Tayîp Temel*
Carna li dorhêla herî serbest jî mirov xwe azad hîs nake. Carna jî çar alî dîwar bin jî mirov xwe wekî çûkekê azad serbest dihesibîne.
Têgeha “azadî” û “zindan” dijberî hev tên zanîn. Yek a din ji holê radike. Wisa tê famkirin û zanîn ku dema “azadî” hebe, “zindan” tune ye, dema zindan hebe azadî ji holê radibe.
Lê em dizanîn ku “azadî” wekî têgeh rewşeke firehtir pênase dike û ne mimkûn e ku bi zindankirinê ji holê bê rakirin. Her wiha “zindan” jî ji hebûna çar dîwaran wêdetir e û ji bo ferd-civakê rewşa korefahmiyê vedibêje. Windakirina mercên fikra azad, îfadekirina wan hizr û ramanên resen û ji destçûyîna zemîna pêkanîna wan bîr û boçûnan di jiyanê de, ji bo civakê felaket e. Bêguman qîmet û wateya azadiyê, herî baş dema ew ji dest çû tê fêmkirin. Ji ber vê yekê çi ferd û çi ji civaka ku azadiya xwe winda kir, heke hînî wê qefesa teng nehatibe kirin, ji bo azadiya xwe heta dawiyê li ber xwe dide. Jixwe ne mimkûn e ku civakek bi temamî bê kolekirin. Tovên azadiyê her tim zindî ne di nav civakan de.
Azadî têgeheke civakî ye, heta sosyalîteya mirov neyê tunekirin, ne pêkan e ku azadî ji holê bê rakirin û mirov bê zindanîkirin.
Sartre dibêje; “Heke hûn îrade û qabîliyeta mirov a hilbijartinê jê bistînin, wê demê bi navê mirov tiştek namîne.”
Elî Şerîatî jî dibêje; “Zindana herî mezin a rizgarbûna ji wê pir dijwar e, ew e ya ku mirov bi xwe çêdike. Yanî ‘zindana xwe bi xwe ye…” Bi rastî jî zindana herî bi xeter ew e ya ku mirov pê nahese. Di rewşên wiha de, yê zindankirî wisa dihesibîne ku azad e. Bi mînakek zindî dixwazim vê mijarê zelaltir bikim;
Bilbilekê di qefesê de bifikirin. Pirsgirêka wê/wî sînorkirina qada jiyana wî/wê ye. Piştî demekê xwediyê bilbil deriyê qefesê vekirî dihêle û odeyekê ber bi bilbil ve ber dide, lê bi şertê ku ew ji sînorên odeyê derbas nebe. Piştî demekê bilbil, geh qefesa deriyê wê vekirî û geh jî hemû odeya bi ber wê ve hatiye berdan wekî qada xwe ya jiyanê nas kir vê carê xwediyê wê/wî pêngaveke din diavêje. Êdî bi şertê ku derî û pace girtî bin hemû avahî ji bilbil re serbest e… Gelo ma hîn jî pirsgirêka bilbil ne ew e ku sînor li dora qada wî/wê ya jiyanê hene?.. Tenê ferq ew e ku xeleka li dora wî/wê ango zindana wî/wê, li gora qefesê hineke din firehtir e. Mixabin bilbil; qefes, ode û avahî bi hev re bi kar tîne û lewre jî sistkirina xeleka zindana li dora wî/wê bûye sedema veşartina nepenîkirina pirsgirêka wî/wê ya azadiyê. Pirsgirêka wî/wê ya azadiyê nehatiye çareserkirin.
Pergalên desthilatdar û dewlet li dijî ferd-civakê heman rêbazê bi kar tîne. Yên di dereceya yekem de xetere dibîne dixe qefesan. Bi vî dîmenî peyamê dide civakê li dora wê dîwar çêkirine û gefan lê dixwe. Zindankirina mezin ew e ya ku bi xelekên fireh pêk hatiye. Çimkî pir zehmet e ku dîlgirtî bi wan dîwaran bihesin.
Gelê kurd bi salan e têdikoşe ku xwe ji hemû cure zindanan rizgar bike. Vê têkoşînê hişt ku kurd, çi fireh çi teng bi hemû qefes û dîwarên serdestan bihese.
Kurdan tahma azadiyê girtiye û zindan jî bûye qada azadiyê…
* Tayyip Temel ku Gerînendeyê berê yê Azadiya Welat, bû û paşê di DÎHA'yê de edîtorî kir niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de girtî ye


