logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Shakespera bi kurdî çem û çem çû!

Do êvarê saet di 20.00'yî de, li Navenda Kongreya Zanîngeha Dîcle ya Amedê lîstika bi navê Hamlet "Bûn yan jî nebûn" pro

  • Dîrok: 29/11/2012
  • Beş: Serbest

Amed Tîgrîs

Do êvarê saet di 20.00'yî de, li Navenda Kongreya Zanîngeha Dîcle ya Amedê lîstika bi navê Hamlet "Bûn yan jî nebûn" promîner lîst. Lîstik ji aliyê 1500 kesî ve hat temaşekirin. Li salona mezin ku cihê 1250 kesî bû cih nema û bi sedan kes li ser piyan nêzîkî du saetan li lîstikê temaşe kirin. Cara yekem bû ku li Amedê wiha bi girseyekî mezin şanoyeke bi kurdî temaşe kirin. Piraniya temaşevanan xwendekar bûn. Di destpêkê de ez gelek dilşad bûm ku li ciyeke wekî bajarê Amedê ku 1500 kes bi kurdî temaşeyê şanoyê dikin. Bi ser de jî şanoya bi nav û deng a navnetewî Hamletê.
 
Min bi çavekî nirxandinî ji destpêkê heta dawî li Hamletê kurd temaşe kir. Belê min hem ne carek, çend car pirtûka Hamlet xwendibû û hem jî li Stockholmê li Şanoya Dewletê lîstika Hamlet temaşe kiribû.
 
Ez dikarim bêjim ku ji aliyê naverok, senaryo û rejî ve lîtiskên ku min heta îro temaşe kiribû di nav wan de lîstika Hamlet ‘bûn yan nebûn’ a ku şevê din li Amedê bi kurdî lîstin a herî naverokqels, bêkalîte, tevlîhev û bêaksesuar bû. Derhêner Celil Tokgoz naveroka listîka Hamlet guhertiye û qaşo xwestiye wê bi reng û motîfên kurdî bixemiline û bikemilîne, lê mixabin lawitandiye. Hamlet veguhertiye lîstikeke Amûda Binxetê. Wekî ku li daweta gundî di nav xwe de şano çêbikin, bûye gilara ber gavanan. Dik, aksesuar û kostum xilt in. Kutik bi îngilîzî, şalwar bi kurdî ye. An jî cil û bergên Hamlet û apê Hamlet cuda cuda ne. Arîstokratê ewropî cil û bergên amediyan li xwe kiribûn û bi mêrdînkî û farqînkî dipeyivin. Şerbetfiroşê Amedî ‘yabo’ bû. ‘Ezbeniya’ xulamên axa yên mêrdînî bûbû axaftina arîstokratên ewropî.
 
Di destpêkê de jinek û mêrek li kêleka dikê dabûn rûniştandin û ev her du wekî ku di televîzyonê de bernameyê pêşkêş dikin; tu têkiliyên axaftina wan a destpêkê bi berhema Hamlet ve tune bû. Ji xwe re bi temaşevanan henek û qirf kirin. Çi hat devê wan gotin. Yê zilam qaşo rola zilamekî zane de bû û  behsa Hamlet û bûyera bav û apê wî dikir. Ya jin jî rola jineke gundî û nezan dilîst û nizanibû ka Hamlet çi ye, nekaribû navê Hamlet bi lêv bike, behsa çîrok û destanên kurdî dikir. Heman jin di perdeya duyem de vê carê bûbû jineke zane û zîrek û di derheqê bûyera bav û apê Hamlet û civaka wan de agahdariyên zanistî û berfireh dida me temaşevanan.
 
