Diyarname
Roja 24'ê rezbera 2017'an li Herêma Kurdistana Federe refenrandûma serxwebûnê li dar ket. Sedî 92.7'ê gel dengê "erê" bikar anî.
Di salvegera vê referandûmê de Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de got, “Welat ne nexşeyeke li ser kaxizê ye, lê xwîn e ku di nav rehên mirov de diherike. Tiştê ku îro tê çandin, sibê jî tê çinîn"
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî jî di peyama belav kir de got, "Roja biryara wêrek a gelê Kurdistanê ye, roja serkeftina îradeya neteweya me ye".
ÇI BÛ?
Roja 7'ê pûşpera 2017'an Serokê Herêma Kurdistana Federe yê wê demê Mesûd Barzanî ligel nûneriya PDK, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Eniya Tirkmenî civiya. Di civînê de biryar dan ku referandûma serxwebûnê li dar bixin. Amerîka dijî vê referandûmê derket û ji Barzanî xwest du salan bi paş ve bixe û bi hikumeta navendî ya Iraqê re hevdîtinan bike.
Ligel her tiştî referandûm bi serketî bi dawî bû lê piştî vê êrîşê li ser Herêma Kurdistana Federe zêdetir bûn. Hikumet jî di vî warî de ne amade bûn. Piştî van êrîşa dor sedî 50 axa di bin detê Hikumeta Federe de û dîsa nefta di dest de ji dest çû. Yek ji bajarên ji dest çû jî Kerkûk bû.


