima çawa ku li gel hev rûniştibin û vê mijarê wek panalîstên yekdengî  binirxînin. Ma evqas jî nêzîkbûn û şibandin dibe? Yek xwedîgiravî lîderê tevgereke kurd, yek jî maskotê çapemenî û partiyeke dagirker, Niha jî berendamê partiya dagirker AKP ê yê Semsûrê ye.

Min hevokên wan ên hev du temam dikin, ji nivîsên wan wergirt û wek axaftina du panelîstan di forma prolog de dane ber hev. Fermo hun jî lê binêrin û li ser bifikirin.

Prolog ji metnê van kesayetiyan (bê şirove)

K. Burkay: Divîbû rêvebirên HAK-PAR ji bo pêkanîna yektiyeke hilbijartinan bi BDP ê re  rasterast yan jî bi awayeke nepenî neketa nava danûsitandinan. Bê dem wendakirin û xwe vala mijûlkirinê tu wateyeke wê yê din tune.(1)
M.Metîner: PKK ji yekîtî û îtifaqê tenê tiştekî fêm dike. Ew jî, her kesî di bin banê xwe de civandin e.(2)
K. Burkay: Ya duyemîn jî ew bi hêla Ocalanê li Îmraliyê ve tên birêvebirin û wan îradeya xwe dane destê kesekî.
M: Metîner: Ocalan, di hefteyên borî de talîmata dabû ku bi dijberên wan ên wek HAK-PAR û KADEP ê re îtîfaq were çêkirin. Li ser vê berpirsiyarên BDP hima zend û mil hilçinîn û bi rayedarên wan partiyan re ketin nava danûstandinan.
K. Burkay: Rêvebiriya HAK-PARê di vê pêvajoya girîng de xetayeke mezin kir. Li cihê ku birêxistina xwe ji bo hilbijartinan mobilize bike, qada tekoşînê li cih hîşt, li pey berendamên serbixwe ket.
M. Metîner:  Ketina nava vê kemîna ku PKK ê ji bo partiyên derê xwe amadekirî, wê siya bêbaweriyê bireşîne ser helwest û rawestana van partiyan.  Di dema vê hilbijartina dîrokî de ku dê sazûmana Ergenekonê were têkbirin, nedîtina kemîneke wiha nayê fêmkirin.
K. Burkay: Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Li ser daxwaziyên bala giştî, kesayetî û saziyên welatparêz û li gel wê ji bo yekitiyên demdirêj me biryara piştgiriya berendamên serbixwe yê welatparêz da.”
M. Metîner: Ev bêanorkirineke gelek cidî ye. “îtîfaqa hilbijartinan” yan jî angaşta “yekitiya nava kurdan” tenê forma wê ya rûpoşkirî ye.
K. Burkay: Dê pêçan û saxkirina vê birînê ne hêsan be. Ev bar dikeve ser milê wan. Divê berê her tiştî, ew vê bibînin û xwe di xwerexnekirineke tund re derbaz bikin.
Çend gotin û pirs
Her kes dizane ku Mehmet Metîner kî ye û çendî li dij yekitiya kurdan e. Gava mirov tenê wiha bifikire; “gelo  Erdogan ji bo çi parlementerên xwe yên bêhna kurdayetî jê dihat, wek berendam nîşan nedan, di cihê wan de M. Metîner nîşan da?” Bi hêsanî dikane rastiya vî kesî nav M. Metîner bibîne. Lê wer xuyaye ku Kemal Burkay jî yekitiya kurdan naxwaze. Birêz  Bedirhan Epözdemîr di nirxandina xwe ya li ser bîrewariyên K. Burkay wiha dinivîse:
„Mafeke bala giştî ya agahdarkirinê heye. Binêrin, Ocalan çend caran kaxizên spî dirêjê we (ji bo K. Burkêy dibêje) kir û ji we re got „Hûn çi dinivisînin binivisînin, ezê îmza xwe bavêjim binî. Lê we di wê helwesta xwe ya bi rik û dijber de  israr kir.“ (3)
Ez bawer dikim, mafê me heye ku em çend pirsan bikin.

1 – Berê nivîsa Mehmet Metîner di rojnama Starê de hate weşan din. Du  hefte dû re ev nivîsa K. Burkei kete pêşberî bala giştî.  Ji wê çend Pirs:
a)  Niha kî rê nîşanê kê dide?
b) Çima her du jî îtîfaqa partiyên kurdan naxwazin?
c) Ma îtîfaqa partiyên kurdan dikana vegera K. Burkay bo Tirkiyê têxe talûkê?
2 – Gelo çima K. Burkay yekitiya kurdan naxwaze?


(1)   Kemal Burkay, HAK-PAR’a yazık edildi (HAK-PAR hat gunehbar kirin) 
 
http://www.kurdistan.nu/psk/psk_bulten/kemal_burkay_hakpara_yazik_edildi.htm

(2) Mehmet METİNER  PKK’nın siyasi tuzağı (Kemîna PKKê ya siyasî)
http://www.stargazete.com/politika/yazar/mehmet-metiner/pkk-nin-siyasi-tuzagi-haber-342556.htm
(3) Bedirhan Epözdemir, Ret ve İnkâr Çözüm mü Sayın Burkay? – 5  (Ma red û inkar çareseriya Birêz Burkay) (http://www.gelawej.net/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=3070)

***


Têbiniya Diyarnameyê: Li ser daxwaza nivîskar me destê xwe neda peyvekê jî. Aykoç tirkiya diyalogan jî dabû û wisa gotibû: "Ji bo ku kes nebêje ne rast hatine wergerandin, ez, tirkiya wan jî pê re rêdikim." Me ev beş avêt. Kesên şikek wan a wisa hebe dikarin ji navnîşanan li nivîsên navborî binêrin.

capanik51@hotmail.de

***

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin: 

- Şaşika mele, şanenavê Dr.
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere

- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?

- Nivîskar û bêlayanî

- Niviskar û Yazar
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mamosteyê ku karîkaturên Hz. Mihemed nîşan dan hat kuştin

ad

Ev erebe bi 650 hezar sterlînî hat firotin

ad

Di navbera devkî û nivîskî de mane û hostetî

ad

Derhênera kurd li Locarnoyê xelata taybet a juriyê girt

ad

Dema çalakiyên 'Rojên Muzîkê' diyar bû

ad

Piştî 111 salan orkestrayek têk diçe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname