Diyarname
Weqfa Hrant Dink her sal Xelata Hrant Dink a Navneteweyî dide du kesan ku yek ji Tirkiyeyê, yek jî ji derveyî Tirkiyeyê.
Îsal 12'emîn car xelat hat belavkirin. 15'ê rezberê ku roja rojbûna Hrant Dînk e xelat tê belavkirin. Duh ji Tirkiyeyê karsaz Osman Kavala yê hê jî girtiye û Mozn Hassan ku li Misrê aktîvîsta mafên mirovan e hêjayî xelatê hatin dîtin.
Ji ber pandemiyê merasima xelatdayînê bi awayê online li dar ket û Şebnem Bozoklu, Alican Yucesoy û Ece Dizdar pêşkêşvaniya şevê kirin.
Serokê Komîteya Xelatê Ahmet Însel di şevê de axivî û diyar kir ku serdema îro ji serdema roja ku Dînk hatiye qetilkirin xirabtir e.


