logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Bajarê Edeneyê

Belê hatime pêşangeha pirtûkan ya Edeneyê. Ev çend roj in ku pêşangeh vebûye. Eleqeya li hemberî pêşangehê ne wek her sa

  • Dîrok: 20/01/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ronî War

Tevli ku cihê ez ê herimê nêzîk e, ji bo ku xwe bigihînim otobozê li dolmîşê siwar dibim. Çend kesên nas jî di dolmîşê de ne. Ew kesên nas ji rewşa min fêm dikin ez rêwî me, dipirsin bê ka diçim kî derê. Yek ji pêş dibihîze ku ez rêwiyê Edeneyê me, bi hêla me ve dizîvire û ji cihê xwe dibêje, “Erê, berê bavê min û gundiyên me ji Hezexê bi lingan diçûn heta wira. Diçûn xebatê.” Ji ber ku cihê ez ê lê dakevim nêzîk e, dolmîş tavilê digihîje wê derê û ew wextê ku ez karibim pê re bipeyivim tune ye, ez peya dibim. Lê bi rê de li ser peyva wî difikirim. Tînim hişê xwe bê karkerên kurd di çi rewşê de li vî bajarî dixebitîn û hîna jî lê dixebitin. 

Belê hatime pêşangeha pirtûkan ya Edeneyê. Ev çend roj in ku pêşangeh vebûye. Eleqeya li hemberî pêşangehê ne wek her sal e. Hersal gelekî ji îsal çêtir bû. Ne tenê ji bo kurdî dibêjim bi giştî îsal eleqe kêm e. Hemû weşanger ji rewşê bi gazin in û jê nerazî ne.

Tevli ku wek her sal eleqe tune ye jî hinek xwendevanên kurdî tên me dibînin. Hinek kesên ku em hevdu nuh nas dikin tên, dixwazin ji pirsên xwe re bersivan bibînin û pirsan dikin. Li ser lingan em qala ziman, çîrok, helbest, roman û berhevkirina wêjeya devkî dikin. Hinek ji wan gazinan dikin bê çima eleqeya li hemberî ziman ewqas kêm e. Ji wan re dibêjim, “Ez hîn bûme êdî, bi min tahde nayê. Rewşa ziman û wêjeya me ev e.” Bi qasî ku zimanê me digere em li ser rewşa ziman dipeyivin. Ji rewşa wan dixuye ku xemxurê vî zimanî ne û li ber rewşa ziman dikevin. Têra xwe xwendine û ji bo ku bixwînin jî hatine li berhemên nuh digerin. Ev hêviyê dide min û kêfa min tîne.

Hinek kesên kurd jî tên bi tirkî şîretan li me dikin û diçin. Bi tirkî ji me dixwazin ku em bêtir li ser zimanê kurdî bixebitin. Bêtir li zimanê kurdî xwedî derkevin. Me di nav “eferiman” de dihêlin û dimeşin diçin.

Hêviya min ji wan kesan tune ye jixwe. Ew tên, kurdî ji xwe re naxwazin, xwe mecbûrî axaftin, xwendin, nivîsandin û hînbûna kurdî nabînin, ji hinekên din re dixwazin. Ji me dixwazin ku em bi pirtûkan re sîdiyên wan jî bidin ku bi deng lê were guhdar kirin, ji me dixwazin ku em filmên karton amade bikin. Ji me dixwazin ku em ji zimanên dinyayê wergeran bikin. Ji me gelek tiştan dixwazin ku em bikin. Ji me dixwazin, ne ji xwe. Kurd in, kurdî ji me re dixwazin ne ji xwe re.

Gava ku kesên wisa tên, şîretan li me dikin û bi tirkî kurdî ji bo me dixwazin ez dikenim û naxwazim bikêlimim. Naxwazim wê kêlîkê tiştekî bibêjim. Ji ber ku ditirsim peyva dawî pêşî bibêjim. Min xwe hîn kiriye ew çi dibêjin li rûyê wan dinerim, dikenim û serê xwe dihejînim. Kengî ku ji xwe bawer dibim ku ez ê giran nepeyivim dibêjim, “Baş e, mala te ava.” 

Belê tevli îro hîna sê rojên din jî ew ê pêşangeh deriyê xwe ji xwendevanan re veke. Berî niha bi çar salan tenê weşanxaneya AVA tevli pêşangehê bûbû, îsal çar weşanxane hene. Çar sal berê xwendevan dihatin û dipirsîn bê çima weşanxaneyên kurd nayên pêşangeha pirtûkan ya Edeneyê. Bi hêviya ku van sê rojên dawî wan xwendevan û wêjehezên ku dipirsin çima weşanxaneyên kurd nayên tevli nabin, xwe li pêşangeha pirtûkan bigrin û werin weşanxaneyên xwe bi tenê nehêlin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Saet: 01.00: BDP'ê çend bajar, navçe û bajarok bi dest xistin?

ad

Klasîkek din bi kurdî li ser dikê ye, 'Mirin û Keçik'

ad

Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî

ad

Ji bo Çemê Dîcleyê 'Gava Mezin' tê avêtin

ad

Cîgerê Serokê Amed Sporê hat girtin (Hat nûkirin)

ad

Li hemberî DTP'ê operasyonek mezin pêk anîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname