Diyarname
Peng Shuai tenîskareke çînî ye, di sala 1986'an de li Xiangtana Çinê hatiye dinê. Di 8 saliya xwe dest bi tenîsê kiriye. Ji Rojhilata Dûr ew tenîskara herî navdar e û niha ne bi tenîsê, bi meseleyeke din di rojevê de ye.
Çendek berê li çapemeniya dinyayê agahî hatin belavkirin ku wê gotiye, "bi tacîzê re rû bi rû maye" û piştî vê daxuyaniyê deng jê nayê. Tê gotin ku winda ye.
Wê di peyamên xwe yên tora civakî de gotibû ku cîgerê serokê berê yê Çînê Zhang Gaoli ew tacîz kiriye. Îro kanala televîzyonê ya dewletê ya Çînê CGTN nameyeke belav kir û îdîa kir ku ew ji laiyê Shuai ve hatiye belavkirin. Kanal dibêje wê name ji bo Serokatiya Yekîtiya Tenîskarên Jin (WTA) û ji bo
û CEO Steve Simon şandiye û di nameyê de wisa gotiye, "Îdîayên ku ez bi tacîze re rû bi rû mame ne rast in. Ez ne winda me, yan jî ez ne li cihek ne bi ewle de me. Ez li mala xwe bêhna xwe didim û her tişt normal e. Ji bo we li ber min xem xwariye ez sipasiya we dikim."
KENGÊ DEST PÊ KIR?
Peng Shuai di 2'yê vê mehê de ev îdîa kiribû. Ji wê rojê de heta niha bi kesî re hevdîtin pêk neaniye, yan jî li ser hesabê xwe yê tora civakî tiştek parve nekiriye. Ji ber vê yekê jî li dinyayê bi şik li meseleyê hat nêrîn.
MESELE JI KENGÊ DE HEYE?
Cîgerê Serokdewletê Çînê Zhang di navbera salên 2013-2018'an de li ser kar bû. Zhang sê sal berê li ser tora civakî peyam parve kiribû ku zor lê dikin ku bikeve nav têkiliya cinsî. Peyam li ser platforma welat Weiboyê hatibû belavkirin. Li Çînê înternet di bin kontrola dewletê de ye û ligel bi vî awayî di nav çend deqîqeyan de peyam hat rakirin jî hin hezkiriyên Shuai wêneyê peyamên kişandibûn û belav kiribûn jî.
WTA'yê daxwaz kiribû ku îdîa baş bêne lêkolandin, ATP'ê (Yekîtiya Tenîskarên Profesyonel) jî bûyer şermezar kiribû.
GELEK KESÎ PIŞTGIRÎ DA
Yek ji tenîskarên navdar a amerîkî Serena Williams îro bi ser twittera xwe re bi etîketa "Peng Shuai li ku ye?" peyamek belav kir. Williams di peyamê de wisa û got: "Dema ez bi agahiyên hevpîşeya xwe Peng Shuai hesiyam ez şok bûm. Ez hêvî dikim di nav ewlehiye de ye û di kurtedemê de dê bê dîtin. Gere em li ser bikenin û bêdeng nebînin. Di vê dema zehmet de ez hezkirina xwe ji bo wê û malbata wê dişînim."
Her wiha ji tenîskarên din ên navdar tenîskara navdar a japonî Naomi Osaka, tenîskarên îngilîz Tara Moore û Jennifer Brady, tenîskara yewnan Maria Sakkari, tenîskar Novak Djokovic, lîstikvan Gerard Pique û gelek kesên din di taga ku hatiye vekirin de piştgirî dan Shuai.
SERKETINÊN WÊ
Peng Shuai di sala 2013'yan de di cotan de li Wimbledonê, di sala 2014'an de di cotan de li Şampiyoniya Vekirî ya Fransayê bûbû şampiyon. Di yek bi yekê de jî di sala 2014'an de li Şampiyoniya Vekirî ya DYA'yê de heta nîv fînalê çûbû.


