logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn

  • Dîrok: 10/11/2022
  • Beş: Serbest

Îhsan Bîrgul

Sê meh berê 7 heb komeleyên heremî dest didin hev û li hemberî rewşa heyî ya komeleyan dibêjin komeletî tenê ji şïn û sersaxiyan pêk nayê. Ev bajarê xwediyê kesayetên wekî Ehmedê Xanï, Evdalê Zeynikê, Şakiro û Mele Mehmûdê Beyazidî divê bi layiqê şana were nasandin. Da ku dost jî binasin dijmîn jî. De kerem kin em werin ser meseleya beşdarbûna fûarê çend gotinên di derbarê federasyonê de

Nêzî mehekî berê hevalekî min ji min re telefon kir, got em wekî "Federasyona Çandê A Agiriyên Li Egeyê" li Fûara Pirtûkan ya Îzmîrê standê vedikin û em ê nivîskarên ji Agiriyê vexwînin. Em dixwazin tu jî werî û em sozekî ji te bigirim. Piştî ev gotinên wî min bi dilekî sar got, “Erê temam ez jï têm.” Sedema dilsariya min zanîn û azîneyî me yên di derheqê komeleyên heremî de bû. Çimkî piraniya wan komeleyan ji der û dora bazirganiyê pêk tê. Di nava xwe de kesekî hal û wextê wî xweştir an çar merivên wî zêde hebin dikin "başqan". Xilas bû çû. Xebatên wan ên sereke jï çûyîna şînan, beşdariya kokteylên vekirina kargehan…

Çend rojan bi şûn de ji bo kîtekîtên bernameyê hîn bibim bi rêya telefonê li serokê federasyonê geriyam. Me li ser bernameyê çend deqeyan xeber da. Tiştê bala min kişand axaftina serokê federasyonê nedişibiya ya wan "başqan"ên din. Meriv dizanibû hubr li bin zimanê wî ketiye.

Ser axaftina me ya telefonê re bi qasî hefteyekî borî bû, li Kemeralti bernameyeke me ya helbestan hebû. Min û serokê federasyonê û cîgirê wî me li wir nasiya xwe da hev. A rastî, rasthatina me ya wir nişkeqavî bû, yanî tesadufî. Me li wir dît ku serokê federasyonê û cîgirê wî ne wekî wan "başqan"ên din in. Bi zanebûna xwe, bi henek û germiya xwe ew dilsariya di dilê min de rakirin û min got meriv bi van camêran re dikare here her derê…

Wekî hûn dizanin fûar di navbera 28'ê cotmehê/kewçêrê û 6'ê sermawezê de bû. 30'ê Cotmehê roja yekşemê dora bernameya îmzeyê ya min bû. Piştî me li ser standa bi pirtûkên kurdî, tirkî û îngilizî xemilandî cihê xwe girt, me firq kir ku ev organizasyon bi çi dilgermiyê hatiye çêkirin. Ne fermî lê bi sekneke cidî, henek pir bûn lê edeb di asta kor de bû. Her kesî karek dikir lê kesî karek nedida pêşiya kesekî. Eger yekî karek ji yekî rica bikira jî bê kêmanî ew kar dihate cih. Gotina dibêjin em malbatek in di vir de tam bûbû û rih û can girtibû.

Gelek tiştên balkêş rû dan lê ya herî balkêş û xwedîqîmet rengê standê yê kurdî bû. Çimkî cara ewil bû komeleyeke heremî ya kurdan beşdarî fûara pirtûkan dibû. Û ser de jî bi pirtûkên kurdî jî. Jixwe sê dezgehên kurdî hebûn. Yek ji wan jî standa federasyonan bû. Hezkirina serokê federasyonê ya ji edebiyatê taybetî ya ji helbestê û xurtbûna têkiliyên rêveberên federasyonê yên civakî rê li pêşiya mirovan vekir ku berê xwe bidin standa federasyonê. Tevê van mêvanan gelek kesên naskirî yên ji derûdora edebiyat û siyasetê jî hebûn. Li gel nivîskarên kurd gelek nivîskarên tirk yên wekî Tugrul Keskîn û siyasetmedar û aktîvîstên wekî Ertugrul Burka jî serdana standê kirin. Her wiha niviskarên kurd yên ne ji Agiriyê; Şeyhmûs Dîken, Receb Dildar û gelekên din jî stand bê silav nehîştin. 

Ew germahiya ser standê û rengê wê yê kurdewar ji kurdên hatibûne fûarê bû deriyê kurdî yên sêyemîn. Li gel Weşanên Nûbiharê û Pirtûkakurdî standa Federasyona Çandê ya Agiriyên Li Egeyê bûbû navnîşaneke kurdî. Gelek kurdên ji bajarên cur bi cur jî hatin standê û bi rêveberan de têkildar bûn. Mînak; keçeke ji Midyada Mêrdînê wexta ber standa me re derbas bû, sekinî û got, “Cihê lê kurdî hebe divê meriv jê derbas nebe.” Hat, pirtûkên kurdî kirîn û bi me re sohbet kir. Dîsa gelek ciwanên Agiriyê li van deran zanîngehan dixwînin an jî li vir hatine dinê, bu awayekî xwedîderketinê nêzî standê dibûn. Û ji bilî van tiştan gelek tiştên din jî qewimîn. Yên xweş. Em ê bi wextê re wana jî binivîsin…

** 


Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê 

- Mêrê Zivistanê 

- Bûka Ecem, Xwesûya Kurd 

- Etarê Sêrtê

- Kilam û kesera dayika min

- SMS'ên keçikên berê

- Murîdî û Netewehezî

- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- 
Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in

- Dêrikî û Qumara bi Mêşan 

- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî... 

- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî 

- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe 

- "Sofî û Monîka" 

- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan 

- Nameya ji Bêrîtana min re! 

- 'Birazî ka klamek Şakiro veke' 

- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet 

- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin! 

- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe! 

- Şengal û parastina kurdên êzîdî   

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tîma La Lîgayê tê Hewlêrê

ad

Li Mêrdînê şewatek din (Hat nûkirin)

ad

'Bi xatirê te birê min' hat nîşandayîn

ad

Baluken: Em xweseriya demokratîk pêşniyar dikin

ad

Hevserokên KCD'ê diyar bûn: Irmak û Dîcle

ad

Biryara desteserkirina hemû serweta Mistefa Kazimî hat dayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname