logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

AMEDSPOR derket LÎGA SUPER: Va ne hemû agahiyên nava rojê

  • Dîrok: 02/05/2026
  • Beş: Spor

- Êvara tîma Amedsporê gihîşt Amedê. Vê êvarê her derê Amedê qada pîrozbahiyê bû. Rêza erebeyên pîrozbahî li dar xistin bi kîlometreyan dirêj bû.

- ROJAVA: Li Rojava li hemû bajar û navçeyan gel dest bi pîrozbahiya serketina Amedsporê kir. Tê gotin pîrozbahiya herî mezin li Hesenê wê li Parta 4'ê Avrêlê li dar bikeve.

- Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî ji bo Amedsporê peyama pîrozbahiyê belav kir û got, "Em ji dil hemû lîstikvan, xebatkar û hezkiriyên Amedsporê pîroz dikin ku bi ser ketin û gihîştin Lîga Super. Serketina we dilê hemû kurdan geş kir. Malî ava û her serketî bin."

ÎŞEV AMEDSPOR DIGIHÎJE AMEDÊ
- Piştî serketinê Amedsporê du peyam belav kirin: Klûbê pêşî ragihand ku dê saet 23.30 de bigihîje Amedê û raste rast dê here Parka Newrozê.
Dûre peyamek belav kir û got ku di vê dema bi coş de, dema temaşevan pîrozbahiyê dikin bila zirarê nebinin, bi taybetî dema erebeyê diajon, pîrozbahiyê dikin bila xesas tevbigerin


JI BAKIRHAN, ERDOGAN, OZEL, BARZANÎ, EBDÎ, TALABANΠPEYAM
Bakirhanî peyam belav kir:

- Hevserokê Amedsporê li ser X'ê peyam belav kir û got, "Ez Amedsporê ji dil pîroz dikim. Ev serkeftina dîrokî encama piştgiriya mezin a gelê me ye. Hezar carî malava! 
Her kesê ku dil daye Amedsporê îro pir bextewer e. Di Super Lîgê de jî em ê bi hemû hêvî û baweriya xwe ligel tîma xwe bin. Her bijî Amedspor!"
- Serokê AKP'ê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel peyamek ji bo Amedsporê li ser X'ê belav kirin û tîm pîroz kirin.
- Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî peyamek bo Amedsporê belav kir û got, "Bi germî û ji dil Amedsporê pîroz dikim ku ji bo Lîga Superê bi ser ket. Ev serketin her wiha li hemû piştevan û alîgirên Amedsporê pîroz be. Em bi vê serketina Amedsporê pir şa bûn, hêvîdar in ku ewê hertim bi ser keve û nûnertiya herî baş ya Amedê bike. 
Her bijîn, her hebin."
- Serokê YNK'ê Bafil Talabanî ji bo Amedsporê belav kir û ji bo derketina Lîga Super ew pîroz kir. "Ji dil pîrozbahiyê li endam, desteya rahêner û piştevanên Amedsporê ji bo serketina wan a ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê dikim. Gihîştina Lîga Super a Tirkiyeyê hewl û keda we ya çend salan e ku ji bo me hemûyan bûye cihê dilxweşiyê. Dubare we pîroz dikim û serketinê ji we re dixwazim."
- Siyasetmedar Leyla Zana jî li ser hesabê xwe peyama "Amed berxwedan e! Her bijî Ameda rengîn, bijî" belav kir.

HIN ÎSTATÎSTÎK:
- Hin îstatîstîk: Di Lîga 1'emîn de lîstikvanê Amedsporê Mbye Diagne bi 30 golan bû golavêjê salê. Piştî wî ji Erzurumê bi 23 golan Eren Tozlu tê.
- Di Lîga 1'em de tîma bibe Şampiyon (Erzurumspor) 67 milyon TL prîmê digire. Tîma bibe duyemîn 38 milyon û 500 hezar TL wekî prîma derketina Lîga Super digire.
- Di lîgê de herî zêde Erzurumê gol avêtin: 82 gol. Dûre Amedsporê û Erokspor her yek bi 81 golan tên. 
- Di nav van her sê (Erzurum, Amed, Erok) tîman de herî zêde Amedsporê gol xwarine: 42 gol. Dûre Erok 35 gol û Erzurum bi 27 golan tê. Ev tê vê wateyê: Amedsporê ew qas gol nexwara, belkî biba şampiyon,belkî zûtir derketa Lîga Super.
- Ji aliyê asistan ve li Esenlerê Amilton, ji Çorum/Bodrumê Fredy tê. Li Amedsporê Murat Uçar û Dia Saba bi zêde asistan tên.

- Hesabê X'ê yên Beşiktaş, Galatasaray û Fenerbahçeyê li ser serketina Amedsporê peyama pîrozbahiyê belav kirin ew pîroz kirin. Ji bo hatina Lîga Super tîman xêrhatin li Amedsporê kir.

DÎTINÊN LÎSTIKVANÊN AMEDSPORÊ
- Mbaye Diagne: Ev der wekî mala min e. Ez ji Super Lîgê hez dikim. Wekî mala min e. Ezê vegerim Super Lîgê û rekora xwe ya 30 golan dîsa bişkînim.

- Kaptan Erce Kardeşler: Em gelek kêfxweş in, 10 meh in em ji bo vê dixebitiyan. Alîgirên me li vir in. Hefteyek em ranediziyan. Şikir em bi ser ketin. Ez tîmên din jî pîroz dikim. Piştgiriya temaşevanên me ji bo me alîkariya wan pir bû. Ew nebana belkî em bibana tîmek ji rêzê. Ew nebana belkî me nedikarî werin vir. Ez wan jî pîroz dikim.

- Lîstikvan Murat Uçar bi giriyeke serketî ji bo TRTSporê axivî, "Me demek zor derbas kir. Klûb pir mezin e. Gere em heqê wê bidin, em hatin rexnekirin, em giriyan, lê em li benda vê kêliyê bûn."

- Di Lîga 1'emîn de maç temam bûn. Erzerom bi 81 pûanan yekemîn û wekî şampiyonê lîgê derket Lîga Super. Dûre Amed û Erok tên, her yek bi 74 pûanan. Ji ber ku avarajê Amedsporê hebû (li mala xwe bi 2-1 bi ser ketibû li hemberî Erokê, di maça din de 1-1 bûn), Amedspor derket Lîga Super. 
Dûre bi rêzê ev tên: Çorum çarem, Bodrum pençem, Pendîk şeşem û Keçiorenguce bû heftem. Ji 4'em heta 7'em dê bi hev re play-offê bilîzin. Kîjan bi ser bikeve ligel Eroksporê wê bilîze û ji wan tîmek din jî dê derkeve Lîga Super.

- Bi bidawîbûna maçê re di serî de temaşevanên li Amedê li ber ekranan bûn, li wan û bajarên din dest bi pîrozbahiyê kirin

- MAÇ XILAS: Dq 90+11, hakêm ji bo dawîlêanîna maçê li firfirokê dide û maç xilas: 3-3. Bi vê yekê Amed Spor hat Lîga Super.

- Dq 90+7 li Stenbolê maç xilas, Erok-Pendik bi 1-1 man. Amedspor li benda deqeyên xwe ye; golê nexwe, ev 3-3 bi kêrî Amedsporê tê.

- Dq 90+2: Li Amedsporê Dia Saba derket Hasani ket, Gyan derket Emre Başsan ket sehayê.

- Dq 83: Li Amedsporê Moreno derket, Dimitrov ket sehayê. Cem UStundag derxist, Atakan Mujde ket maçê. 

- Gol: Dq 79: Lîstikvanê Igdirê Guray gog şand ber kelehê, Atakan Çankaya bi singê xwe li ser xêzê lê da: 3-3

- Dq 58 lîstikvanê Amedê Mehmet Yeşil seqet bû, Tarkan Serbest ket cihê wî.

- Dq 50, alîgirên Igdirsporê tiştek bi ser qeleparêzê Amedê Erce Kardeşler de avêtin. Erce li erdê ket. Maç sekinî. Tiştek wî tune ye, dîsa maçê dest pê kir.

- Gol: Dq 49: Gol Dia Saba. Gol da Diagne, Diagne da Dia Saba û Saba bi lêdaneke xweşik gol avêt: 3-2

- Dq 45: Nîveka duyemîn dest pê kir. Ji Igdirê Dogan Erdogan ket sehayê. Listikvan Doh qerta zer dîtibû, teknîk dîrektor Hikmet Karaman ew ji maçê derxist.

- Di maçên din de reqîbê Amedsporê yê ji bo rêza 2'yemînî Erokspor ligel Pendikê 1-1 e. Ev yek bi kerî Amedsporê tê. Ji bo hemû maçan 45 deqeyên din heye.

- Û hakêm Ali Yilmaz li gogê da, 45 deqe bi 2-2 bi dawî bûn.

- Gol: Dq 45+2: Ji kornerê goga hat li ber stûna kelehê li serê Diagne ket û encam bû 2-2

- Gol: Dq 41, ji kornerê gog hat, lîstikvanê Amedsporê Mehmet Yeşil li erdê ma. Maç dewam kir, piştî gog sekinî, VAR'ê gazî hakem kir. Hakêm çû VAR'ê û biryara penaltiyê da. Mbaye Diagne gog girt û şand nav torê: 2-1

- Dq 29 lîstikvanê Îdirê Bakuna bi serî lê da û gol avêt. Lîstikvanên Amedsporê li benda faûlê bûn, hakêm qebûl nekir. Hakêm çû VAR'ê û gol betal kir.

- Gol: Deqe 19: Hasan Ali Kaldirim goga ji kornerê hat bi şid lê da got û gol avêt: 1-1

- Dq 12 Giray lîstikvanê Amedsporê li erdê xist û qerta zer dît. Dia Saba raste rast li kelehê da, qeleparêz Taha gog şand kornerê.

- Gol: Di deqîqeya 6'an de Îdirê bi gola Fofana 1-0 derket pêş.

- Temaşevanên Igdirsporê diruşma "Igdir wê ji bo Amedsporê bibe goristan" bilind dikin.

- Lîstikvan bi pankarta "Em evîndarê fûtbolê, dijî çêran in" derketin sehayê.

- Hakêm Alî Yilmaz maçê bi rê ve dibe. Alî Yilmaz yek ji hakêmên Lîga Super e.

Maça Igdirspor û Amedsporê li Îdirê dest pê kir. Ji bo Amedsporê maçek gelek girîng e.Amedsporê li kelehê Erce kardeşler, bi Murat Uçar, Mehmet Yeşil, Oleksandr Syrota, Hasan Ali Kaldirim, Cem Ustundag, Sinan Kurt, Daniel Moreno, Fleix Afena-Gyan, Dia Saba, Mbaye Diagne dest bi maçê kir.

Li Amedê li navenda Amedê û li gelek navçeyan şaredariyan ekran saz kirine û ji wir li maçan temaşe dikin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

news
  • 27 10 2026

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

news
  • 27 10 2026

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

news
  • 27 10 2026

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

news
  • 24 10 2026

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news
  • 24 10 2026

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

HDK ji bo Rojava meşiya

ad

'Tirsa Bê Diran' li erebî hate wergerandin

ad

Li ser TRT 6’ê: Ev çi ziman e?!

ad

Protestoyek sosret

ad

‘LaWje’ li Stenbolê konserê dide

ad

Mehek din cezayê girtinê dan rojnameya Ozgur Gundemê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname