logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Her rû bi qasî qilêra xwe spî ye

Dilgeş, Sozdar û Roza, qareqterên sereke yên romana Omer Dilsoz a bi navê “Bêhna Ax”ê ne.

  • Dîrok: 01/04/2012
  • Beş: Serbest

Dilşêr Bêwar

Dilgeş, Sozdar û Roza, qereqterên sereke yên romana Omer Dilsoz a bi navê “Bêhna Ax”ê ne.
Dilgeş: Kurdek nivnivîskar û nû ji zindanê derketiye hewil dide bi jiyana piştî zindanê re li hev bike ango bijî lê jiyan guheriye hiç tiştekî wekî berê nemaye û evîndarê Roza yê kevin e û hêjî di dil de agirek gur geş e. Dilgeş di heman demê de kesek sêwî ye.
Sozdar: Şervanek birindarî dîl ketiye, piştî dîl ketinê her cure îşkence û xerabî li ser bedena wê hatiye ceribandin. Ji ber îşkence û êşa birînê piştî salan ji neçarî li xwe mikur tê û dibe îtîrafkar piştî demek serbest tê berdan.  Ne dê maye ne bav û ne bira tevan dema li çiyê bûye ew red kirine. Li starek diger e.
Roza: Evîndar û berdilka Dilgeş lawikê gundî ye. Bi destê dê û bavê xwe bi kalek  dewlemend û nemêr re hatiye zewicandin. Xwedan bijiyek (pîç) ji tiyê xwe yê bi navê Edo ye. Wekî ji tabloya jor jî diyar e qareqterên me tev binketîne di rastiya xwe de em bixwe ne.  Omer vê mijara nazik digre dest û tevnê xwe dirêse û rêya hersê qareqteran li bin banê apartmanek digihijîne hev. Kurt û kurmancî çîroka romanê ev e, ez bawerim hewce nake em bêhtir veçirin çîrokê.
 Ji vir berî 5 salan min ev romana mişt ji peyvan hatiye dagirtin ji ber bişaftina gawir min  bi darê zorê xwend, ez  mecbûr bûm her rahêjim ferhengê û peyvên min hiç nebihistîbûn hîn bibim û bixwinim. Niha piştî pirtûkên berdestê min qediyan min berê xwe da nava refê pirtûkên xwe yên hindik lê rindik û çavê min li ser hersê romanên (Hêviyên birindar, Bêhna axê û Neynika Dilî) Omer Dilsoz sekînin. Piştî mêzekirinek kurt min rahişt romana duyem ango Bêhna Axê û lê çerixîm di sê şevan de xwend.
Omer wekî mêşhingivek ji dilê ferhenga xwe ya dewlemend mêtiye û tûrikê xwe yê ji  peyvan  dagirtî xelek bi xelek bi hev ve girêdayî li ser rûpelan raxistiye û pêşkeşî me kiriye. Omer pişta xwe daye axê ango gund û wekî kalek dewra berê ji xwe bawer tevna xwe dirêse û di vê navberê de jî guhê xwe li ser ahenga dengên hevokan de  bel kiriye. Diyar e nivîskar gelek li ser berhema xwe xebitiye, gelek caran di ber çavan re derbas diriye. Derûniya qareqteran xweş zeftkiriye. Bê ku qareqterên xwe yên ketî (li gor civaka heyî) sûcdar bike û bikeve dû reşkirina wan bi awayê siyasî. Bi xwe li xwe mikurhatina qareqteran re tawanê cîvakê li bin guhê erdê dixine bela wela dike û dibêje tu kes ne pîroz e. Ne qareqterên xwe serberjêr dike û ne jî wekî xwedayek dide nasîn.  Bi kurt û kurmancî dibêje; her rû qasî qilêra xwe spî ye. Ji ber êş û trajediyan gelek caran mûyên canê mirov wekî strî radipelikin û merû ditevize. Hin caran jî bi şewheta qareqteran ve li ser sêla sor dibirije hin caran jî di nava atmosfera romantîk de merû digevize. Ken, girî û poşmaniya jiyana ji dest çûyî  serdest e carnan. Rê gelek caran li ber wan tê girtin lê qarekter her di tarîreşkê de xwe li çirûskan digrin û dijîn, li berxwe didin.
Ma gelo di pirtûkê de hîç lawazî nîn e bêguman hene û ezê li gor xwe wan rêz bikim.
1. Qey  tu divê leza qareqteran heye gotinê ji devêhev direvînin.
2. Di dema diyalogan de nivîskar xêzek bikarneaniye û bi diyalogan re nivîskar dikeve nava axaftinê, ev jî mirov aciz dike. Ez bawerim ev jî  ji ber teknîka nivîskar bikaraniye re têkildar e.
 Mînak:
 “Ez jî ditirsim Sozê” got Dilgeş,
“Çii?” bi xwînsarî pirsiyar kir wê û dûre lê zêde kir.
“ Ji tirsa te” bi dilsarî got Dilgeş
“Çawa?” pirsyareke din kir Sozdayê….
3. Ji bilî çend car dengê Roza yê hîç dengê jinane tune ne an jî ez ji ber atmosfera heyî li newarqilime.
4. Hemû qareqter ji hev baqiltir û têgihiştîtir in, ev jî dibe ku  ji ber êşa jiyanê pêk were . Zimanê vebêjêr û qareqteran hema bêje yek in.
Encam: Bi tevî kêmasiyên min li jor vegotin pirûk hêjayî xwendinê ye. Min bi kêfxweşî di sê şevên zivistana çavrijyayî de xwend ango xwe li ber germ kir. Pirtûk bi serbilindî dibêje ez jî heme li diwana bilind a romanên kurmancî a heyî de. Roman li benda xwendina xwînêr jêhatî û veçirandina rexnekaran e. Ez bawerim pirtûk hê ji bê bikaranîna ferhengê xwe nade xwendin.

 

***

Nivîsên Dilşêr Bêwar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- ‘Mistek Jiyan’
- Li peravên torê torên evînê


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DÎSK'ê meşa Taksîmê betal kir

ad

Di Tîrojê de "CHP û Kurd"

ad

Kovara ‘Kurd’Inalco’ derket

ad

'Nehiştin em herin Wanê'

ad

Ataturk: Kurd, dê xwe bi xwe bi rê ve bibin

ad

Baydemîrî bi zarokan re futbol lîst

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname