Stenbol
Navenda Şopandina Çapemeniyê (MTM) diyar kir ku di meha pûşperê de bûyera herî zêde li ser hatina axaftin û di çapemeniyê de cih girtiye bûyera mebûsiya Hatip Dicle bûye. MTM (Medya Takip Merkezî - Navenda Şopandiya Çapemeniyê) ku her meh li ser çapemeniyê lêkolînê dike diyar kir ku di meha pûşperê de herî zêde Dicle di çapemeniyê de cih girtiye û li ser wî bi gişti 15 hezar û 505 nûçe hatin çêkirin.
MTM her meh li ser nêzî 2 hezar rojname, kovar, kanalên televîzyonan û malperên nûçeyan ên li Tirkiyeyê lêkolînê dike. Li gor vê lêkolînê meha borî herî zêde mijara hilbijartinê, encamên wê û pêşketinên piştî wê cih girtine.
Di vê encamê de derket holê ku herî zêde jî Hatip Dicle di nûçeyan de cih girtiye. Her wiha MTM'ê diyar kir ku meha borî li gor meha gulanê sedî 56 hejmara nûçeyan zêde bûye.


