Amed
Li Amed û Wanê bi muzîk û lîstika şanoyê Şeva Yelda hat pîrozkirin.
ŞAHIYA LI AMEDÊ
Li Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok ku xizmeta perwerdehiya pirzimanî dide û di bin banê Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê xebatên xwe dimeşîne, bi şahiyekê şeva Yeldayê ya 21’ê Berfanbarê ku şeva herî dirêj a salê ye, bi tevlêbûna malbatên xwendekarên biçûk re bi çalakiyeke rengîn pîroz kirin.
Şeva ku Komeleya Wêjekarên Kurd jî piştgirî da, endamên komeleyê nivîskar Krîstîn Ozbey û Veysî Varlî wekî mêvan tevlî bernameyê bûn. Di bernameya ku taybetî ji bo zarok û malbatan hatibû amadekirin de, çîrok hatin xwendin û çalakiyên mûzîkî hatin lidarxistin.
Di şahiyê de cîgirê hevşaredaran Yilmaz Guneş axivî û bal kişand ser girîngiya parvekirin û piştgiriyê û got: “Em ê van çalakiyên watedar berdewam bikin ku cîhana zarokên me da ku dewlemend bikin.”
ŞAHIYA LI WANÊ
Lİ Wanê jî KURDÎGEH û Şaredariya Rêya Armûşê li Galeriya Hunerê ya Şaredarî şahî li dar xist.
Di şahiyê de pankarta “Parastina çandê parastina zimanê Kurdî û jiyana kurdewarî ye” hat daliqandin, helbestên kurdî hatin xwendin û lîstika bi kurdî hat pêşkêşkirin.
Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partî Heval Dilbihar li ser girîngiya Şeva Yelda axivî.


