Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li ser asta Başûrê Kurdistanê (Kurdistana Êraqê ) di pileya yekem de ye.
Li gorî encamên ku di destê PUKmedia yê de ne, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li ser asta başûrê Kurdistanê ku ji her sê Parêzgehên Herêma Kurdistanê, Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên Kurdistanê ku ji derveyî Herêma mane digre nav xwe di pileya yekem de ye.
Li gorî ew dengên ku YNK`ê li Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Xaneqîn, Kerkûk, Dobiz û Bexdadê û navçeyên ku lîsteyên Kurdistanê têde beşdarin YNK`ê karî li ser asta Kurdistana Başûr hejmarek zor ji dengan bi dest bixîne û di pileya yekem de be.
Hêjayî gotinê ye ku YNK`ê li ser asta Herêma Kurdistanê ku bi tenê ji Silêmanî, Hewlêr û Dihok pêk tê, lid û Partiya Demokrata Kurdistanê di asta duyem de tê, lê bi tev navçeyên ku ji derveyê Herêma Kurdistanê ma ne YNK`ê ya di pielaya yekem de ye , bi wateya ku li ser asta Kurdistana Başûr ( Kurdistana Êraq) YNK`ê yekeme.
Ji Pukmedia hatiye girtin
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Başûrê Kurdistanê li kîjan bajarî çiqas hilbijêr hene?
- Li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartin çêbûn


