Diyarname
Xelata Nobelê ya Aştiyê dan atkîvîsta îranî Nêrgiz Mihemedî. Li ser navê wê zarokên wê yên cêwî ku li Parîsê li sirgûnê de xelat girtin.
Ji bo dayîna Xelata Nobelê ya Aştiyê li City Hall a li Osloya Norwecê merasim li dar ket. Aktîvîsta mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî hêjayî xelatê hatibû dîtin lê ji ber ku li Îranê girtî ye nikarî here. Li ser navê wê cêwiyên wê yên 17 salî Alî û Kiana Rahmanî xelat girtin. Kiana Rahmani nameya diya xwe xwend. Mihemedî di nameya xwe de li hemberî "zilma xirab a hikumeta Îranê" ji bo piştgiriyê sipasiya rojnamegeran û çapemeniyê kir.
Li aliyê din Kiana Rahmani ku ligel birê xwe Alî di sirgunê de ye got ku îhtîmala careke din diya xwe bibîne gelek kêm e û got, "Belkî 30, belkî 40 sal paşê ez wê bibînim lê ez bawar nakim. Lê ev yek ne girîng e, ew dê her di dilê me de bijî û fikrên ku ji bo wan emê bitêkoşîn dê bo me bihêle."
Seroka Komîteya Nobelê Berit Reiss-Andersen jî di axaftina xwe de got: “Têkoşîna Nêrgiz Mihamedî dişibe têkoşîna Albert Lutuli, Desmond Tutu û Nelson Mandela ku dijî rejima Apartheidê têkoşîn dan."
Mihemedî piştgirî dabû çalakiyên "Jin Jiyan Azadî". Ew ji sala 2021'ê ve li Îranê girtî ye.

***
Nûçeya Eleqedar:
- Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Nêrgiz Mihemedî


