Diyarname
Şaredariya Tuşbaya Wanê, KURDÎWAR (Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Serhedê) û YEWKURD (Yekîtiya Weşangerên Kurd) bi navê "Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê" rojên pirtûkan dan dest pê kirin. Çalakî îro li ber avahiya şaredariyê dest pê kirin û 4 rojan dê bidomin.
Ji bo destpêkirina "Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê" îro li ber avahiya Şaredariya Tûşbayê merasimek li dar ket. Di merasîmê de Hevşaredarên Tûşbayê Hanim Akkoş û Umît Keser axivîn û diyar kir ku ew dê xebatên xwe yên bi vî rengî bidomînin. Hevseroka YEWKURD'ê Asya Genim jî axivî û got: “Em aniha li sînorê Rojhilatê xwe ne. Xwişk û birayên me, xwişk û birayên Jîna Amînî di bin zexta rejîma kevnperest a Îranê de tên girtin, tên kuştin. Ev êş êşa me ye. Em ji Wanê heta Mehabadê, heta Sineyê û Urmiyeyê piştgiriya xwe ji bo wan dişînin. Hûn neviyên Qazî Mihemed û Simkoyê Şikakî ne, rêya we bedewtirîn rê ye a ber bi azadiyê ve, em bi we serbilind in."
Genim ji bo rojên pirtûkan li ser navê YEWKURD'ê sipasiya Şaredariya Tuşbayê û KURDÎWAR'ê kir û got, "Mala hemû mirovên ku di ber vî karî de betilîn û ked dan ava be. Pirtûk civakan ronî dike, lewra ev xebateke pir hêja ye.”
Li aliyê din Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şadal û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî axivî.
"Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê" bi diruşma "Bajar Diaxive" di navbera 18-21'ê mehê de li ber avahiya Tûşbaya Wanê wê li dar be. Li dor 30 weşanxaneyên kurdan û çend weşanxaneyên tirkî bi giştî nêzî 40 weşanxane standê vedikin.
Weşanxaneyên kurdan ên beşdar dibin ev in:

Di van 4 rojan de wê hin panel jî li dar bikevin. "Di dema şoreşan de roman", "Rojhilata Navîn û pêşketinên nû", "Di nav wêjeya Kurdistanê de Wan" hin panelên ku dê li dar bikevin in.
Di van 4 rojan de gelek nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin. Ji nivîskarên Diyarnameyê H. Kovan Baqî li standa J&J'yê be û pirtûkên xwe îmze bike.
Foto: Dawûd Ozalp




