logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Di dilê Roboskî de 34 qurnefîl û Hawara Roboskî ya Edîb Polat

Berî çendeyekê ji bo panelekê ez çûbûm Wêranşarê. Piştî axaftinan pirsek ji min hate kirin: “Hûn çima helbestên evînê na

  • Dîrok: 30/05/2012
  • Beş: Serbest

Îlhamî Sîdar

“Ji pirsa, ‘berhemeke hunerî girîng e an birçîbûna deh hezar însan’, pirsa ‘deh hezar berhemên hunerî bi hejariya însanekî  tê pîvan an na’ derketibû.”
(Mîrovê Bêkêr, Niteliksiz Adam II, Robert Musil)

Berî çendeyekê ji bo panelekê ez çûbûm Wêranşarê. Piştî axaftinan pirsek ji min hate kirin: “Hûn çima helbestên evînê nanivîsînin?” Bi rastî ev pirs gelek caran ji min dihat pirsîn, heya hin kes ji ber helbestên min ez wekî êşfiroşek didîtim, lewra ligel helbestên min wekî êşên takekesî vebihewînin bêtin xuyakirin jî di kûrahiyên xwe de êşên mirovî vedihewandin, lewma jî ev pirs ne bê bingeh bûn. Min nexwest dûr û dirêj li ser sedeman bisekinim û serê guhdaran biêşinim, lewma min ev pirs raste rast bi helbesteke Pablo Neruda bersivand:

Û hûn ê bipirsin, helbestên wî
Çima ji xewnan behs nake, ji belgan
Ji volkanên qirase ên welatê xwe                                  

Werin bibînin xwîna li kûçeyan diherike                                  
 Werin û bibînin
Xwîna li kûçeyan diherikî                                 
Werin bibînin xwînê                                 
Diherikî li kûçeyan
                                 

Gava mijar helbest be bikaranîna metaforan wekî pîvaneke sereke xwe dide pêş, lê gava mijara helbestê an mijara hunerên bedew giş trajediyek be pîvanên pejirandî bi paş ve vedikişin û hestên mirovî dertêne pêş; lewra di van rewşan de dîmen bixwe metaforek e, metaforeke şilfîtazî, ji wateya xwe veçiriyayî. Wekî wêneyên Ramazan Ozturkî yên Helebçe, wekî wêneyên Hîroşîma û Nagazakî, a Auzstwich, a Saraybosna, a Filistîn a trajediyên li çarmedora cîhanê.
Di sedsala 21’ê de di dilê Roboskî de 34 qurnefil metaforeke şilfîtazî ye ku wekî 34 tîran li ser singa mirovî de çiqilî. Ez bixwe li hember dîmeneke ew qasî barbar lâl mabûm, hestên min ez di nav dojehekê de qufilandibûm, dest û pê girêdayî, ji hêsira çavan pê ve tu tişt ji destê min nehat; hêsirên min li gel hêmaya dayikên bi nalenal dilop dilop wek pêtên agiran bi ser dilê min ve niqutîn.  Bes min hestên xwe bi bistikekî sor li ser singa xwe qeyd kir.
Îca ez dixwazim em pirsa Musîlî veguhezînin pirsa “Sed hezar berhemên hunerî bi êşa yek mirovekî tê pîvan an na?”
Mixabin nivîskarên sedsala me (Nexasim nivîskarên me yên kurd ên nûjen ku bi meya modernîzm û anarşîzmê serxweş bûne) ew qas qurre û ew qas ji xwe qayil in, xwe ew qas mezin û mirovan ew qas piçûk dibînin ku dil nadin bi êş û azarên mirovan re serê xwe biêşînin. (Li vir silav dişînim ji Berken Bereh bigire heya Jana Seyda bi dehên hozan û nivîskarên ku bi çend rêzan be jî li ser rihê 34 qurnefîlan rondikan reşandine.)
Do êvarê (26 Gulan) li ser kanalan digeriyam, di kanaleka tirk de nûçeyek bala min kişand, dîmenek ji Stenbolê bû, keçeke ciwan li kadrajê cemidî bû, ji her du çavên wê rondik wekî tayên hevrişîmî dişemitîn, rondikên wê li kadrajê cemidî bû, dayikeke terhispî wekî spîndarekê terabibû erdê, bi erdê ve zeliqî bû, dayika terhispî li kadrajê cemidîbû; kesên li kadrajê xizmên 34 qurnefîlan bûn. Dîmen li kadrajê cemidîbû ez li ber dîmenê cemidî…
Piştî vê dîmenê min debar nekir û berê xwe da oda xebatê û min xwe li “Hawara Roboskî” a Edîb Polat girt (Nivîskar û rewşenbîrê hêja ku berî çend rojan pirtûka xwe ji min re şandibû) min xwe li “Hawara Roboskî” girt û di nav risteyan de li êşê geriyam, lewra ez êşperestek bûm.
Dîwanek nivîsandibû hêja Edîb Polat, dîwaneke ji 80 rûpelî pêkhatî. Wekî tê zanîn şaîrên klasîk ku mesnewiyan dinivîsandin hin qewimîn û bûyeran hîkayet dikirin, “Hawara Roboskî” a Polat jî dibe ku wekî van mesnewiyan bê nirxandin, bi ziman û vegotineke nûjen mesnewiyek lêkiribû: “Hawara Roboskî”. Min ew bi dilekî gelek hestiyar xwend, min nexwend lê dibêm qey min ew daqurtand; kela hestên min pê carekî din rabûn, dilê min pê carekî din ber bi dojehê ve gindirî.
Belê ev hawar ji 34 beşan pêkhatibû ku beş bi beş hejmara şerapnelan jî zêde dibû. Dîwan ji 34 şerapnelan welidîbû, ango ji 34 qurbanî, 34 şehîdan…
Fermo çend risteyên “Hawara Roboskî” ku ez ber bi dojeha mirovî ve kaş kirim: 
“Ne tiştek din barê me
Keda salê qûtê me”( r.8)

