logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Du enstîtuyên kurdî piştgirî dan Îbrahim Seydo Aydogan

Piştî ku rêveberiya zanîngehê karê mamosteyê beşa kurdî ya Înalcoyê Îbrahîm Seydo Aydogan da sekinandin, îro du enstîtuy

  • Dîrok: 29/10/2020
  • Beş: Serbest

Diyarname

Piştî ku rêveberiya zanîngehê karê mamosteyê beşa kurdî ya Înalcoyê Îbrahîm Seydo Aydogan da sekinandin, îro du enstîtuyên kurdî bi nameyeke daxuyaniyeke piştgirî dan Aydogan.

Komek xwendekarên kurd li hemberî mamosteyê wan Îbrahîm Seydo Aydogan serî li rêveberiya zanîngehê dabûn. Li ser vê rêveberiya zanîngehê karê wî dabû rawestandin û ketina wî ya zanîngehê jî qedexe kiribû. Aydogan di vî warî de serî li hiqûqê dabû. Niha jî daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Aydogan hat belavkirin.

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Almanyayê Fevzî Ozmen û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwich M. Fermo daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û piştgiriya xwe bo Aydogan.

Bêyî em dest bidin daxuyaniyê em diweşînin:

***

Ji raya giştî re,

Em ji ser tora civakî û ji malperên kurdî û fransî jê agahdar bûn ku li dijî Profesorê Alîkar Dr. Îbrahîm Seydo AYDOGAN, mamoste û serokê beşê kurdî yê Zanîngeha ÎNALCO’yê ku bi navê Sorbon jî tê naskirin, tevgerek hatiye lidarxistin û dixwazin bi awayekî ne hiqûqî îtibara wî û rûmeta wî bişkînin.

Em weke sazî û dezgehên kurd yên çandî, civakî û rewşenbîrî, dixwazin bînin bîra herkesî ku birêz Îbrahîm Seydo AYDOGAN ji salên 90î ve ye ku di nava civaka Kurdî û qada Lêkolînên Ziman û Wêjeya Kurdî de fîgurekî naskirî ye. Xebat û Lêkolînên wî di nava Kurdolojiyê de referansên gellekî girîng in û bi kesayetî û dilsoziya xwe ya kurdî ve ji aliyê herkesî ve tê hezkirin û bûye nirxekî gelê kurd.

Di rewşên herî xirab de Îbrahîm Seydo AYDOGAN ked daye gîhandin û perwerdekirina gelek wergêr û lêkolîner û mamosteyên kurdî. Tenê îsal bi projeya Zanîngeha Kurdî ya Online ve ku çar mehan dewam kir, teva 16 Profesorên navdar ku wî civandibûn, bi xwebexşî perwerdehî da derdora 500 kesan û ji vana nêzî 200 kes mamosteyên Rojavayê bûn ku îroj di qada zimanê kurdî de perwerdehiyê didin. Mamoste Seydo herweha bi bernameyeke fermî ya Zanîngeha INALCO’yê perwerdehî da mamosteyên Kurdî yên ku dê li dibistanên Almanyayê perwerdehiya kurdî bidin. Di ber re, li Belçîka û Hollandayê perwerdehî da wergêrên kurdî da ku bi awayekî profesyonelî bikarin vî karê girîng bikin. Hemû aktorên qada perwerdehî û rewşenbîriya kurdî baş dizanin ku keda wî di van 25 salên dawîn de daye, alîkariya gellek kesan kiriye û bi keda wî ve perwerdehiya ziman û wêjeya kurdî di qada zanistî de bi pêş ketiye û prestîja qada kurdnasiyê bilind bûye. Mamoste Seydo kesekî ewqasî engajeyî ziman û wêje û çanda kurdî ye ku bandora wî bi awayekî aşkere li ser nifşên nû heye. Engajman û dilsoziya wî ya ji bo xwendekaran ji aliyê herkesî ve tê zanîn û kesayetiya wî û rûmeta wî û şiyana wî ya rewşenbîrî û zanistî nikare were nîqaşkirin.

Li gorî agahiyên ku li ser tora civakî digerrin, dibêjin ku wî gef li hin xwendekaran xwariye û heqaret li wan kiriye; lê hin xwendekarên din jî dibêjin ku ev derew û bêbextî ne, lê digel vê jî birêvebiriya Zanîngeha ÎNALCO’yê beyî ku îfadeya Mamoste Seydo bigire û beyî ku guh bide xwendekarên din, ji dêleva ku li gorî qanûn û usûlan rastiyê derxe holê, biryara rawestandina karên Mamoste Seydo daye. Rêvebiriya Zanîngehê bi vê ve nesekiniye, herweha wêneyê Mamoste Seydo teşhîr kiriye û bi awayekî fermî qedexe daniye ser wî da ku nikaribe bikeve nava avahiyên zanîngehê. Ev agahî û biryara fermî ku serokê zanîngehê îmze kiriye, ev demeke li ser tora civakî û li nav medyaya kurdî digerrin. Ev rewş ji bo mamosteyekî û kesayetiyeke mîna Mamoste Seydo heqaret û neheqiyeke mezin e û nikare were qebûlkirin. Dixwazin wî bi tenê bihêlin, li ber çavên derdorê reş bikin, pûç bikin da ku bi rûmeta wî bilîzin. Bila herkes bizane ku Mamoste Îbrahîm Seydo AYDOGAN ji bo milletê kurd û ji bo nivîskar û lêkolîner û rewşebîrên kurd semboleke mezin e û em di wê baweriyê de ne ku di şexsê wî de ev êrîş li dijî hemû gelê kurd e. Bila herkes bizane ku Mamoste Îbrahîm Seydo AYDOGAN yê ku ewqasî ked daye ziman û wêje û rewşenbîriya kurdî, ne bi tenê ye û ne bêxwedî ye û em ê wî bi tenê nehêlin. Di vê rewşa xirab de ku dixwazin bînin serê wî, qesda ked û rûmeta wî dikin.Em xema wî dixwin û gumana me li ser jiyana wî heye.

Em bangê li Hikumeta Fransayê dikin ku zû bi zû bi vê meseleyê ve dakeve, di çarçeweya “Em bangê li Rêveberiya Zanîngeha ÎNALCO’yê dikin ku nekeve feqa xelet, zû bi zû ji vê biryara xelet vegere, dev ji pûçkirin û reşkirina rûmeta mamosteyekî kurd berde. Lêborînek însanî were xwestin û hemû berpirsê van bêbextiyan aşkere bike.”

Em dubare dikin: Îbrahîm Seydo Aydogan temsîla me hemûyan dike. Em vê êrîşê li ser xwe dihesibînin û em ê wî bi tenê nehêlin. Bila herkes bizane ku Îbrahîm Seydo AYDOGAN ne bêxwedî ye û ne bi tenê ye.

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Almanyayê Fevzî Ozmen

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwich M. Fermo

***

- Nûçeya Eleqedar:

- Li beşa kurdî ya ÎNALCO’yê çi diqewime?

 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Microsoftê jî kurdî xist nav bernameya xwe ya wergerê

ad

Di Kûpaya Tirkiyeyê de maç îro dest pê dikin

ad

Ka hûn jî pênûsa xwe deynin...

ad

Girtiyê nexweş Şakîr Turan canê xwe ji dest da

ad

Nivîskar Elî Eşref Derwêşiyan koça dawî kir

ad

Koma Amed li Amedê konserê dide (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname