Diyarname
Rêzefîlmê ‘Le Bureau Des Legendes’ yek ji rêzefîlmên fransiz ê pir tê temaşekirin e. Rêzefîlm didome. Di rêzefîlmî de meseleya DAIŞ'ê jî digire dest û helbet di rêzefîlmî de endamên YPG û YPJ'ê jî hene. Ji Tirkiyeyê lîstikvana navdar Melise Sozen jî di rêzefîlm de be û Sozen rola YPJ'yiyeke lîst.
Di serî de gotibûn ev rêzefîlmê polîsiye ye û xeyalî ye lê bi vê yekê de berê xwe didin mijarên rojevî û niha jî têkoşîna kurdan a li hemberî DAIŞ'ê digire dest.
Ev rêzefîlm ji sala 2015'an ve tê kişandin. Di beşên sala 2016'an û ên dûre de Sozen jî lîstibû, niha li Tirkiyeyê ji ber vê hin derdor êrîşê lîstikvan Sozen dikin.
Rêzefîlmê "Le Bureau Des Legendes" di navbera 2015-2020'î de hat nîşandayîn.

Melîsa Sozen kî ye?
Lîstikvan Melisa Sozen di sala 1985'an de li Stenbolê hatiye dinê. Lîseya Pera Hunerên Bedew Beşa Şanoyê xwendiye.
Di sala 2004-2005'an de di rêzefîlmê "Çemberimde Gul Oya" ya Çagan Irmak de lîst. Di fîlmê Nuri Bilge Ceylan "Kiş Uykusu" de lîst. Bi rola di vî fîlmî de ji Siyadê Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Bi rola di fîlmê "Av Mevsimi" de jî Xelata Lîstikvana Herî Serketî ya Yeşîlçamê girt. Wê herî dawî di fîlmê "Chaplin Dortlusu" de lîst ku fîlm hê neketiye vîzyonê.


