___Ar-da janxwar___
"Kaxeza Vala" pirtûka Erdal Aktaş e ku ji Weşanên Pall derketiye. Niviskêr xwediyê pênûsek can e. Hevok zindî ne.Peyv bi rih in.Mina firingiyê çê ne. Ne derman lê bû ye, ne hatiye avdan.Hew bi hewa û rewa çîya kemiliye. Hevokên niviskar, resenbûna xwe , ji rewa çîya, ji hewaya mahseran stendiye. Qulukê bêhnoka peyvan bi ava baranê payizan û bi siya vexmê çiloyan hatiye dagirtin.
Piraniyê lehengên çîrokan mêr in. Jin pir kemin. Piraniyê lehengên çîrokan ji dû kesan zêdetir e lê yek tenê diaxive. Ev jî neheqî li yên din dike. Zimanê çîrokan erîl e. Lehengên piraniyên çîrokan ji xwe zivêr in. Hema tu nemaye bela xwe bi darê bide. Radeya melanqoliya wan pir zêdeye. Çîrokên ku behsa jina dikin jin di wan de objeya erojeniyê ye. (Mînak wexta ku çar kes di kafeye de felsefeyê dikin û gava ku dike siparişê bidin keçikê ji şipar de li qûna wê dinerin ,ya din jî dêliktiyê dike (di qaxiza vala de ))
Yên din jî yek dê ye (ew jî belangazek dera han e ye) ya din jî pîrika wî ye ( ew qedra ber dilê wî ye). Berga pirtûkê li gor min jinek e. Lê ku jinek be. Naverok û berga pirtûkê beravajî hev in. Divê qapax zilam ba. Ji ber ku di piraniya çîrokan de zilam axivîne û zimanê çîrokê ne mê ye nêr e.
Sereke dû “hêma” deqa xwe li metnê xistiye
-yek jê deqa “avê” ye
Deqa “avê”nîşeneya hebûnê ye.Çîrokên wî bê av derbas nabin. Mihaqeq di çîrokê de şopê avê heye. Deriyê avê di her çîrokê de vekiri ye.
Av- teqla hişê leheng e
-ya din azadî ye/ger e ,reva ji qulê ye
Lehengên çîrokan weke yê Samuel Bucket timî li derve ye (hundurê malê metafor e)
Di temamiya çîrokan de, leheng li derve ne . Di rêyekê de ye. Dimeşe, naxwaze bifikire, dixwaze bibîne. Çiçaxa difikire şûûr dibe pexlûte. Di neqebên şevan de li rastî tarîtîya xwe tê, li xwe huldukum e. Şev ji wî re dibe neynik. Dibe dîtinek derewîn. Xwe li derve digire.Hundurê malê (malzaroka dê ye, naxwaze vegere wê odeyê, wê malê, )girtîn e, hefs e. Lê li dervê ya wî jî hewante diçe. Ew wext di şevê de derbas dibe. Ew azadiya wî , jê re dibe tirs. Dibe perdeya astengiya jiyanê.
Em werin li ser dahûrandina çîrokan
Çîroka “ŞANBOREK” û ya “DENGÊN BÊDENG” li ser tirsê û wêrek bûnê hati ye hûnandin. Radeya melonqoliya herdû çîrokan gava di şevê de derbas dibe pir bilind dibe.
Bixûrê tor û dabên hûrafeyên olî di tîna çîrokê de û her zarokê kurd de aj daye û ew gola jiyana wan tim li hevketî hiştî ye. Ew gola avê tim şêlû ye. Heta av zelêlkek were wê avê zelal bike.
Em werin li ser çend peyvên olî û tîna wan ya di çîrôkan de
Şev –qultêna tirsê ye ya devê birinên herî kûr e.
Cin- pîreboyek e hilma nefsê dideribîne.
Cihê xalî- binê pirê, newal-mizginxêrka fercêye.
Penîrê tahtikî- bi qûngûyekî bûye lat û zinar-destavêtinê xeyalê gedetiyê ye.
Rengê şîn-dermanê da xwe ketinê ne.
Derzîya eba-dara a-xwezîyê ye
Nivişt- kaxiza penaberên rihê ko’r e.
ŞAMBOREK
Çîrok, bi zimanê xwe, pir dewlemend e ,di warê biwêjan û peyvên pêşiyan de, heta tu bibêje kurdewarî ye. Bi mijara xwe jî , rihê gedetî yê, tê-ketina çavên ca xwe, biratî, otobîyografîya gedetiyê, jinengariya li gund, li taxê , hevirtirşê kesayetiyê, bê’t çawa tê’t tirş kirin, bi çavên cinan, têt xwedîkirin. Ew tirs bi hêmaya şevê, tariyê ye, yên ji me çêtir jî “ hêmaya” “wêrektiyê ye”. Bi hevokên xwe yî delal li ber çavên me li qaxizek vala tuxtê davîjê. Hevirtirşê ne hilatî di tenûra humhumî de dipêje û wan “tişt”inokan de jî di ber de em weke qidamka dixwun.
Çîrokek li gedetiya xwe mikurhatinê ye. Çavkaniya zarokatiyê ye. Zimanê xwezayê ye. Avdana rezan, tunebûn, xizantî, kanî, ça, şev, dikana Zeytûnê, amadehiya navika şamborekê, pîvaz,kûçik,……hwd peyvên bikar anîne dîmênê ji xwezayê mîna belge-fîlma li ber çavên me raxisti ye. Mîna niviskar Îtalo Calvîno dûr-bînek xistiye çavên me, me li wan bajarên peyvan, bajarên dilê zarokan, bajarên tirsê, şerê Zoro û qudimşikestên Samîr, di vexwarina tûtina pipoyêkê de em dibe erad. Em hîn jî li wê belaya kûçikê har û li dû zilimkarê Deqo dikeve û ew zilma wî û malbata wî , bi kûçikê har ve wê derûniya zilmê paqij dike.
Lê kî bû, çikes bû ? çima Zoro kuşt, derdê wî /wê, çibû em nizanin. Em tenê vê dizanin berê wî/wê, nas dike. Wextê xwediyê Zoro yên ewil kuşti bû.Zoro, ew serê çûwalgirtî , hilma wî/wê,di wê şevê de nas kir û di wê qereperê de Samîr, Zoro, Seriyê bi çûwal, teqînî bi şevê anî.
Çîrok pir di nav şevê de hatiye aliqandin. Hema hema qet roj tûneye. Ji bo tirs û wêrektiyê ji hevdû bişeqitine dezgehê çîrokê di sêdara şevê de daliqandiye. Tevna çîrokê baş nehatiye hûnandin, carna hevok li hewa dimînin. An hevoka ku wê piştî metnê bêt e gotin di serî de hatiye gotin.“Mînak rp:9 dibêjin……mêvanên bêwext ne bi xêr ne bi ala bin” divê ev hevok piştî metnê bihata gotin. Niviskêr di çend cîhan de mudaxeleyî çîrokê kiriye. Di rûpela ewil de di der heqê mêrxasiyê de fikra xwe beyan dike û dibêje Rp:9 “Mêrxasî bela serê zarokan e……”Zarokek ku di bîra tirsa xwe dike bifetise kare wî tûneye ji xaltika dikandara Zeytûnê vê bipirs e Rp:15” gelo dikan quranê diparêze ya quran dikanê diparêz e. Samir, gelek tiştan dibêje. Maleke ku derîyê êxûr, kilerê, malê, …..giştik di deriyekî de ye. Ev jî xûya dike nivîskêr mudaxeleyî metna xwe kiriye û gotina lehengên xwe nivco hiştiye û nehiştiye hestên xwe, bîne ziman. Çîrok bi çavên sêyêmin hatiye nivisandin. Çîrokek zimanê wê erîle. Çîrokek ku niviskêr gotiye hema mîna boxçikê min karîbû çi têxistayê û xistiyê. Hinekî bi vî sincî tevgeriya ye.Wekheviya axaftina peyvê di nava lehengan tune ye. Çîrokê ji hêla yekî nepenî’v bi kuştina Zoro diqedîne. Çîrokek zimanê wê , xwerû, sade û xweş e.
