Diyarname
Di Dora 16'an a Euro 2024'an de îro roja diduyan bû. Ji van Îngilistan û Slovakya, Spanyayê Gurcistan têk bir û derbasî çarîk fînalê bûn. Çarîk fînal wê hê bi heyecantir be..
Îngilîz ji mirinê filitîn lê çepik ji bo slovakan
Îngilistan û Slovakya ji bo derbasî çarîk fînalê bibin hatin hemberî hev.
Îngilizên favorî nedixwestin ji tûrnûvayê veqetin, slovakên ku gelek caran hatibûn Dora 16'an lê nekarîbûn derbasî çarîk fînalê bibin vê carê dixwestin xeyalên xwe bînin cih.
Bi vî awayî maçek di asta normal de hat lîstin. Di deqîqeya 25'an de Slovakya gihîşt mirazê xwe: Schranz li ser navê tîma xwe gol avêt û bi 1-0 derketin pêş.
Bi vê yekê slovakan her ber xwe da, lê di îngilîzan de jî hêvî tune bû. Heta deqe 90 ji 10 şûtên îngilîz yek jê jî ne îsabet bûn. Hakêm Halil Umut Meler 6 deqeyên zêdek dan. Di deqe 90+5 de, êdî hema her kesî digot Slovak tên, îngilîzan tac bikar anî; goga ku hat pêş kelehê, Bellinghamê bi rovaşata ew şand nav torê: 1-1.
Bellinghamê ku li La Ligayê bûbû lîstikvanê salê, gelek caran bi vî awayî tîma xwe Real Madrid ji sêdarê rizgar kiribû, vê carê ji bo îngilîzan bû derman. Bellinghamê ku heta niha di maçên tîma xwe, yên tîma neteweyî de 5 can piştî deqîqeyên 90'î gol avêtibû, carek din bi ya xxwe kir. Maç bi 1-1'ê xilas bû. Û dest bi 30 deqeyên zêdek kirin. Di vê kêliyê, deqe 91'ê de vê carê Lîstikvanê navdar Harry Kane derket ser dikê: 2-1.
Di deqîqeyên din de slovakan firsend bi dest xistin lê nekarîn golê biavêjin, bi 2-1'ê Îngilistan bi ser ket û derbasî çarîk fînaLê bû. Îngiliz bi ser ketin lê slovakan çepik heq kirin.
Di çarîk fînalê de roja 6'ê mehê ligel Swîsreyê dê bilîze

*
Spanyayê Gurcistan têk bir, lê tirs xist dilê Almanyayê
Maça din a îro di navbera Spanya û Gurcistanê de bû. Jixwe favorî Spanya bû, di vê de pirsgirêk tune bû lê 4 gol jî belkî gelek kes ne li bendê bûn. Ligel gelekên ku Mamashvili pêşî li wan girt.
Deqîqeya 18'an de Le Normand ê spanyolî gol avêt keleha xwe, Gurcistan bi 1-0 derket pêş. Hêvî kete dilê Gurcistanê lê Rodriyê ku di Manchester Cityyê de jî ji dûr ve golan diavêje û tîma xwe ji xeleka dijwan derdixe, dîsa li ser dikê bû; deqîqe 39: 1-1. Nîveka yekemin bi vî awayî qediya.
Spanyaya bi sedî 80 zêdetir bi gogê dilîst di nîveka duyemîn de jî wekî bayê kete sehayê. Deqîqeya 51'ê de Fabian Ruizî, deqîqe 75'an de jî Nico Williamsî nişan dan ku Spanya tîmeke çawa ye. Û Olmoyê paşê ket lîstikê deqîqeya 83'yan de encam diyar kir: 4-1.
Bi vê yekê di çarîk fînalê de Spanya û Almanya bûn reqîbên hev. Her du tîm jî favoriyên mezin in loma jî ev maç wekî maça pêşfînalê tê hesibandin.
5'ê mehê ewê saet 19'an de ji bo derbasî nîv fînaLê bibin bên hemberî hev.
Not: Li Tirkiyeyê TRT maçan yekser belav dike.
**
Hemû notên li ser EURO 2024'an di vê lînkê de ne:
- EURO 2024
- Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!
- Fîkstur, komên tûrnûvayê û pûanên wan (ev her roj tê nûkirin)


