Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha kewçêrê eşkere kir. Di vê mehê de wê sê lîstik derkevin pêşberî temaşevanan.
Di nav bernameya Şanoya Bajêr a Amedê de sêlîstik hene. Lîstika "Don Kîxot" a Miguel de Cervantes bi wergera Dilawer Zeraq û derhêneriya Ferhad Feqî vê havînê galaya wê hatibû çêkirin û vê mehê dîsa di nav bernameyê de ye. Ligel vê, lîstika "Dawiya Dawî" ya Kemal Gokhan jî dê bê lîstin. Vê mehê lîstikeke bi tikrkî jî di nav bernameyê de ye. Lîstika Kemal Aydogdu ya bi navê "Kim Babami Oldurdu" (Kî bavê min kuşt) jî dê derkeve ser dikê.
Li gor bernameyê:
- “Dawîya dawî” dê rojên 1 û 2'yê kewçêrê bê lîstin.
- “Don Kîxot” dê rojên 8, 9, 22, 23, 29 û 30'yê kewçêrê bê lîstin.
- “Babami kim oldurdu” dê rojên 15 û 16 kewçêrê bê lîstin. Lîstikên Şanoya BAjêr a Amedê saet 19.00'an de têne lîstin.
Ligel lîstikên şanoyê vê mehê konserek jî heye. Hunermend Ali Dogan Gonultaş 27'ê mehê dê konsera xwe pêşkêş bike.