MASEYA BÊ LİNG
Çîrok ji çar lehengên heywanan tê û ev ;Daşik, Fêrîk, Golik, Cewrik in. Li ba xwe an bi hev re qala xwedê an pêşerojê an îro dikin. Lê axaftina wan bi qerfokiye û pirsan ji hev sewal dikin. Li ser zanîn û nezanênînê û erojena di dilê xwe de li peyvan sar dibe û tîne ziman. Dibêje” Ji ber ku zanîna mirovan kêm in, xwedavend zêde ne”. Rexneyê li civatê dikin. Lê bi poz bilindî vê dikin. Vê çîrokê, konê xwe li ser pirsa’n danîyê û li ser dikê dendikê xwe diqeşêre û qalikê dendikên xwe di paçên nexşên felsefeyê de radike gelo kijan qalika wê bibe zêrikê çadira bavê Lalo û wê ji pêgên nezanan çend zûriya birizîne û ji xwe’r çend xwedaya çêbikin?
Bi çavên Georg Owel’î de li wî berazî nanêre li wê golika ku nogin li çavên xwe birrî ye. Dide lotika. Kî hat li ba Enkîl, û li rasteya erdên H.Kovan Baqî aliqî ye. Bênha peyvên wî bêhna cotkirina li metnê zêde zêde xwe dide der. Çîrok ,li ser hebûn an tûnebûnê di hêmaya “kwûzik” de guftugo dike.
SÎ
Jinek e bi nexweşiya anskiyete , a sexsuel e li bajêr” Sîya” xwe wenda dike. Piştî wê ,civak wê , dike ulm. Dibê’j tu perestgehek e, tu rêberek e, tû pîrozwerek e. Welhasil hinek jêre diravan tîne û hinek jêr e zevî û xwarinê tîne .Bi qasî heta wextekê. Paşê navê wê bi nebaşî û sextekarî derdixin. Nezantîya civakê bi metaforê”Sî”ye xweş tevnkiri ye. Dek û dolabên civakê û kesên bajarî ji xwe re kiri ye korfersenda berjewendiyê bi keseyetiyek jin a –sexsual de tîne ziman.
Di vir de keseyatiya jina anskiyete û tiştê dike beloqî hev e –Kesek e haya wê ji îmanuel kant û Newton heye, û ji bajarê Sodome Gomorayê, Asexsual e, hevalek wê jin heye, bîr dar e, haya wê ji dûbendiyê, rastiyê civakê jî heye, kesek aşiqî xwe’y –mîna portreyê DORİAN* xwe û bi xwe şa dibe, dibêj e; Ne ez tû kes “Sî”ya min e- em ji vê-“ li bajêr destê kê di paxila kê de ye ne diyar e”-bajarbûn –feqa bazirganiyêye, tuxta xeniqandinê ye. Mînak a ku di jiyana jinê jin da ye. Beravajî jiyana wê , ji xwere kiriye feraset. Ev çîrok, gelek tişt tê deye. Û tu tişt tê de tûneye. Şopên jinenigariya meciyekî tevlihev e. Mîna wêneyekî çiriyayî. Û paşê bi zemqê bi hev dizeliqîne.Çirokek , delavê wê pir perbelaye. Gelemşeyên çîrokê pirin. Paqijkirin baş lê nehatiye kirin.
Çîrokek ku tu lehengên wê ji hunduran hez nakin giştik li dervene. Ne li odeyekê ye. Ne li cihekî tarî de ye. Timî li kuça ye, li parkaye, li kafeyaye.Ji hêsirîya malê hez nake. Dixwaze tiştekî bikin lê tiştekî nakin.
Çîrokek ji derhiş wê de ye. Bi hişekî derizî hatiye nivisandin. Deqên olî pir bi kar aniye. Pir xwe daye der. Naverok xweş e. Ev navê kin li çîrokê hatiye weke mîna –rojnameya FSD’î,Jz,N,Gr ,bajarê Ojê-. Dersa xwe jî dide(ev hevokek qalibe) ; “mirovên ku her roj her gav heman tişt dijîn. Ew mirov mirîn e”. Hin hevok mantika xwe ji tirkî stendiye “…..her tişt zû bi zû ber çavên mi derbas dibû”mantiqa vê bi tirkiye divê bigota her tişt li ber çavên min derbas bû”.
KAXEZA VALA
Çîrokek ku nîrê wê li ser kesekî derewîn ava bûye. Çîrok xweş e, dek û dolabên kû kesekî xwe bi konê xwe li feqîrîyê datîne aniye zimên.
ÇAVNEBAR
Çîrokek li ser hesûdîyê, liser çavnebarî yê ye.
MİN BERÎ WÎ DÎTİBÛ
Lehengên çîrokê; Ewra, Sisê, Erwend, Sîwar, Polan, Alan, Casimê Notirvan,
Çîrok xweş bû.Gelemşeyên hesûdiyê, nebaşiyê, di kesayeta Ewren de aniye ziman û çîrokek trajedi-derûnîye însên ,sisofosa bin hişê mirov di masîgirtinê de aniye ziman. Di vir de jî lehengên çîrokê 8 kes in lê granî daye ser Erwend. Kesên din bîhnûberata wan ne xwûya ye. Çîrokek hêmayê wê, li ser biratiyê ,malbatî, hevaltî, xizantî, dewlemendî û tekîlîyê bi civakê re ye.
PİR LEGAL
Çîrokek li ser gengeşiyên ajovantîyê û têkildariya rêwiya ye. Zimanê gelerê yên tirkî ya di nav wan û rêwîyên bajêr û ragihandin û têkilîyê wan mizurtiya ajovan tîne zimên. Lehengên ajovan xweş nîgar û danasîn kiri ye. Qerekterek e kû ne li gor mere be ez nizanim çima em dixwazin em wî bixeniqînin an jî nifirên kuştinê li bikin.
ARTÊŞA BATİRSOKAN
Çîrok li ser hêmaya batirsokan û kundurê bavê Şêro, Dihamê Kop de derbas dibe. Diham, yekî ji xwezayê hez dike bavê çukan e. Bavî wî jî qet wî nabîne û wî tu tiştî jî nahesibîne. Şêro, layê wî ye ji jina dûda ye ne qop e tu qusura wî ji alî fizîkî tuneye û wî ser destan digire. Diham yekî xwûze, qop e, ca wî çûye rehmetê , dîya wî dêmarîye. Xatirê wî li cem bav tuneye. Çîrok zimanê wê xweza-yîye, derûnî ye. Lehengên çîrokan , lawaz in, bi tene yê, xwûz e, qop e, derewçî ne, ….hw ji kesên dervî civakê ne û hinekî depresifin.
Çîrokek dubendiya xwe ji kevneşopiyê civakê distîne. Balê dibe ser wan însanên ku ji aliyê fizîkî de ya qop, ya seqet, ya jî tiştelkî din ku çawa civak wan ji nav cıvata xwe dûr dixin dest nişan dike.
DERİYÊ VEKİRÎ
Ev çîrok qala dîroka jinenigariya bajarê Amed’ê dike. Ûmîda, Dijwar, Ebedî, Cengiz , lehengên çîrokê ne. Çend cûreyên çukan; Çigçigan, terisork, şalûl, zelqenîk, kutkutok, serxwînik, tîttisok, similmilk, çitik, kund, qitik, kevoşînk, serreşik, bilbil, kewa gozel…hwd
Çîrok hîmên xwe ji bîra hiş û dîroka deriyê pira deh derîyê Hewselê dîstine tahma çîrokên “şarên nexuya”yî ya Îtalî qalwîno da bin zimanê min.Trajedîya Ebedî, di her deriyekî de, di her çîrokekê de xwe, dide der. Bêkesî, tenêtî, harbûna aciziyê, bêkeysbûn, xweza, çivikên xwezayê, cûreyên çukan,….ser mijara çîrokên bû.
