Her çiqas Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bibêje "Me qedexeyên li ser kurdî rakirin" jî mînaka derketiye holê heman tiştî nîşan nade.
Şaredariyên ku di destê BDP'ê de ne biryar standibû ku dê xebata xwe bi duzimanî bikin û ji bo vê yekê hemû batelayên şaredariyê bi du zimanî nivîsandibûn. Yek ji wan şaredariyan jî Şaredariya Bismila Amedê ye. Endamên Meclisê yên Şaredariya Bismilê di 7'ê adara 2011'an de biryar girtibûn ku dest bi xebata xwe ya duzimanî bikin. Û tabelayên xwe yên bi duzimanî daliqandibûn. Qeymeqamê Bismilê li ser vê yekê li 3'yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doz li şaredariyê vekiribûn. Li ser vê yekê jî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ku girêdayî hikumeta AKP'ê ye der barê Şaredara Bismilê Cemile Eminoglu û Endamên Meclisa Şaredariyê de lêpirsîn da dest pê kirin.
Wezaret bêyî li benda encama dadgehê bisekine lêpirsîn da dest pê kirin û serî li îfadeyên Şaredar û Endamên Meclisê da.
Şaredar Eminoglu di îfadeyên dan Wezaretê de wisa gotin: "Li gor ku tê îdîakirin xebata me ya ku em biryareke din li zagonên şaredariyan bikin nîn e. Berevajî vê li gor zagona Bingehîn û zagona şaredariyan em dikin ku bi rêbaza herî guncan xebata xwe bikin."
Di îfadeyê de gotin: "Dadgehên ku li adliyeyên me yên herêmî ne, ji bo bi awayekî adilane dadgeh bê kirin bi sedan dosyayên ji kurdî werdigerînin tirkî û ji bo vê yekê wergeran digirin. Dîsa li herêmên ku tûrîst lê pir in de gelek şaredarê bi gelek zimanên derveyî tirkî broşuran çap dikin, weşanan dikin û xebatkarên ku bi zimanên biyanî dizanin digirin kar. Gelek saziyên germî di warê xebatên çandî de bi zimanên li derveyî tirkî weşanê dikin û danasînê dikin. Wekî encam di xizmetên şaredariyên de bikaranîna zimanên cuda ne derveyî Zagona Bingehîn û zagonên heyî ne. Berevajî vê yekê, pêşîlêgirtina xebata me ya bi vî rengî li dijî demokrasî û mafên mirovan, Zagona Bingehîn, Şertê Rêveberiyên Herîmê Ya Xweser a Ewropayê ye."
Di sala 2007'an de ji ber şaredariya pirzimanî Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û endamên meclisa şaredariyê ji kar hatibûn girtin û Şaredar Demirbaş careke din hatibû hilbijartin.
Her wiha der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr de jî li ser pirzimaniyê doz hatibû vekirin, jêre ji bo 3 salan cezaya hepsê hatibû xwestin û Baydemîr beraat kiribû.