Diyarname
Berî ku lîg dest pê bike Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) di çarçoveyê Covid-19 de biryarên nû girtin. TFF'ê got, "Yên ku derzî li xwe nedabûn dê nikaribin bikevin stadan."
Li Tirkiyeyê serdema fûtbolê ya 2021-2022'yan dê roja 13'ê mehê bi maça Beşîktaş û Rîzesporê dest pê bike. Berî maç dest pê bikin TFF'ê hin biryar girtin.
Di çarçoveya Covid-19 de TFF'ê hin biryar girtin. Va ne ew biryar:
- Yên ku derzî li xwe dane piştî vê yekê bi 14 rojan dê bikaribe bikeve stadê. Ger derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadê.
- Alîgirên tîma mêvan dê nekiribin bikevin stadê.
- Ji bo beşa Protokol û Trîbuna Çapemeniyê jî heman şert derbas dibin.
- Di Lîga Suher û Lîga 1'emîn a TTF'ê de bi Koda HES û entegrekirina E-Bilêtê dê şopandin çêbibe.
- Di Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn de ketina stadê di bin berpirsiya klûbên malxwê de ye û bi koda HES dê kontrol bê çêkirin.