Asta ziman ji asta naverok û hunerê nizimtir û qelstir bû. Ji serî heta dawî bi zimanekî argo û gotinên çêrî bi kar anîn û  Hamlet li salona Zanîngeha Dîclê kuştin. Mirov digot qey lîstikvan li civateke gundê Nisêbînê an jî Amûdê henek û qirfan dikin. Argoyeke wiha ku hezar pê li gora serxweşên amûdiyan dixist. Lîstikvaneke sereke dixwest teqlîda Michael Jackson bike. Lê Michael Jacksonê rehmetî li ser dikê car caran bi nav lingên xwe digirt an jî destê xwe dibir navrana xwe, lê ev ciwamêrê me, ne carek li ku bûya dê destê xwe ji nav lingên xwe dernaxistana. Ji navê berjê dipeyiva, ji navê berjêr xwe dihejand û destên wî di nav ranên wî de bû. Bi kurdiya Hamletî di nav şeqên wî de bû.
 
Stran û muzîk gelek zêde bûn. Her du keçên ku rolên sereke dilîstin jest û mîmikên wan ne wekî yên jinên ewropî û ne jî wekî yên jinên kurd bûn. Heta ji wan dihat bi dengekî bilind diqiriyan. Stranên ku distriyan ne meqamê ewropî û ne jî yê kurdî bûn. Ji sedî sed erebesk bû û teqlîda stranên ku di fîlmên İbrahîm Tatlises û Mahzun Kırmızıgul de tên gotin, bûn.
 
Lê belê divê mirov rastiyê bêje û mafê tu kesî nexwe û binpê neke. Ji derî qîrqîra jinan hunerê lîstikvanên din ne xerab bûn. Piraniya wan xwedî hunereke hûr û kûr û qabîliyeteke  payebilind bûn. Hezar mixabin naveroka nizm û qels û senaryoya çanda gunditiyê huner û keda lîstikvanan bi ava Çemê Dîclê re çû. Belê, çem û çem çû.
 
Wekî tê zanîn li Amedê muxbîr û muxabirên her du dinyayan jî gelek in û bi nepenî wekî kurmoriyan dixebitin. Mala muxbîr û muxabîran bişewite, herê wele bîle. Bê çawa vê nûçeya lîstika Hamletê bi awayekî lez û bez gihiştandin nivîskarê Hamlet Shakespeare. Jê re fesadî kirine, pîj kirine û gotine ku li Amedê lîstikvanên Şanoya Şaredariya Amedê ya Mezin lîstika te ya bi nav û deng Hamlet lîstine, lê lewitandine. Êdî ev lîstika te ya klasîk ji tu jehrekê re nabe. Bi ser de jî Şaredar Osman Baydemîr piştî lîstikê rabûye li hember 1500 kesan fort û pesnê lîstikvanên xwe daye û dest û devê wan xweş kiriye. Gotiye, ‘Ez çavê, dil û cegera we bixwim we karekî qenc kiriye, bi şerbeta sûsê we Hamletê bênamûs û  tûle rezîl û riswa kir. Aferîm ji we û heft bavikê were… ’
 
Ji ber vê yekê Shakespeare rabûye ji parêzerên xwe yên li vê dinyayê re telefon kiriye û talîmat daye:
"Hûn jî li ser navê min wekî Tayyip Recep Erdogan, li Osman Baydemir gilî bikin ku li lîstika min a bi nav û deng Hamlet herimandiye, haqret kiriye. Ji madeya heqaret û destdirêjiya berhemê dozê lê vekin. Ha copyrighê jî ji bîr nekin!"
 
Her wiha Shakespeare û Erdogan li hember Baydemir eniya têkoşînê dane destpêkirin. Bi doza Shakespeare hejmara dozên ku li birêz Osman Baydemir hatine vekirin ji 300'î derbas kirin. Bila derbasîbe!

amedtigris@hotmail.com



***

Nivîsa eleqedar:

- HEBÛN AN NEBÛN; KURDÎ


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar

ad

Dîwanên Seydayê Keleş careke din tên çapkirin

ad

Stranbêj û lîstikvan Fayeq Mihemedî mir

ad

KCD'ê biryara 'Xweseriya Demokratîk' girt

ad

Ji bo 'Apê Mûsa 100 Salî ye' panelek lidar ket

ad

Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Amedê: Dê modela demokratîk bê nîqaşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname