Diyarname
Klûba Amedêsporê ji bo teknîk dîrektorê ligel Besnik Hasî li hev kir û ji bo 2 salan peyman girê da.
Serokê Klûba Amedspor Nahit Eren îro ligel teknik dîrektorê nû Besnik Hasi derket pêşberî çapemeniyê û peymana ku li hev kiribûn ragihand.
Ji bo serdemên 2026/2027 û 2027/2028'an ligel teknîk dîrektor Hasi peyman girê dan.
Besnik Hasi kî ye?
Besnik Hasi di sala 1971'ê de li Gjakova ya Albenîayê hatiye dinê. Di sala 1988'an de li Liria Prizrenê dest bi lîstina fûtbolê kiriye. Paşê 1860 Munchen, Anderlecht, Lokeren jî di nav de di gelek tîman de lîstiye û sala 2008'an dest ji fûtbolê berdaye.
Heman salê li Anderlechtê wekî antrenor dest bi kar kiriye û di sala 2014'an de li heman tîmî bûye teknîk dîrektor. Wê salê Anderlecht kiriye şampiyon.
Piştî Anderlechtê tîmên wekî Legia Varşova, Olympiakos, Al Read, Al-Ahli, Mechelen teknîk dîrektorî kiriye. Di sala 2024-25'an dîsa Anderlecht salek bi rê ve biriye.
EREN: ROJÊN PÊŞ DE HIN TRANSFER TÊN
Di merasimê de Eren got ku ligel şaxa me ya fûtbolê me ligel hin lîstikvanan xeber da ye, di rojên pêş de hin lîstikvanên li gor feresata lîstika me, dê transfera wan çêbibe
Teknîk dîrektor Besnik Hasi jî got, "Ez serbilind im k uniha endamekî Amedsporê me. Ez bawerim niha li cihê rast, ligel projeyeke rast im."


