Diyarname
Du tîmên mezin ên La Lîgayê Real Madrid û Barselona ji bo lîstikvanê Manchester City Rodri ketibûn qayişkêşanê. Di encamê de Barselona bi ser ket û Rodri transfer kir.
Rodrigo Hernandez Cascante ku wekî Rodri tê zanîn yek ji pêşlîberoyê navdar ê qada fûtbola dinyayê ye. Lîstikvanê spanyolî ji sala 2019'an ve formaya tîma îngilîz Manchestir City li xwe dike. Di serdema teknîk dîrektor Pep Guardiola de kevirê bingehîn ê xîma tîmê Rodri bû. Ew Rodrî îsal êdî dê li Barselonayê bilîze.
Rojnamegerê spanyolî Ramon Besa di bernameya "Què T'hi Jugues!" a radyoya katalan "Cadena SER" de ji bo Rodri wisa got, "Rodri, ji bo qlûbeke mezin qîmetek mezin e; ji ber ku di çavên klûbên din de îmaja klûbê baş dike û ji bo tîm ber bi pêş ve xwe hil bike kedê temsîl dike."
Besa dibêje ku te ji destê Realê ev lîstikvan revandiye û wî ji wan re gotiye, "Min ev tercih kirine."


