logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Çend galgalên dera hanê!

Vî çendî dema ku ez tiştekî dinivîsim ez elimîme behs bikim bê ka ew prosesa ber bi nivîsînê çawa geşe da û çi ne ew tiş

  • Dîrok: 20/05/2022
  • Beş: Serbest

Umran Aran

Vî çendî dema ku ez tiştekî dinivîsim ez elimîme behs bikim bê ka ew prosesa ber bi nivîsînê çawa geşe da û çi ne ew tiştên ku nivîs han da. Belkî ev tebîet ji diya min derbasî min bûbe. Dema ku behsa tiştekî dike, wî di nav çîroka wî ya giştî de bi cih neke û wisa behs neke sebra wê nayê. Gelek caran ez ji vê yekê aciz dibûm, yan min ji wê re yan ji xwe re digot “de erê temam wer ser meselê”. Dûre ez li ber ketim ku ev awa behskirin, nîşaneya têgihîştineke berfireh a derbarê cîhanê de ye, nîşaneyeke cîhanbîniyekê, awayekî pêhisîn, fikirîn û tecrûberkirinê ye ku ji çanda devkî tê û mestereya wê çîrçîrok in. Ew nikarin wekî “me” kurt û bir bipeyibin, ku wisa bipeyivin kêm his dikin, bawer dikin ku merema xwe baş neaniye zimên. Ev cîhanbînî li ser diyalogên heqîqî ye, çav ne lê ye ku bi quretî gotina xwe daweşîne rûyê cîhanê, dixwaze bi heyran qurban wê li ber bixe. Lê her wiha têra xwe jinane ye jî, lewma mestereya wê çîrçîrok e. A rast belkî ji ber ku jinane ye ev têgihîştin, çîrçîrok li cem me bi wan hatiye girêdan, ew bûne çîrçîrokbêjên şevên kin û dirêj.

Ez dîsa wekî çend carên din ji nivîsa esasî dûr ketim, ez bawer im ev jî dîsa taybetiyeke wê cîhanbîniyê ye. Ew cîhanbînî nikare yekser û bi serê xwe tiştekî bibêje divê wî di nav konteksta wî ya berfireh de cih bike, ev jî dike ku gelek gotin bi mirovên vî zemanî yên mînîmalîst ên twîtnivîs zêde bên. Ez bi xwe ji tecûbeya xwe ya xwendinê re mînîmalîstekî wisa me, derbirînên zêde yên nivîskaran ku xwînerên xwe dixin şûna zarokan îmana min diçikîne. Ez bawer dikim ku ev diyalogê dikuje. Ji ber ku bi min ji bo ku nivîskar xwîner jî bipeyivîne divê carinan huş bibe, her tiştî rave neke û ta bi derziyê veneke. Lê belê belkî divê mirov gotinê û nivîsînê ji hev cuda bike. Min ji zû de ji devê kesî li çîrçîrokekê guhdar nekiriye, lê ku bikim belkî bixwazim heta ku karibe dirêj bike. Jixwe ji zû de ye dema ku keseke biemr dipeyive, baş bala xwe didimê, bêtir ji bo kurmancî helbet.

Ka deqeyekê bisekinin ez ê qurtek av vexwim û dewam bikim…

Welhasil ez vê carê ji we re nabêjim ku min filan nivîsar dixwend, filan tiştî bala min kişand, filan tişt qewimî. Lê ne ku ez tiştekî ji we vedişêrim. Ez wekî Burhan Tek nakim, çû ew çîrok ji me re negot, gelo ew çi çîrok bû ku wî nivîsî “Ez vê çîrokê ji we re nabêjim”. Belkî wê çîrokê jiyana hinekan biguherta, belkî wê çîrokê edebiyata kurdî biguherta, belkî wê çîrokê ez biguhertama. Ma evên ku behsa perîkên pinpinîkan filan dikin tev çîrokan dibêjin qey! Ez carinan çîroknivîsan gelekî bêpaxav û xemsar dibînin, çima li van hemû ihtîmalan nafikirin, çi heqê wan heye li van hemû ihtîmalan nefikirin, ma ji xwedê natirsin li van hemû ihtîmalan nafikirin, lê ma ji bo çi, lê ma ji bo kê… na wele ez nehatime ji nav şer, lê şer di nava min de ye. Li vê derê maneya daçekan bi temamî diguhere, divê zimannas, gramernivîs û nivîskarên kurd baş vê yekê li ber çavan bigirin. Îzafekirina daçekan maneya wan diguherîne; “di nav me de” û “di nava min de” ne heman “nav” in, “di bin çente de” û “di binê çente de” ne heman “bin” in. Bi tirkî bi dorê maneyên wan ev in: “aramizda, îçîmde, altinda, dîbînde”. Îcar radibin hemûyan îzafe dikin, nabe, nabe, nabe!!! Daçek qirmizî çizxîya min in, ez tu carî li ser wan qebûl nakim! (Daçek pirjimar qirmizî çizxî yekjimar e, hişê min li hev ket, gelo divê wisa be hevok: Daçek qirmizî çizxîya min e. Heger peyvan “daçek”ê bi awayekî hatiba pirjimarkirin, bawer im ev pirsê nehata hişê min. Ji ber ku bêpirs û sergêjî mirov dikare bibêje “Pêşiyên me, roniya çavên me ne!” Li gor vê yekê em daçekan pirjimar bikin “Daçekên me qirmizî çizxiya me ne.” Mesele baş li cem min zelal nebû, lê wekî divê pirjimar be.)

Çîrokbêjekî hêlîna xwe di serê min de çêkiriye. Bela xwe bi min dide, mudaxeleyî gotin û nivîsîna min dike. Ez tam dikim tiştekî cidî bibêjim, tê dibêje fîst û rengekî çîrokî dixe nav gotina min. Çendakî berê qaşo min dikira nivîseke lêkolînê/analîtîk jehr û ziqûm binivîsiya min dît tew wa ez behsa pîrka xwe dikim. Ma Şener Ozmen jî wer nake rehme! Çûye çîrokek bi formata meqaleyê nivîsîye. Yaw çîrok çîrok e, meqale meqale ye, ev hûn dawa çi li van sînoran dikin, ma qey welatê we tenê bi sînoran bûye neh deh parçe! Min çîrokek xwendibû ku tê de her mehelek bi sînorekî ji yên din hemûyan veqetandî bû û hemû şêniyan ji sînorên xwe pir hez dikir, ew bi gul û gulîlkan dixemilandin. Ê me ancaq kul û kulîlk… Înan Eroglu jî çûye têbînî yanî jêrenot kiriye çîrok! Ma ev têbînî ne ji bo wê bûn ku agahiyan bidin xwîneran, ma ne navbeynkar bûn, şêmûg bûn, ev çawa ew bi xwe bû fîksiyon, yeqîn Înanolo lo lo lo çav berdaye wî pirtûkxanevanê kor. (çaxrişimên muhtemel: Yeqîn H. û strana “Seyrana Seyranî me”)[1]

Min çi digot… Ha min got ev Kovan Baqî jî çav berdabû zilamekî ku navê kitêba wî navê lîstikekê bû û kitêba wî jî wekî wê lîstikê dihat xwendin; xwe ji beşekê hupî beşeke din dikir, ji wê jî yeka din, ji wê jî yeka din û vedigeriya yeka din,[2] herî dawî ez ne şaş bim got ka bisekinin ez cixareya xwe pêxim. Em hîn li bendê ne ku pêxe! (Binêrin ez ne wekî wî me, piştî qurta ava xwe min dewam kir, hûn heta hetayê li benda min neman!) Dagîrsand gelo? dagîrsandin! (Ez li vir dikenim)

Bikaranîna gotinên kêmpeyda, xerîb yan ji zarekî din (tevî ku berginda wê di kurmancî de heye û neçêkirî ye û malê gel ê sedsalan e)[3] taybetiyeke ergenan, nûgihîştiyan e. Baş tê bîra min gelek sal berê ev nexweşî li min jî peyda bûbû. Lê hemd ji Xwedê re min xwe jê xelas kir. Lê belê wer xuya dike ku hin nivîskarên me dê tu carî jê xelas nebin… Kî bîra xwe û belam, belam yaw belam, îja belam, merheba belam!!! Îmana min xisûsen ji vê gotina “belam” diçe.

Min çi digot ev Baqî, ev zilamê ku exlaq û fedî di edebiyatê de nehiştiye, dihere lehengê xwe di malzarokê de bi cih dike, kitêbên xwe ji bo qehpikan dinivîse û nizanim çi û ne çi… Eviya ew lîstik xist kitêbeke xwe, lê belê rabû ev ji adetê derxist, qet nebe ewiyê din em ji derekê hup dikirin derekê, lê a soxî me zanîbû ka em li ku ne, lê eviyê han her tişt tevlihev kir, ne xêzik man, ne malik…

Welhasil min twîtter ji bo demekê sekinandibû, bêhemdî min bi temamî hatiye girtin û nexwazim berî ku vê ziqûmê biqedînim ji nû ve hesabekî vekim. Ez ê çend twîtegotinan li vir bikim.

Xeyba Şener Ozmen romaneke ecêb e, divê qetiyen bê xwendin, van deman serê xwe pê re diêşînim. Baş e ku edebiyata kurmancî Şener Ozmenek heye.

Mala rexnegir/nivîskar/romannivîsê me Lokman Polat ava be ku li ser gelek romanan nivîsiye, ez gelek zewqê ji nirxandinên wî distînim, carinan jê hîn dibim, carinan dimizicim, heta carinan bi hakehak dikenim. Ihtiyaca me bi projeyekê heye ku qet nebe kurtasiyên romanan bên amadekirin, da ku vekoler li gor naverokê ji bo armanca xwe wan hilbijêrin û bixwînin.

Ma mirov ji ber karakterekî romanekê şerm dike? Belê mirov şerm dike! Min bi xwe şerm kir. Di romana Firat Cewerî Marîa melekek bûyê de dema ku krîmonolog û romannivîsê navdar ê romanên dedektîfiyê ê swêdî Leif G.W. Persson, ji romannivîsê bi navê Firat Cewerî dipirse bê ka wî romana xwe bi kîjan zimanî nivîsiye, Ceweriyê karakterê romanê dibêje: “Bi zimanê qedexe!” Min wekî kurdekî ji ber wî karakterî, ji ber xwe şerm kir. Min ji ber vî ruhê mexdûr şerm kir! Mirov tiştekî ecêb e, ne wisa, ji ber karakterên xeyalî jî şerm dike!

Ez ji Ferhadê Mihemed hinekî aciz im. Min kitêba Mehmed Uzun Tu bi serêşandineke mezin ji bo Îthakiyê redakte kiribû, hûn çapa dawî bixwînin, hûn ê ferqa wê ji çapên berê baş bibînin. Selê heqê weşandina kitêbên Uzun stend, her du weşanxane li ser vê mijarê pevçûn hwd. Ferhad ji bo weşanên Selê kitêbên Uzun amade dikirin. Camêr telefûnî min kir got Îthakî dosyeya kitêbê nade me û li cem kesî jî tune ye, te serast kiriye, tu yê karibî ji min re bişînî. Ez hinekî dudilî bûm ka ez a redaktekirî bişînim yan na, ji ber ku ew bi keda min çêbûbû lê wê navê Ferhad li ser biketa. Neyse ez fikirîm, min got de bila xêra min bigihîje xwîneran, bila bi redaksiyoneke xweşik bixwînin, min jê re şand lê bi şertê ku nusxeyeke kitêbê ji min re bişîne. Va ye sal û nîvek çêbû hîn Ferhad kitêbê ji min re dişîne! Carek din ji bo Mirina Kalekî Rind dîsa telefûn kir, min jê re got kitêb nehat, camêr got min ji weşanxaneyê re gotiye. Ev e qîmeta ku em didin keda hev! Bêexlaqên weşanên Îthakiyê navê min wekî serastker li ser Mirina Kalekî Rind jî xistiye, çavê min pê neketiye, min serast nekiriye, ji şaşî û kêmaniyên wê ne berpirs im, bila haya raya giştî jê hebe!

Van deman îja haîkû bûne mode, çi xaleyeke pîroz li dora wan çêdikin! Dilê min hebû li ser wan çend galgalan bikim, lê mirov ji cihekî pê ve ji hemû lîstikan dikerixe, bila bimîne careke din. Xweziya min bi dilê wan kesan ku tu carî ji lîstikan nakerixin…

Reklam: Herî dawî min polemîkek li ser kitêba Firat Cewerî Li Mala Mîr nivîsî û engaşt kir ku berevajî etîketa ser wê, kitêb ne roman e. Kerem bikin, ev lînka nivîsê ye:

http://jms.artuklu.edu.tr/tr/pub/issue/68912/1079177

http://jms.artuklu.edu.tr/tr/download/article-file/2275419

 



[1] Têbîniya vala. Ma şert e ku em her tim tiştekî li têbiniyan bar bikin, bila ev jî vala be hema. Aha xwedê zane ev jî vala nema!

[2] Ferhad Pîrbal jî di çîrokeke xwe de tiştekî nêzî vê kiribû.

[3] Li vir divê mirov diyar bike ku ji bo gotinên nûçêkirî, bi taybetî yên zanistî em dikarin yên soranî tercih bikin ku ji zû de cihê xwe girtine. Lê ji bo gotinên rojane ku kurmanciya wan jixwe heye, tercihkirina gotinên soranî bi tenê xwîneran ji xwendinê dûr dixin. Jixwe halê me û zimanê me li meydanê ye, divê em karê xwîneran zehmettir nekin.

 

** 

Hin nivîsên Umran Aran ên ku berê di Diyarnameyê de derketine:

- Marcel Proust û Ereb Şemo 

- Baş dibe! Baş dibû! Her ku diçû kurmancî şaş dibû! 

- Pirsgirêka Binavkirina “Dersên Hilbijêrkî” 

- Umberto Eco û Remezan Alan yan jî çima Saturn bi ser neket?

- Stratejiyên Cihguhertinê û Hevokên Kompleks di Kurmancî de

- Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de

 

***

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com         

  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bob Dylan rekor şikand

ad

Dilawer Zeraq: Nivîsandina kurdî rûtemek e

ad

DBP di kongreyê de wê meseleya Xweseriyê xurtir bike

ad

Di fûarê de ev pirtûkên kurdî herî zêde hatin firotin

ad

Li Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê rêveberên nû hatin peywirdarkirin

ad

Lemanê berga xwe bi zem xemiland

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname