logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Sadînî: ’Mîrnameya Hekarîyan’ ne behsa mîrekiyek, behsa dewletek dike

Nivîskar M.Xalid Sadînî pirtûka Temerxanê Yazîcî ya bi navê “Mîrnameya Hekarîyan” ji farisî wergerandibû û kurtedemek b

  • Dîrok: 25/06/2022
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Nivîskar M.Xalid Sadînî pirtûka Temerxanê Yazîcî ya bi navê  “Mîrnameya Hekarîyan” ji farisî wergerandibû û kurtedemek berê cilda wê ya yekemîn ji Weşanxaneya Peywendê derxistibû. Ji bo danasîn û îmzekirina pirtûkê roja 25'ê mehê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê gotûbêjek li dar ket.

Di gotûbêja ku rojnameger Mevlut Oguz moderatoriya wê kir de Sadînî pêşî qala çîroka pirtûkê kir û got ku dema hê 22 salî bû hay ji berhemê çêbûye lê paşê hatiya girtin, dema girtî bûye jî her di bîra wî de bûye û ji ber ku pirtûk bi farisî bû ji bo vê li hundir jî farisiya xwe pêş xistiye.

‘PIŞTÎ ŞEREFNAMEYÊ PIRTÛKA LI SER DÎROKA KURDAN’

Li gor gotina Sadînî 'Mîrnameya Hekarîyan' di sala 1663’yan de wekî destnivîs bi farisî hatiye nivîsîn û heta niha ne bi farisî, ne bi zimanekî din nehatiye çapkirin û yekem car bi kurdî hatiye çapkirin. Sadînî piştî tê berdan diçe cem malbatê ku ev destxest li ber destên wan e. Sadînî wisa got, “Wê çawê hê ev telefonên niha tune bûn, tabletek ji bo min ji Amerîka hatibû. Me aliyek de sohbet dikir, çay vedixwar, nan dixwar min jî fotoyên rûpelan dikişandin. Çar saetan de min hemû fotoyên rûpelan kişandin û çar rojan çengê min tevizî mabûn.”

‘NE QALA MALBATEK, QALA DEWLETEK DIKE’

Sadinî qala naveroka pirtûkê dike û dibêje, “Piştî Şerefxaneyê ev pirtûk raste rast pirtûkek li ser tarîxa kurdan e ku bi berfirehî hatiye nivîsîn. Temerxanê Yazîcî wê demê bi xwe tiştên dîtiye, rewşa wê demê nivîsiye. Ev pirtûk bi xwe ne behsa mîrekiyek, malbatek, behsa dewletek dike. Qala 12 hezar eskerên xwedan çek dike. Di pirtûkê de gelek dîrok hene, dema qala kesek dike dîroka wê jî dide. Ferqa vê pirtûkê û ji yên din ev e. Dema em belgeyên wê demê û vê pirtûkê didin ber hev, agahiyên dîrokî yên têde hev digirin. Loma wekî belgeyeke dîrokî jî dîroknivîskar dikarin jê sûde bigirin.”

Sadînî ji bilî agahiyên din qala çîroka zewaca keça Şerefxanê Mîrê Cizîrê û kurê Mîrê Hekarî Zeynel begê jî kir ku pirtûk bi berfirehî qal dike. Sadînî ev beş xwend ku di vê beşê de wisa agahiyên daweteke çîna jorîn dane, “Bi baran zêr û cewher girê dan, zêr û qumaş tije kirin heta ber derî. Ji bo yên hatine serdana dawetê wisa diyarî li wan belav kirin ku sê salan têra xerckirina wan hebûn. Bi sêlekan zêr belav kirin ji bo feqîran.”

Li aliyê din Xalid Sadînî qala sînorê Mîretiya Hekarî jî kir û ji bo zimanê wan jî diyar kir ku wan her kurdî bikar aniye, mîr ferman daye ku bi kurdî bidin û bistînin, loma jî navbera mîran de sohbet û name hemû bi kurdî bûn, lê têkiliya di navbera wan û farisan, osmaniyan de bi farisî, erebî bû.
Piştî gotûbêjê nivîskar Xalid Sadînî pirtûk ji bo mêvanan îmze kirin.


Cilda yekemîn a Mîrnameya Hekarîyan ji Peyywendê derket. Sadînî li ser cilda din xebata xwe didomîne.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Avestayê Kuliyata Ehmedê Xanî

ad

Cêwî jî beşdarî Festîvala Cannesê bûn

ad

Amedspor li Kocaeliyê bi 2-0 têk çû

ad

'Wonder Woman 1984' hat bipaşvexistin

ad

'Divê partiyeke wekî BDP'ê tune be'

ad

Pirtûkdanka Aştiyê ya Dayika Taybet Înan hat vekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname