Fener ROJBIYANÎ
Di dîroka hewldanên yekbûne Rastnivîs û Rêzimana Kurdî de, kêm car hewldanek wisa bi viyanek xurt û semîmî me nedîtiye, ew hewldan û bizav derkete meydanê di ew hevdîtina dîrokî ya ku li Şamê pêk hatibû, di rêya lihevkirin û nêzîkbûne her du zanayên kurd ên zimanzan mîna Mîr Celadet Bedirxan û Tewfîq Wehbî Beg hate awara.
Mêjûya vê hevdîtînê û gengeşeyên di navbera her du zimanzanên kurd dizîvire dawiya salên 1920’an de û destpêka salên 1930’î de, lê hêjayê gotinê ye ku xebatên Tewfîq Wehbî Beg ji ya Mîr Celadet kevintire û gotar û nivîsên wî di rojnamegeriya kurdî de ya wê serdemê li Iraqê û başûrê Kurdisatnê gelek in û bi şêweyek zanistî dariştiye û belav kiriye.
Tewfîq Wehbî Beg di sala 1891’ê de li gundê Cuwarta ya girêdayî Silêmaniyê ji dayik bûye. Wî çend sal wekîefserek di Artêşa Osmanî de wek Kolonêl xizmet kiriye, vegeriyaye Iraqê û bûya efserek mezin di artêşa Iraqê de. Ew endama Parlamana Iraqê bû û di gelek wezeratan de wekî wezîr xebitiye, li serdema Melîk Mahmûd Hefîd û Memlekete wî de wekî wezîr û şêwirmendê Melîk M. Hefîd kar kiriye. Ew endamê Penê li Bexdadê bû, piştî hilweşîna desthilatdariya kurdî ya M. Hefîd ew çû Îngilistanê û di navbera salên 1958 heta sala mirina wî 1982’yan ew li wir jiya. Ew di temenek 93 salî de çû ser dilovaniya Xwedê.
Tewfîq Üehbî bi gelek zimanan dizanî bû: Kurdî, farisî, erebî, tirkî, îngilîz jî, gelek berhemên wî di warê zimanê kurdî de hene; di nav wan de Pîrtûka Rêzimana Zimanê Kurdî sala 1929’an li Bexdayê hatiye çapkirin. Her wisa jî xebatek wî ya hevbeş di gel Kolonêlê Îngilîzî C.J.Edmonds Ferhengek mezin ya Kurdî-Îngilîzî ji Wweşanên Oksford Pressê sala 1966’an de hate çap kirin.
Tewfîq Wehbî di jiyana xwe de gelek li ser berhevkirin û serrastkirina zimanê kurdî-zaravê kurmanciya navendî, wate zaravê soranî û hewl da ku kurdên Başûr bi tîpên Latînî zimanê xwe pê binivsînin, lewre jî ew di kovar û rojnameyên kurdî û rêya gotarên xwe bi şêweyek zanistî balê kurdan kişand dibû ser Alfabeya Latînî, ku ev Alfabeya Latînî di gel çend guhertin ya herî guncav a bi zimanê kurdî ye, ne ya Alfabeya Aramî-Erebî.
Di sala 1925’an de di kovara Dîyarî Kurdistan de gotarên zanistî û balkêş nivîsandiye, di hêjmara 5 û 6’an de gotarek dûr û dirêj li ser vê mijarê nivîsandiya bi navê: “Kurdiyekeman be çon hirûfêk û çon binûsîn?” Wate zimanê me yê kurdî bi tîpên çawa û çawa binivsînin?
Piştî belavkirina van gotaran vedengek mezin bo ne bîr û boçûnên wî de û nexasma di nava rewşenbîrên kurd de û li ba desthilatdarên ereb û bi taybetî çîne oldaran de, hin bûne alîgir û hin jî bûne dijber!
Di salên 1930’î de carek yekê her du zimanzanên kurd ên mezin Celadet Bedirxan û Tewfîq Wahbî Beg (her du jî niha li diyarê heqê ne), hevdîtinek wan li Şamê pêktê ji bo danan û amadakirina alfabe û rêzimana kurdî û bi mebebesta yekbûna rênivîsa zimanê kurdî bi tîpên Latînê. Her du aliyan jî nêrîn û pêşnîyarên danîn ser masê pêşîya hev, gelek ji hev û dû nêzîk bûn, tenê cudahiyek biçûk hebû, ya Celadet şêwaza tirkî-fransî ji xwe re kiribû bingeh, Wehbî jî şêwaza îngilîzî wekî bingeh ji xwe re pejirandibû. Di nêrîna min de pirsgirêkek dî jî hebû derbarê çend tîpên dî di zimanê kurdî û di hemû zaravayan de tê bi kar anîn û her wisa jî bi wan tîpan ku edebiyata me ya klasîk pê hatiye nivîsandin mîna tîpên ( ص,غ,ح,ط,ذ), her wisa jî çawaniya nivîsandina tîpên kurdî yên gir û sivik mîna “R”.
Her du alî jî Bedirxan û Wehbî li hevkiribûn û biryar dan ku Alfabeya Latînî ya nû di rêya kovarek nû ya bi navê Hawarê bidin çapkirin û berî xatirxwestinê wisa li hev kirin, ku cara dawî li wê projeya hevbeş lêvegerin ê çendîn serrastkirin û guhertin bêne kirin.
Derçûna hêjmara 1’ê ya Hawarê ji ber wê jî hate derengxistin, Tewfîq Wehbî vegeriya başûrê Kurdistanê ji bo ku şêwrên xwe di gel zana û rewşenbîrên kurd yên wê serdemê bike.
Di wê demê de Şah Faysal li ser erşa Iraqê bû û îngilîz jî li wir bûn, çîne oldaran û bi taybetî ya ereben li dijî vê hewildanê rawestîn û nirxandin wekî hewildanek cudaxwazî bi nav kirin. Her wisa jî gotin ku ev tîpên erebî, tîpên ku pê Qurana pîroz hatiya nivîsandin û heram e ku komik deynên ser wan tîpên Qurana pîroz. Wekî tê zanîn ku di navbera tirkan û îngilîzan de peymanek hebû bi navê “Peymana Enqereyê” û li gor wê peymanê her du alî pirsgirêkên her du alîyên sinor çareser bikin û hevkariyê bikin û yek ji wan pirsgirêkan pirsa zimanê kurdî bû.
Îngilîz wekî mêtînger û hikumdarên Iraqê bûn. Bi zor û destêwerdana dewleta Tirkiyeyê ya li ser îngilîzan, ji wan xwestibû ku perwerde bi zimanê kurdiya kurmancî li devera Badînanê neyê kirin û astengkirin û beravajî vê yekê perwerdehiya bi zaravayê soranî li ser kurdên Badînanê yên kurmancaxêv in sepandin. Her wisa jî ew bûne sedem têkçûna ew hewildana yekîtiya rênivîsa zimanê kurdî bûn, ev hewildan beravêtî û jiberkirî ma, Hêviyeke me di yekîtiya rênivîsa zimanê kurdî de hebû, tirkan ew hêvî û vîna gelê kurd di cihê xwe de kuşt û wekî zarokek nûbûyî di dergûşa xwe de fetisand.
Rehma Xwedê li gîyanî herdû nemiran Mîr Celadat Bedirxan û Tewfîq Wahbî Beg be
23.11.2021, Almanya
**
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com



.jpg)