“Dayê ez hêj birçîme
Şorbenîskê deyne ser” (r.11)

“Dayê ez birîndar im
Bêhna şîrê te yê qusayî
Ji gewriya min tê”( r.16)

“Xwîna li ser wê berfê
Berfedimska ser sifrê” (r.21)

Mixabin di sedsala 21’ê de xwîna kurdan li ser berfan bûye berfedimska barbaran. Siheta te xweş hêja Polat, lewra te bi van her du risteyan trajediya dîrokî a kurdan bi awayeke gelek metaforîk daxistiye ber çavan.

Her wiha hozan bi trajediya Roboskî berê xwe dide êş û elemên dîrokî ku li ser singan wekî lateke tûjik rûniştîne : 
“Kaymaz û Onkol û Enez/Wa ye hatin b’lez û bez/Duran Boztaş û Ceylan/Bi mil hev girtin xwe hildan” 
“Dengê dîroka bi êş/Ji sewta Ehmed Arif/Sî û sê caran hat guhê birîndarekî”
Û berdewamî dide, ji Sînema Amûdê bigire heya şikestina Şêx Seîdê Kal ber bi dîroka bêyom ve diçe, dixwaze bi risteyên xwe hênkahiyek bireşîne, birînên bêkewîn bi dilê xwe yê xwînî aşt bike.
Bi kurtasî “Hawara Roboskî” ez gelekî hestiyar kirim û min xwest bi vê hestiyariyê çend peyvan binivîsim û hew, ji min nehat ku li ser poetîkayê hûr bibim û pênûsa xwe li ser hostetiya hunerê sor bikim, lewra “Hawara Roboskî” dawiya peyvê bû, jê û wêdetir belkî “Qorzîberên wêjeyê” tiştina lê  zêde bikin, lewra ji edebiyata şilfîtazî pê ve tu tişt ji destê me belengazan nayê.


(*) Hawara Roboskî, Weşanên Ronahî, 80 Rûpel, 2012, Amed.

ilhamisidar@hotmail.com

***

Nivîsên Îlhamî Sîdar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- ŞEVBUHÊRKÊN ŞEHRAZAD
- Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’
- Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
-

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes

news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

news

ELETEWŞÎ

news

'Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê'

news

Hogir Berbir: Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û

news

diyarname podcast#nûçe #çand#wêje#pirtûk#xwendin

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

news
  • 29 07 2026

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

news
  • 26 07 2026

Mêtîngeha kurmancî, bajarê Kolnê yê Almanyayê: Gelo em kurd “kolonîzebar” in?

news
  • 15 07 2026

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Bush portreyên xwe çêdike

ad

Îsal herî zêde me li van temaşe kir

ad

Ji PE'yê bo Şengalê name şandin

ad

Şakiro û dengbêjî

ad

Vane sê anketên nû ji aliyê sê aliyan ve

ad

Helbestek ji Mahmud Dervîş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname