logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Li nav 'Sahaf'an gereke dîrokî

'Waw çapa Hemingway a salên 60'î', 'Rojnameyên 2'yê rezbera 1988'an hene?', 'Nexşeyên kevn hene?'. Em li Festîvala Sahafan in, bêhna dîrokê tê û her yek tiştek li ser dîrokê dipirse, lê digere.

  • Dîrok: 12/09/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

'Waw çapa Hemingway a salên 60'î', 'Rojnameyên 2'yê rezbera 1988'an hene?', 'Nexşeyên kevn hene?'. Em li Festîvala Sahafan in, bêhna dîrokê tê û her yek tiştek li ser dîrokê dipirse, lê digere.

5'emîn Festîvala Sahafan ku ji aliyê Şaredariya Beyogluya Stenbolê ve tê organîzekirin li Tepebaşiya Beyogluyê vebû. Di festîvalê de 72 sahafên ji nav Stenbolê û ji bajarên din di nav festîvalê de cih girtine, stand vekirine.

Pirtûkên kev, rojnameyên kevn, yên bi tîpên latînî, yên bi alfabeya erebî, yên destpêka sedsala 20'an, yên berî Komara Tirkiyeyê; nexşeyên kevn; pûl, kartpostal, posterên kevn ên bêhna nostaljiyê ji wan tên; kovarên kevn, vexwendnameyên kevn; her wiha hinek pêlîstok, hinek paketên cixareyê yên kevn ên wekî 'titûn', 'birinci' û hwd. Dîsa hin belge û tiştên wisa kevnare jî li standên sahafan peyda dibin.

Li festîvalê gelek tiştên bêhna dîrokê jê tê li standan peyda dibin. Di nav festîvalê de mêvan dikevin nav rêwîtiyeke dîrokî. Yek tê bi nazikî pirtûkek bi çapa kevn digire dest û lê dinêre; yekî din pirtûkê digire bêhn dike, yek wisa dibêje, "Li cem min jî gelek pirtûkên kevn hene." Em jî ketin navê, me jî xwe bera gera dîrokî da û di dawiyê de me hin tişt li ser kurdan jî dîtin ku di rojên pêş de wekî nostaljî di beşa "Foto-Nûçe" de emê biweşînin

Gele eleqeyeke baş nîşanî dokumanên kevn dide. Sahaf bi xwe jî ji bo vê eleqeyê dilşad in. Li wê derê her kesek tiştekî dipirse. Yek tê dîrokê bilêv dike û dipirse: 'Rojnameyên 2'yê rezbera 1986'an hene?'. Hema cih de em pirsa "çima ew roj?"ê dikin, dibêje, "Ew roja rojbûna min e, ez dixwazim ka wê rojê çi hatiye nivîsîn." Yek tê li nexşeyên kevnare dipirse. Keçikek dema li nav pirtûkên çapa kevn digere ji nişke ve hildipeke: "Waw çapa Hemingway a sala 60'î". Welhasil her yek tiştek dibêje, dipirse, her yek bi tiştek şa dibe. Carinan sahaf ji vê yekê aciz jî dibin. Yek jê bi kûbarî ji keçika li rojnameyên kev dinêre re dibêje: "Tu li kîjan dîrokî digerî bibêje ez alîkariya te bikim, her kes wisa lê dinêre, ji ber ku tevlihev dibin, ez careke din nikarim sererast bikim."

Ev çar sal bûn ku Festîvala Sahafan li Meydana Gerê ya Taksîmê li dar diket, lê îsal li Tepebaşiyê ye. Yek ji Sahafan dibêje; "Li Taksîmê zêdetir mêvan dihatin, firotin zêdetir bû, lê li vê derê jî baş e."

Ji bo kesên eleqedar em bibîr bixin ku festîval heta 18'ê mehê li dar e.

 

Ji bo wêneyên ji Festîvala Sahafan bitikînin: Li nav "Sahaf"an gereke dîrokî

 

***

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dadgehê Şaxa GOÇ-DER'a Êlihê girt

ad

Pirtûkên kurdî li Erxeniyê konê datînin

ad

ÎRO: Notên ji Newrozan

ad

Amedspor ji Stenbolê bi 1 pûanê vegeriya

ad

PEN'a Almanyayê Demîrtaş kir endamê rûmetê

ad

Xelata Karagozê Zêrîn “Artîst”ê girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname