logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hemîdo û asîmîlekirina bajarên kurdan

Çil sal emrek e, de bila nîv emr be. Çi diqewime di vî nîvemrî de? Çi dikare biqewime? 17'ê Nîsana/Avrêla 1978'an ji mal

  • Dîrok: 09/09/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman GULDIVÊ

Çil sal emrek e, de bila nîv emr be. Çi diqewime di vî nîvemrî de? Çi dikare biqewime? 17'ê Nîsana/Avrêla 1978'an ji mala şaredarê Meletiyê Hemîdo (Hamit Fendoglu) re nameyeke qutî hat şandin, qutiyeke bombekirî. Gava wî ev qutî vekir, tevî wî du neviyên wî û bûka wî jî hatin kuştin. Hemîdo kurd bû. Lê îro em berê xwe bidine çavkaniyên hêsanî peyda dibin, ew ê behsa kurdbûna wî nekin. Ji bo wan, ew tenê şaredarê Meletiyê yê muhafezekar ê ji Partiya Edaletê (AP) ye. Di gotara Mehmed Mazlum Çelik a 30'ê Nîsana/Avrêla 2021'ê ya ji bo "The Independent Turkçe" bi xwe de jî, yek cara tenê behsa kurdbûna wî nayê kirin.

Alîgirên wî piştî kuştina wî, ji gund û navçeyan daketin nava bajêr û gelek dever û nexasim dikan xira kirin. Îro jî bûyera kuştina wî wekî bûyereke fail nediyar maye. Belkî em bi jibereke giştî bibêjin, qatil dewlet e. Lê ew qatil ne tenê qatilê Hemîdo ye. Piştî bûyeran, elewî li bajêr hatin qelskirin û pê re jî kurd. Kurdên sunî ketin ber çerxa propagandaya dewletê ya dînî, kurdên elewî jî ketin ber bayekî din, nasnameya wan a kurd heta elewî jî stewr bû. Îro li Meletiyê kurd tenê hindikahî ne. Bajarê ku berî bi 40 salan kurd bû, îro ne kurd e.

Ez ê paşê bêhtir bi berferehî behsa wê bikim, û kite bi kite pê dakevim, ka kuştina Hemîdo di çapemeniya dinyayê de çawa hatibû dîtin. Serê pêşî jî berê xwe bidim nûçeya ORF'ê (Radyo Televîzyona Awusturyayê ya fermî) ku bi nûçegihanekî ji Tirkiyeyê bûyerê dide şirovekirin. Li vir nûçe û bûyer bi serê xwe wê bala min nekişînin, lê terîf û binavkirinên qewmî yên bajaran, şiroveya siyasî ku Kurdistanê eşkere ji Tirkiyeyê vediqetîne ji bo min muhim in.

Di wê nûçeya di ORF'ê de, Meletî wekî bajarekî kurdan tê binavkirin, tevî bajarên cîran Mereş û Entabê. Şiroveya sereke ya nûçegihan ew e ku rast e di nava kurdan de jî tevgerên çepgir û rastgir hene, lê di vê meseleyê de ya li pêş kurdbûna wan e û ew bêhtir ji bo berferehkirina mafên xwe helwestên xwe yên siyasî diyar dikin. 

Çawa min gotî, ez gotareke berfereh li ser dîtina bûyerê di çapemeniya ewropî de ji bo PolitikArt a bi kurmancî a bê, dinivîsim. Lê niha tişta ku dixwazim bibêjim yan jî bipirsim heye: Çawa dibe di nava çil salan de sê bajarên kurdan dibin sê bajarên ku kurd lê hindikahî ne? Çil sal çawa dikarin demografiya sê bajarên mezin biguherin? Gelo xelkê wan bar kir û çûn yan asîmîle bûn, yan jî stratejiyeke dualî kir ku qismek koçber bibe, qismek jî di ser dijberiyên çêkirî re nasnameyeke nû bibijêre?

Gava em berê xwe didin meseleya kuştina Hemîdo û paşê berê xwe didin komkujiya Mereşê (Kanûna/Berfanbara 1978'an), em dibînin ku stratejiyeke dualî hatiye meşandin. Stratejiyên wisa jî bêyî plansaziyeke bi saziyên pispor û amadekariyên lazim, naçin serî. Di vê mijarê de jî ya ku karibe plansaziyeke wisa bike jî dewlet bixwe ye. Heger wisa be, armanca wan eşkere ew bû ku ev bajarên kurdan bibin bajarên kurd lê hindik in û kurd lê helwêstên xwe yên siyasî li gorî kurdbûna xwe êdî diyar nekin. Diyar e ku ev hesab li Meletî, Entab û Mereşê têra xwe çûye serî.
06.09.2021, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Destûr nedan pêşangeha Tahir Elçî

ad

Ji bo Gûzeka Zêrîn dema serîlêdanê ye

ad

'Edalet' îro li ber Meclisê bû

ad

Aziz Yildirim pirtûkên siyasî xwestin

ad

Aşiq Îhsanî wefat kir

ad

Bavê Xelîl Xemgîn wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname