logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

'Dereweke Piçûk'

Berî çend mehan pirtûka M. Alî Kut Dereweke Piçûk ji aliyê weşanxaneya Apecê (Stockholm 2014) ve hat weşandin. Xwendevan

  • Dîrok: 29/05/2014
  • Beş: Serbest

Mistefa Uzun


Berî çend mehan pirtûka M. Alî Kut Dereweke Piçûk ji aliyê weşanxaneya Apecê (Stockholm 2014) ve hat weşandin. Xwendevanên kurmancîaxêv yên ku dikarin bi herfên latînî bixwînin û edebiyata kurdî dişopînin M. Alî Kut bi pirtûka wî ”Mehkûm” û nivîsên wî yên li malpera Nefelê nas dikin. Min pirtûka Mehkûm ya birêz M.Alî Kut wê demê (1994 Weşanên Welat) bi coş xwendibû û zewqeke bêhempa ji kurte çîrokên ”Mehkûm”ê girtibû. Lê mixabin kêm kesan li ser pirtûka ”Mehkum”ê di çapemeniya kurdî de nivîsî. Yan jî ez lê rast nehatim.

Dema min dest bi xwendina kurte çîrokên pirtûka Dereweke Piçûk kir, ez dudilî û bi endîşe bûm: Tirsa min ew bû ku tama xweş ya min ji kurte çîrokên Mehkûmê girtibû ji kurte çîrokên Dereweke Piçûk wernegirim. 

Ji ber ku nivîskar M. Alî Kut pirtûka xwe ya duyemîn piştî 20 salan çap dikir, 20 sal jî di jiyana herkesî de demeke pir dirêje û hewes, eleqe, angajeya yekî jî dikarin bên guhertin.

Pirtûka Dereweke Piçûk 144 rûpel e û ji 12 kurte çîrokan pêktê. Heft kurte çîrokên pirtûkê (Mirina Vîlle, Gorîya Baharê, Le Sacre Du Printemps, Belqiz, Semedyan, Dereweke Piçûk, Du Biskuvîtên  Neqişandî) li ser bûyerên jiyana penaberiyê  (Exil), yek li ser kurte jiyana Şêx Evdurehmanê Garisî, du çîrok li ser bûyerên dewrana zaroktiyê (Muxbîr-Solên Mamedo ên nuh) û du kurte çîrok jî ji bûyerên derî jiyana penaberiyê  ye (Pepûk, Êzingvan) pêk tên.

Ez ê yek bi yek 12 çîrokan nenirxînim. Ji bo ku ez bikaribim bi danasîn û nirxandineke kurt  pirtûka Dereweke Piçûk ji xwendevanan re binasînim, ez ê bi tenê li ser kurte çîroka ku bûye navê pirtûkê Dereweke Piçûk dîtinên xwe binivîsînim. Hêvîdarim bi vê kurte rexnê fikirek, li ser hemû pirtûka Dereweke Piçûk li ba xwendevanan çêbibe.

Ji ber ku piraniya mijarên kurte çîrokên pirtûkê li ser jîyana penaberiyê ye dixwazim çend gotinan li ser jiyana penaberiyê û sirgûniyê binivîsînim. 

Penaber ew kes e ku bêyî daxwaza dilê xwe ji welatê xwe sirgûn bûye û mecbûr maye ku li war, cîh û şûneke din bijî. Li sirgûnê ji welatê xwe dûr, li welatekî nû jiyîn bivê nevê yekî mecbûr dike ku ew dev ji hin edetên (wekî; li her derê cixare kişandin, fîtik lêxistin, gûpê/hinarikên zarokekî xweşik qurmiçandin û hwd) ku berê di jiyana wî de tiştên normal û spontan bûn, berde û  hin tişt û edetên nû (di dorê de rawestîn, dest bi dibistanê kirin, li metroyê bi dengê nizm peyivîn û hwd)  fêr bibe, ev  jî ne pir hêsan e. Adabteyî  civat û çandeke nû bûyin, zimanekî nû fêr bûyin hem wextê digire, hem jî di vê pêvajoya dirêj de hin bûyerên trajî-komik diqewimin.

Kurte çîroka Dereweke Piçûk jî li ”Biyanîstanê” li ser bûyereke trajî-komîk hatiye vegotinê;

Nivîskar bi alîkariya qehremanê çîrokê -ku kurtenavê wî D ye- serpêhatiyeke D yî bi vê kurte-çîrokê vedibêje. D wekî penaberekî li welatekî Ewropayê dijî. D yî di dema xwe de şoreşgerî kiriye lê piştî demekî nivîskar ji bo D yî weha dibêje;

 ” Di demekê de ku li bende bûn, ha îro ê şoreş bibe, ha sibe şoreş dibe û ji nişka ve… hemû têk çûbûn, mîna noka ku li kevir bikeve, her yekî ji wan bi cihekî de pengizîbûn.” 

 D yî dev ji şoreşgeriyê berdaye, ew bi Hurme re zewiciye û du zarokên wî hene. D li Beyanîstanê kar dike lê hal û wextê wî ne baş e, bi zorê debara xwe dike. Nivîskar vê rewşê jî bi vî awayî ji xwendevanan re vedibêje; ”Lingê xwe î rastê bilind kir li binê sola xwe nêrî, dît bi qul e, li ya çepê nerî ew jî bi qul bû,  ji xwe ji goreyên xwe î şil evîya dizanîbû. Heta nuha îmkanên wî nebûn ku ji xwe re cotek qunderên nuh bikire.”  

D ji rewşa xwe ne memnûn e, lê dîsa ji qîma xwe bi jiyana rojane tîne, dixwaze bi qezenca keda xwe jiyana xwe bidomîne. Lê jina D zorê dide wî ku ew here ba polîs hin derewan bike, buxtanan li hin kesan bike ku wan telefona D yî  jê dizîne û  bi vê sextekarîyê ji sîgortayê pereyan werbigire. D naxwaze vê sextekariyê bike lê jina wî Hurme dev jê bernade. D ji bo vê rewşê weha dibêje; 

” Fikra ku biçe bi buxtanan pereyan ji sîgortayê bigre jê re zor dihat. Dema ku evîya difikirî, xwe kirêt hîs dikir.” 

Dereweke Piçûk ji destpêkê heta dawiya kurte-çîrokê bi zimanekî nerm û di nav ahengeke lihevhatî de hatiye nivîsîn. Ka em nûha binêrin nivîskar ev ahenga lihevhati ya kurte-çîrokê  bi hostetî çawa hûnandiye; 

Dereweke Piçûk bi vê gotûbêja (diyalog) jêrîn ve dest pê dike. 

”D hinekî bi hêrs got;

-Nabe, tiştekî welê, li dara dunyayê nabe; ne bi min dikeve û ne jî ez dikarim bêjim.”  

Nivîskar hîn di destpêka çîrokê de xwendevanê xwe meraqdar dike, întreseyek li ba xwendevan peyda dibe, ew dixwaze bizanibe ka ew tiştê ku ”li darê dinyayê nabe” çî ye?   Birêz M.Alî Kut sernivîsa çîroka xwe jî di berdewama diyaloga navbera D yî û jina wî de ji xwendevan re bi vî awayî dide nasîn;

” Tu ê bi tenê Derewekê Piçûk bikî! Yeke wusan ku zerara wê li tu kesî nabe. Lewra fêda wê ê li me bibe.”

Meraqa xwendevan piştî vê diyalogê zêdetir dibe, ew vê carê jî dixwaze bizanibe ka ew Derewekê Piçûk çî ye? Nivîskarên jêhatî hîn di destpêka berhemên xwe de xwendevanên xwe bi berhemê ve girê didin. M. Alî Kut vê yekê baş dizane û vê hunerê bi şêweyeke edebî bi diyalogên jorîn rind taswîr dike.

  Ji bo pêşxistina vegotinên edebî çend niqteyên bingehîn hene; ew him alîkariya nivîskar dikin ku ew bûyera berhema xwe pêşde bibe, him jî alîkariya xwendevan dikin ku ew di atmosfera bûyerê de bijîn.

De ka em binêrin birêz M. Alî Kut di berhema xwe ya Dereweke Piçûk de wan niqteyan bi kîjan awayî derpêş dike.

1- Taswîrkirina karekterên vegotinê (çand û adetên wan, halêruhiyata wan, taybetmendiyên wan û hwd.)

Kesayetên ku di kurte-çîroka Dereweke Piçûk de hene ev kes in; qehremanê çîrokê D, xanima wî Hurme, du lawên wî yek pênc salî, yek jî şeş mehî û jinikek karmend. Nivîskar bi hevokên dagirtî ji xwendevanan re hin taybetmendiyên kesayetên çîrokê bi awayekî xweş û şên dide nasîn; wekî nimûne nivîskar ji bo halêruhiyeta D yî weha dibêje;

 ”Hate bîra wî ku cara dawîn dema çûbû ba ê diranker, ewîya xwestibû çend qulên di diranên wî de tijî bike, lê wexta buhayê vî karî pirsî bû, dev jê berda bû. Xwe bi xwe got ”her deverê min qul bûye” 

Ji bo ku xwendevan bikaribe danûstandina di navbera kesayetên çîrokê û adet û çanda wan de bizanibe, nivîskar dîsa bi hevokên kurt bi metaforên di cih de bala xwendevanan bi van hevokan dikêşîne li ser bûyerê, D dibêje;

 ”Ji xwe merivên jinikê, mîna çêlîyên hechecikan, hertim devên wan ji hev bûn, li bendê bûn ku zavayê wan î ezîz alîkarîya wan bike, li ber bayê wan rabe.”

Hurme dibêje;

” Aha meheke din daweta birayê min e, ma ez ê destvala bi ser de biçim? Ev serê hefteyekê ye ku apê te li nexweşxanê ye û alîkarî ji te xwestîye.” 

Ji gotinên jorîn yên  D û jina wî xwendevan bi hêsanî li ser çand û adetên kesayetên çîrokê dibe xwedî hizrek.

Jîngeha ku bûyer lê diqewime: 

 Çîrok li mala D yî, li daristaneke li dor mala D û li polîsgehê derbas dibe. Nivîskarê me di vî warî de kêmpeyiv e (zêde peyvan bikar nayne), jîngeha çîrokê bi çend hevokên kurt ji xwendevanan re dide nasîn wekî; 

”Paşê ji metbexê derket, hat li salonê li ser dîwançê xwe ramedand, telewîzyon vêxist, lê temaşe kir.”

Nivîskar mala lehengê çîroka xwe ji xwendevan re bi detayan nade nasîn, xwendevan tenê dizane ku di mala D yî de metbax, salon her weha li salonê jî dîwançe û telewîzyonek heye. Wekî din ji bo nasîna mala D yî xwendevan bi vê hevoka jêrîn;

”-Ka virde were, nêzîkî min bibe, tu ê ji ser textî bikeve, got.” 

dizane ku li mala D yî oda razanê û li odê jî textekî razanê heye. Daristana li nêzî mala D yî û polîsgehê jî nivîskar tenê bi çend hevokên kurt ve ji xwendevanan re dide nasîn. Bi ya min ji bo ku bala xwendevan belav nebe û ew ji mijara vegotinê dûr nekeve, nivîskar bi van saloxdanên kurt jîngeha çîrokê daye nasîn. Xwendevan dizane ku bûyer li ku diqewime, ya giring jî ew e. Jixwe di navbera kurte çîrok û romanê de xeteke sor tunebe jî, yek ji xusûsîyetên kurte çîrokê ew e ku; nivîskar bikaribe lehengan, cîh û warê çîrokê bi kurtahî şirove bike. M.Alî Kut vî karî jî bêyî ku xwendevanê xwe eciz bike bi hostatî dike. Ew xwendevanê xwe bi peyv, gotin, hevok û şiroveyên zêde û nepêwîst ji bûyerê dûr naxe. 

Nivîskar di berdewama kurte-çîrokê de tim xwendevanê xwe di nav meraqê de dihêle, xwendevan bi meraq û kelecaneke mezin li bendê ye ku ka bûyera bingehîn ya esasî (zîrwe, klimax) dê kîngê biqewime.

Lê birêz M.Alî Kut hinek bi lez e, ecele dike û berê ku zîrwa vegotinê biqewime, ew xwendevanê xwe bi carekê ve bi hevokên jêrîn agahdar dike ku D dê çi bike;

” Zû zûka dev ji vê fikrê berda, ji ber hate bîra wî ku diva bû meqbûza wê hebûya.”  

Di vegotinên edebî de divê xwendevan nizanibe yan jî texmîn neke ku ka bûyer ê çawa biqede. Nivîskar di vê beşê de çend pûanên vegotinê dixîne, meraq û kelecana xwendevan ya ji bo zîrweya bûyerê kêm dike. 

Zîrweya çîrokê li salona polîsgehê, bi diyaloga navbera D û jineke karmend ku li polîsgehê  kar dike de diqewime. Di vê beşê de nivîskar hûnera herî zehmet ya edebî, rewşa lehengî ya trajîk bi îroniyeke (tinazî) bedew ji xwendevanan re vedibêje. Bûyereke trajîk, xirab, zehmet, bi tinazî vegotin di edebîyatê de karê herî zehmet e. 

”Piştî dengê sisiyan berê xwe da (jinika karmend.M.U) D.

”-Ez bawerim têlefona we lêdikeve, bersiv bidin qey nake!

D  destê xwe avêt bêrîka xwe, telefon derxist, beriv da;

- Elo got.

Ji hêla din, dengê xanima wî dihat, dipirsî;

-Ka tu çû polîsxanê?

D:

-Erê got.

Û zû telefonê girt. Di vê navbenê de jî awirên wî li ser ya karmend bûn. Dîtibû ku çawa madê wê hatibû guherîn, rengekî tinazî girtibû. Bi bişirîn jê re;

- Ez bawerim we telefonê xwe dît birêz! Got.”

Min dema di metroyê de diyaloga ku di navbera D û polîsa karmend de dibuhûrî dixwend, çend çaran pîqînî bi min ket, min zor xwe digirt ku bi dengekî bilind nekenim û rêwiyên din eciz nekim, lê çi feyde. 

Nivîskar çîrokê bêyî ku ji mijara wê ya esasî dûr bixe, bêyî ku bala xwendevan jê belav bike, bi taswîrên dagirtî, bi sitîleke edebî çîroka Dereweke Piçûk bi hev girê dide û çîrokê bi van gotinan diqedîne;

” D ber bi derîyê polîsgehê ê der ve lezandibû, mîna dizekî, xwe kirêt hîs dikir. Li ber derîyê derketinê, tîqe tîqê kenê karmend di guhên wî de olan dida.”

Nivîskar bi hevokên xwe yên dawiyê, xwendevanê xwe li ser çîrokê dide fikirandin û wî  bi çîrokê ve girê dide.

Ji aliyê wextê (tempus) de nivîskar ”dema bihurî” bi kar aniye. Bi ya min di vegotina bûyereke qewimiye(çêbûye) de, bi dema bihurî saloxdayin, xwendina bûyerê hêsantir dike. 

Ji aliyê rastnivîsînê de, di vegotinê de çend tişt, bi ya min çewt hatine nivisîn;

       1- ”Ez gavê nayêm,”

Şûna wê; Ez vê gavê nayêm yan Ez vêga nayêm, 

2- Nivîskar peyva ”computer” ya îngilizî di vegotinê de bi çend babetên cuda nivîsiye

”kompiyoturek, compuyoterê, compuyotirê ” 

Di ferhengên kurdî de dema navê ”computer” ya îngilîzî bi kurdî dinivîsînin wekî komputer dinivisînin. Bi ya min bi lêvkirina komputer ji kompuyoter hêsantir û rastir e.

3- Nivîskar bêjeya “teqnekî” du-sê caran di vegotinê de bi kar tîne. 

Nivîskar di şûna peyva “teqnek” ku peyva hokera demê ye peyvên kurdî yên wekî; kêlîk, bîstik û bêhnek bi kar bianiya dê çêtir bûya.

Ji bilî van kêmasiyan, zimanê çîrokê zelal, nerm, sivik û sade ye. Nivîskar di derbirînê de hevokên kurt bi kar tîne, gotinên wî dagirtî û kemilîne wekî;

”D  nizanîbû çawa hatiye kar, kengî qedandîye û çi wextê vegerîya ye. Tenê dît ku li salona polîsgeha ya mezin e. Mîna gêja li salonê virde, wêde diçû û dihat, ta ku jineke karmend destê xwe danîbû ser milê wî û bi giramî jê pirsî bû.” 

Li nimûna jorîn jî baş dixuye ku nivîskar di çîrokê de cih nade hevokên zêde, bêje û hevokan ducar nake. Zimanê sivik û zelal yê çîrokê xwendina wê hêsan dike. 

Herçiqas di edebîyata kurdî ya devkî de vegotinên îronî pir dewlemed be jî di edebiyata kurdî ya niviskî de ev babet ewqas dewlemend nîne. Di edebiyata kurdî de vegotinên bi sitîleke edebî û şêweya îronî (tinazî) nivisîn, ji bo dewlemendkirina edebiyata kurdî dergehekî nû ye. Nivîskarê Dereweke Piçûk birêz M. Alî Kut yek ji wan kesan e ku bi berhema xwe ya hêja ev dergeh ji xwendevanê kurdî re vekirîye. 

Piştî xwendina Dereweke Piçûk berdêla ku ez ji xwendina wê xeyalşikestî û poşman bibim, ez kêyfxweş û memnûn bûm.

Hêvî dikim ku xwendevan û hezkirên edebiyata kurdî, di demeke kin de pirtûka Dereweke Piçûk bi dest xin û vê berhema hêja bixwînin.

*Mamosteyê zimanê kurdî/kurmancî

Stockholm, 16/04/2014


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji Amedê jî şampiyonên bîlardoyê derdikevin

ad

Ew êdî Şovalye ye

ad

Festîvala Sûc û Cezayê deriyên xwe vekirin

ad

Di meşa ji bo Sûrê de Muhsin Maltaş jiyana xwe ji dest da

ad

Cenazeya Turgut Ozal îro tê definkirin

ad

Hemû gotinan xwe dabûn alî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname