logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Diljen Ronî: Ezê dev ji muzîka kurdî berdim!

  • Dîrok: 24/07/2023
  • Beş: Serbest

Diljen Ronî*

Di van demên dawî de, nîqaşek ji bo muzîka kurdî derketiye holê. Gazinên wekî “Ji ber ku piştgirî ji‏ ‏muzîka kurdî ya ez çêdikim tune ye. Ezê dev ji muzîka‏ ‏kurdî berdim, ger piştgirî bibînim ezê‏ ‏berdewam bikim” heye. Ji bo vê encamê di medyaya civakî de gelek kesan ev biryar rexne kirin. ‏Yên ku piştgiriyê didin hunermendên‏ ‏wiha difikirin jî hene, yên li dijî wan‏ ‏derdikevin jî hene. Ez rêzê ji raya‏ ‏her kesî re digirim, bêguman mafê van‏ ‏hevalên hunermendan jî heye. Lê belê… 

‏Salên 1987'ê ez 6-7 salî bûm. Di wan salan de min‏ ‏muzîka kurdî nas kir, ji xwe ez kurdî dipeyiviyam û bi her‏ ‏awayî zimanê min kurdî bû. Min ji bilî kurdî tu‏ ‏ziman nizanîbû û em zarok bûn me li muzîka‏ ‏zimanekî qedexe guhdarî dikir.‏

‏Sal 1995... Dema ku ez cara ewil çûm li‏ ‏Navenda Çanda Mezopotamyayê, ez bûm‏ ‏şahidê şert û mercên dijwar ku yên xebatkarên wê saziyê. Ji ber ku ew ne tenê muzîkjen, şanoger an hunermend‏ ‏bûn, di heman demê de bi eşqa zimanê kurdî parezerê zimanê dayîkê, çand û hunerê bûn. Pêvajoyeke‏ ‏wisa germ, ji dil, fedakar bû. Piraniya‏ ‏wan ji ber parastin û pêşxistina ziman û çand û hunerê hin ji wan ketin girtîgehê, hinek jî‏ ‏neçar man reviyan ji dervê welat. Ji bo muzîka kurdî‏ ‏pêş bikeve, bi zimanê dayîkê çand û hunera xwe bidomînin û bi taybetî ciwanan fêrî lêxistina enstrumanan‏ ‏bikin bi dil û can dixebitîn.

Di roja îro ez lê dinêrim, ez difikirim‏ ‏ku teknolojî ew qas pêşketi‏ ‏ye û hema bêje her kes dikare di her kêliyê de xwe‏ ‏bigihîne her tiştî û heta dikare li mala xwe ‏rûne û albumeke çêbike. Yanî piştî çend salan tu rabî û bikevî nav nîqaşeke wisa, welleh ez fêm nakim. ‏Helbet ji‏ bo  ‏hunermendek piştgirî û dîtina temaşevan‏ ‏pir girîng e ku min gelek caran di nivîsên xwe de nîşan daye ku gerek piştgirî hebe ku bazarek çêbibe û saziyên çand û hunerê rê li ber muzîka kurdî bi taybetî ya modern vekin. Lê dema ku mirov‏ ‏piştgiriyê nebîne, gotina “ezê dev ji muzîka‏ ‏kurdî berdim” ji gotina “ez dev ji‏ ‏xwe, yanî dev ji zimanê dayikê berdim” wekî hev in.‏ ‏Heger bibêjin “ezê dev ji muzîkê berdim”‏ ‏meriv vê yekê dikare fêm dike, lê‏ ‏dibêjin emê dev ji zimanê hunera xwe berdin.‏ Nizanim belkî ez şaş difikirim lê dilê min vê biryarê qebûl nake. Ez bawerim bi pê van gotinan dilê wan hunermendan jî diêşê lê belê ev rê xelet e.

‏Ma tirkek an îngilîzek ji ber ku piştgiriya‏ ‏gel nedît dê biryarek wiha bide? Dema ku ‏em muzîka ‏kurdî bi kar tînin em ji raya giştî destûrê distînin‏ ‏an dema stran û helbestên bi kurdî dinivîsin garantiya wê heye ku di nav gel de bê ecibandin?‏ Garantiya hunerê tune ye.‏ ‏Em nikarin vê mijarê dîzayn bikin. Ez bawerim gelek kesan jî ev biryara wan wekî tehdîdeke ji bo muzîka kurdî dîtiye. Ez mafên hunermendan heta dawî diparêzim lê ne bi vî awayî.

‏Rast e! Gelek kêmasiyên me hene. Min gelek‏ ‏caran di gotarên xwe yên berê de behsa‏ ‏wan kiriye. Hezkiriyên muzîka kurdî ji‏ ‏şêwazên nû dûrtir in. Kesên ku muzîka‏ ‏rojava çêdikin zehmetir e ku bigihîjin‏ ‏guhdaran û sedemên vê jî gelek‏ ‏in.

Kesên ku tevî hemû şert û mercên neyînî‏ muzîka kurdî çêdikin û li hemberî‏ ‏qedexeyan li ber xwe didin, berî‏ ‏her tiştî ji bo hurmeta ziman, çand û hunera me ye.‏ ‏Wana jî dikaribû dev ji vî karî berdin û bigotana‏ ‏''kes guh nade min" an jî bigotana "kes‏ ‏piştgiriya min nake" an jî "ez ditirsim muzîka kurdî çê bikim, ezê bêm girtin, tiştên xirab wê bên serê min…hwd" sedem çi be jî lê belê dev jê bernedan.‏

‏Ger Ciwan Haco ku di‏ ‏salên 80'yî de ji ber muzîka wî gelek dihat‏ ‏rexnekirin û digotin Ciwan, muzîka kurdî berovajî‏ ‏kiriye û heqaret lê dihat kirin, gelo wî dev jê berdabûya niha wê bibûya‏ ‏pêşengê muzîka kurdî ya nûjen?

‏Muzîka kurdî dengê dilê me‏ ‏ye. Ez di vê baweriyê de me ku ew hunermendên ku dibêjin emê devjê berdin jî nikarin devjê berdin û armanca wan jî pêxistina muzîka kurdî ye û belkî dixwazin probleman nîşan bidin û hişmendiyê çêbikin. Rast e, hişmendî pêwîst e ji bo vê mijarê, lê bi devjê berdana muzîka kurdî hişmendî çênabe. Gerek mirov berî her tiştî xebata xwe xurtir bike û çi ji destê me tê gerek em bike. Li gorî ‏min ev nîqaşek vala ye, ji ber ku em kurd in! Em dikarin dev ji dengê dilê xwe berdin? ‏Piştevanî hebe an nebe vê rastiyê‏ ‏naguherîne.

*Gazeteduvar


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Hîç' derket

ad

Bi kurdî gotin 'Hebûn an nebûn'

ad

Li dijî derbe û OHAL'ê eniya demokrasiyê kom bû

ad

19 lîstik li Amedê dibin mêvan

ad

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

ad

Ji Helîm Yûsiv pirtûka çîrokan 'Serdema Qazîmazî'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname