logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Saziyan li dijî qedexeya li ser kurdî daxuyanî da

  • Dîrok: 23/06/2023
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Van deman konser, lîstikên şanoyê, bernameyên çalakiyên yên bi kurdî têne qedexe kirin. 12 saziyên ku li ser kurdî xebatê dikin li ser van qedexeyan daxuyaniyeke belav kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ku hat belavkirin de wisa hatiye gotin, “Ziman bingeha neteweyekê ye. Hebûna neteweyekê girêdayî hebûna zimanê wê ye. Ji ber ku dewlet dixwaze kurdan asîmîle bike, êrîşî zimanê kurdî dike. Wexta ku çalakiyek bi zimanê kurdî dibe, tê qedexekirin; wexta ku kesek li bajarekî rojavayê Tirkiyeyê bi kurdî xeber dide, rastî êrişan tê. Van rojên dawîn çalakiya bi navê “Çîrokên Xoresanê” ku dê ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê ve di 17ê Hezîranê de li navendeke çandê ya Şaredariya Mezin a Stenbolê bihata lidarxistin, bê ku tu sedemek were nîşandan, ji hêla qaymeqamiyê ve hate qedexekirin. Du roj piştî vê qedexekirinê di 19ê Hezîranê de şanoya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ji hêla Qaymeqamiya Tetwanê ve bê ku tu sedemek were nîşandan, hate qedexekirin. Tevî van qedexekirinan, di 21ê Hezîranê de hin kesan li bajarê Trabzonê êrişî karkerên kurd kiriye bi hinceta ku li stranên kurdî guhdar kirine.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi destê qaymeqamî û qeyûman êrîşî zimanê kurdî dikin û qada kurdî ya heyî jî tengtir dikin û wiha hat gotin, “Ev êrîşên ku li kurdî tên kirin parçeyekî polîtîkayên asîmîlasyon û krîmînalîzekirina zimanê kurdî ye. Di asta navneteweyî de ev cure polîtîka wek qirkirina zimanî û çandî tên binavkirin. Bi awayekî berdewam li hember zimanê kurdî polîtîkayên bi vî rengî têne cîbicîkirin. Ev polîtîkayên wiha li tu welatekî bi ser neketine, ew ê li hemberî zimanê kurdî jî bi ser nekevin. Qedexekirin û krîmînalîzekirina zimanekî aştiya nav civakê xera dike, hebûna demokrasiyê û çanda hevqebûlkirinê ji holê radike. Divê dest ji van polîtîkayan bê berdan. Em wek saziyên ku li ser zimanê kurdî xebatan dikin, em van êrişan şermezar dikin û destnîşan dikin ku tekane rê ji bo pêşîgirtina li êrişên bi vî rengî û pûçkirina wan ew e ku em xwedî li zimanê kurdî derkevin û her doza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin.”

Saziyên ku daxuyanî belav kirine ev in: 

Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed

Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan

Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere

Kovara Destar – Amed

 

***

Nûçeya Eleqedar:

- Di 3 salan de konserên ku hatine qedexekirin 

- Lîstikên kurdî yên ku hatine qedexekirin  

- Qeymeqamî çalakiya NÇM'ê qedexe kir

- Qeymeqamiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev rengên kurdan in, rakin!

ad

Piştî çalakiya Amed Sporê konsera Mem Ararat jî xedexe kirin

ad

'Di Wêjeya kurdî de rêwîtiya Aynur Aras' li dar dikeve

ad

Lîstikvanê navdar Erol Demiroz mir

ad

Pirtûkek nû: 'Ez çima nebûm serok'

ad

Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney îro dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname