Biwar Nûredîn / Silêmanî
(Pêşkêşî Newroza mîlyonî li Amedê)
Ho ho Ameda dûrî destê min
Lê lê sûr û sora dîroka dûr dirêja min
Hê hê, dîroka kenarketî bê naz û nûza min
Wey looo, bajarê zindî, dil zivir û pir pesta min.
*****
Di Newroza îsal de
Çengek nêrgiz ji te re dişînim
Ku ne gulên buhara me ye
Ne bi rengê zer û sipî ne
Şiyayî cejna pîroz e
Û ne jî nîşana zindîbûna xakê ye!
Serçileyê buhara Kurdî ye…
Nêrgizên vê salê
Bejin kesk in û pel sor in
Li bakurê asîman de çeker e
Û di bîbika çavên Karwan Kuje de de bişkifî ye
Cerg û dilê vê rokê ye…
Nêrgizên vê salê
Temenê wan hezar sal in
Gulên ser in, mizgîniya mirina dijmina ne.
Mertalê sînga keça ne…
Li Qendîlê, têr, têr berf vexwarine
Bi hezarên soravan xwedî bûne
Bi sirûd û laylaya mezin bûne
Ji çiyayê Helkurd derketine
Ji Kef û kula kîmyayî û toz û axa enfalê derketine…
****
Lê lê, hê hê, wey lo…
Qefda nêrgizên vê salê
Bi amêza herî kevnar û westana Babe Gurugur guzerê dike
Û dibe meşxeleke vêxistî
Mija memikên azadiyê dinoşe
Bi bazekî bilind firyayî re
Difire cem we
Agirê sor î çarşema sor a vê salê
Ji we re vêdixîne…
****
Li baweşa niştiman de
Diçime xeweke şêrîn
Bi ser her sînorên têlrêsayî yên rojhilat de
Dibezim, û qilçixên wan tûjtir dikim
Yek bi yek wan tûj dikim
Wan sitriyan hemûyan bi gulrêj dikim.
Belkî bi zûtirîn dem di xeweke şêrîn de li jêrî piyên niştiman de
Gul bi gul, di destên yek mîlyon law de bibînim
Wan bikine mertal û welatê çend mîlyon keç biparêzin…
*****
Hê hê…
Ha li vir
Li asîmanekî pembeyî de
Bazekî sor dibînim
Ku xwarî agirekî sor dibe
Ji sitêrekê li xwe sortir digere
Ku bîbikên çavên wî
Qefdek nêrgizên cerg reş hilgirtine
Di awaza fira xwe de
Azadiyê dike sirûda Newrozeke sor
Her ji vir û heta bi wir
Newroznameyan ji me re dibêje….
(Ev helbest di 19/3/2012an de bi zaravê Soranî hatiye nivîsandin)
Guhestina ji Soranî: Yasîn Hisên
***
Têbiniya Diyarnameyê: Di Diyarnameyê de beşeke taybet ji bo helbestan tuneye loma heta niha me helbest neweşandine, em naweşînin. Ev helbesta ku Yasîn Hisên ji soranî ji bo kurmancî veguhastiye ji bo berxwedana Newroza îsal em diweşînin.