Lê çîroka dawiyê ya deriyê dehan bi hêmayên geoetrîk qedandiye / lê ew jî neqediya ye weke ku hîn wê berdawama vê çîrokê wê were. Lê bi hevoka ku “ev der navenda dinyayê ye ,mirovatî û şaristanî li vir dest pê kiriye, roj li vir hiltê û li vir diçe ava “rp;91 bi van hevokan beravajî wê çîrok ne-qedandiye û piçekî jî dirûşme avêtiye.
Piraniyê çîrokan hew lehengek tenê diaxive.Yên din jî tu dibêje qey hatiye lê guhdar bike.
DENGÊN BÊDENG
Çîrokek herî bi “tişt” a hiş e û tîr dike axaftina wan tişta’nokan,herî xweş, herî êş ,herî ça, herî biçal, herî bêedeb dikir.Di bin hiş de ji hişekî derbasî hişekî dibe .Hişê dê, hişê darê, hişê kevir, hişê qirşikê, hişê dapîrê, hişê xwe, hişê tiştê,……asta melanqolizma vê çîrokê pir bilind e. Ez li bendê bûm kêrekê di wan “tiştan” rake da ku ew tişt bibe penêrê hesinî paşê penêrê tahtikî biheline. Lê nebû. Niviskêr dibêje ew”tişt”a nok malê mere xirav dike.“tişt”, ew li bin gûhê mah-sêrê li payiza paşîn ew di bin lihêfê de di bîr û baweriya wî de “tişt” navika wî ji tirsê dibire lê bê fê de ye. Di rê yekê de ye. Bi meşê hişê xwe’y tawanbar derman dike. Lê ka ew qidûmê wî, bi jimartina hejmara dest pê dike. –wî hişî bi wê heftokê dibezine-Hejmarên pêgê di solê de diqet e. Metefora bîra tirsê yê ku Badîn ji wî dûr xistiye wê bi jimartina pêgan ji xwe dûr bikeve lê hay dibe “tişt” nahêlê û barê wî giran dike Badîn, paşê tirsa xwe qebûl dike û li xwe mikur tê lê wî ji kerba wî xilas nake diçe kurtanê kerê û dasê bi hêl li dêliyê dixe ev jî ji behecebûna ca xwe ye.
“Ez nikarim bi tirsa xwe û ez nikarim bi ca xwe jî “ rp.97
Çîrokek hîmê xwe li ser tirsê avakiriye.Lê ew ji xwe ne-bawere kû gava bimeşe wê ji wê tirsê pawk bive.
Navenda çîrokên wî , gund û bajar e. Gund harbûna zarokatiyê ye bajar jî tenêbûn e, mizawirtî ye, hesûdî ye, çavebarî ye, tekakesiti ye .”Ez” xwe ,bêtir daye pêş, peyvên xwerû, sade, biwêjên ji her tahmî ,ekil daye her çîrokê. Ji alî peyv û xeberên gelêrî jî pir xurt in.Kelepora zimanê cêrikê , xeml û xeyalên çîrokan xûrt kiriye .Siet û destê te saxbe Erdal aqtaş.Li benda pirtûka te yî dûda mim.
**
Nivîsên din ên Ar-da Janxwar ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li ser “Monologên li ber şibakeyê”
- Li ser "Guleyşa" ya Rehmî Kurdziman
- Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
- Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”
- Dahurandina çîroka-nowela “Xadim”*
- Dahûrandina romana 'Kulmek Morîkên Şînbirik'*


