Kobanî
Di dawiya şeva 6'ê mehê ku bi 7'ê mehê ve dihat girêdan agahiya herî nû hat: Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Serokê Kantona Kobanî Enver Muslim û wezîrên Kantonê jî çek hildan û li hemberî çeteyan ketin mewziyan.
Rêveberiya Kantonê ji mewziyan banga raya giştî ya navneteweyî kir û got ku ji bo pêşî li komkujiya gelê sivîl bigirin bila lezgîn bikevin nava tevgerê. Rêveberî banga gelê kurd jî kir ku li her derê rabin ser piyan.
Di vê navberê, di heman saetan de çeteyên DAIŞ'ê xwestin ji aliyê rojhilat ve bikevin taxan lê ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatin qewirandin.
Her wiha balafirên şer ên hêzên navneteweyî jî gireke Kobanî bombebaran kirin û hat gotin ku doçkayek çeteyan hatiye şikênandin.
Dema ev nûçe hate weşandin peçûn dom kir û gelek kuştiyên çeteyan li erdê bûn...


