logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Dîrok: 01/06/2023
Ez nizanim çi bêjim, lê ez vê dizanim: Ez ne teorîsyen im. Û tiştên li vir ez binivîsim dê hinek not bin. De a bi xer.
Hilbijartineke derbas bû û me gelek tişt li dû xwe hiştin. Ji aliyê kurdan (qesta min HDP û Yeşîl Sol Partî ne) ve min hin not girtin û dixwazim parve bikim.
RÊYA SÊYEMÎN
Di 10 salên dawî de ev hereketa kurd meseleya Rêya 3'yemîn derxistibû pêş. Vê rêyê rastî û heta asteke serketin jî nîşan dabû. Di vê hilbijartinê de ev rê hat terkirin, loma jî bû sedema kêmasiyan (ez nabêjim têkçûn). Wisa xuya ye rêya sêyemin biparasta dê hinek din serketin bihata bi dest xistin.
ZIMANÊ PROPAGANDAYÊ
Di hilbijartinê de zimanê propagandaya HDP-YSP'ê ne zimanekî hêviyê bû. Vî zimanî ne xîtabî mejiyê kurdan, ne xîtabî dilê kurdan kir. Peyva "Gelan" ne li gor kurdan bû. Ji bo kurdan stratejiya kurdî, mafên kurdan, hebûna kurdan, vegotina rastiyan wan muhîm bû, lê bi têra xwe ev yek xwe nîşan neda.
Ji bilî vê di zimanê propagandayê de peyv, gotin, meylên ku derketin holê û di bîra me de mabe çi ye? Tu tişt. Tiştê lazim e ji bo me ev e.
DAXWAZÊN KURDAN
Hilbijartin ew e ku partî li gor daxwazên hilbijêrên xwe tevdigere. Divê HDP-YSP jî li gor yên xwe tevbigere. Baş e. Di vê hilbjartinê de HDP-YSP'ê çi li gor daxwaza kurdan anî ziman? Çi li gor wan daxwaz kir? Piştî hilbijartinê çi di bîra me de ma? Hema bêje qet. Ma ne hewce ye her daxwazên me bêne ziman? 
Xalek din, baş e bi kurdî propagandaya xwe kirin an bi zimanê biyanî? Ma ev jî pirs e. 
Erê, pirs e. Daxwaza kurdan ew e ku partî siyaseta xwe bi zimanê gelê xwe bike. Erê çend berendamên wan hebûn bi kurdî kar dikirin, lê di nav golek de tenê çend dilop bû. Ma ne tiştê divê em van dilopan zêdetir bikin...
LÎSTEYA BERENDAMAN, DANÎNA SINDOQAN
Vê tevgerê carinan ji gel tiştin pirsîne, lê piranî navendê biryar daye. Vê carê jî wisa çêbû. Ev rast bû? Na. Madem em demokrasiyê dixwazin ma ne divê peşî em li nava xwe demokrat bin? Ha, ev heye: Navend dikare kontenjanek bo xwe saz bike, mesela sedî 5-10 û sedî 90-95'ê din ê lîsteyê biryarê bo gel bihêle. Mesela çima li Amedê, Batmanê, Wanê sindoq neyên danîn û berendam neyên hilbijartin? Paşê ji nav wan lîsteya berendaman bê amadekirin...
ÎTÎFAQA KURDAN, ÎTÎFAQA TIRKAN
Ligel Îtîfaqa Ked û Azadiyê îtîfaqek rast bû, lê YSP di vir de xwedî însiyatîf tevnegeriya. Her kesî dizanî TÎP bi serê xwe bikeve hilbijartinê dê zirarê bide berendamên YSP'ê û îtîfaqê. Îstatîstîkan jî ev yek nîşan dida. Lê dîsa jî ji bo TÎP'ê bi tolerans tevgeriyan. Divê dest li maseyê bidana û bigota yan hero, yan mero. Li hemberî TÎP'ê helwesteke zelal nîn bû, yên dij derdiketin jî, yên şirikatiya ligel wê diparastin hebûn. Hilbijêran nizanî çi bêje, çi bike. Dem bi van nîqaşan borî. Dema ku ji bo hilbijartinê, ji bo xebatê bê xerckirin ji bo vê nîqaşa tu fêdeya kurdan têde nîn bû hat xerckirin.
Li aliyê din îtîfaqa ligel partiyên kurdan hat çêkirin. îtîfaqeke girîng bû, lê yek, gelek dereng hat ragihandin, didu, bi têra xwe qîmet nedanê û derneket pêş. Helbet ev îtîfaq ne tiştek rojane ye, ne ji bo vê hilbijartinê tenê ye jî, loma jî hêja ye, hê zêdetir qîmetê heq dike. Û van her du îtîfaqan nîşanî me dan ku meseleya îtîfaqan meseleyeke gelek girîng e û di dema pêşiya me de carek din li ser bê axivîn, xet û polîtikaya wê bê zelaltirkirin.
BERÎ MEHEK DEST PÊ KIRIN
YSP'ê sedî 15-20 ji bo xwe kiribû hedef. Wekî mebûs jî 100. Erê, hedefeke maqûl bû, hedefeke baş bû jî. Lê çi kir? Mehek ji bo hilbijartinê mabû dest bi xebatê kirin. Halbûkî reqibê wan ê mezin şeş meh, salek berê de dest pê kiribû. Binêrin, reqibê wan êvara ku bi ser ket di cih de ferman da partiya xwe ku ji bo hilbijartina 2024'an bixebitin. Hê 10 meh mane, lê ji niha de dest pê kirine. Ê me çi dikin? 30 roj berê dest pê dikin. Wisa be, helbet dê negihîjin hedefê.
REWŞA CIWAN-JINAN
Li nav tevgerê cihê jinan girîng e. Bi ya min heta asteke jin dixebitin jî. Helbet kêmasiyên wan jî hene, lê em wan didin aliyek û berê xwe didin ciwanan. Li nav tevgerek/partiyek ciwan xurt nebin ew tevger/partî nikare bi ser bikeve. Baş e, ciwanên HDP'ê/YSP'ê çi dikin? Nizanim. Lê vê dizanim: Ciwanên HDP'ê rabûn daxuyanî dan, "Emê xwe bigihînin 7 mîlyon ciwanî" (Ajansa Mezopotamya). Xwe gihandin? Na. Ê, çi slogan e? Çi bû bi van 7 mîlyon ciwanan? Kar bi slogonan dibe? Na. Rastî ev e ku veguherîneke ji bo meclisa ciwanan jî lazim e. Ciwan nebin partî nikare li ser lingan bimîne.
KILIÇDAROGLU
Di meseleya piştgiriya Kiliçdaroglu de, ez têdigihîjim, fêm dikim, lê dîsa jî dilek dibêje, "xwezî berendamê/a xwe derxista". Dest ji xweziyê jî berde, jixwe "Rêya 3'yemîn" hebû. Dest ji vê rêyê berdan. Rê bû averê û zirar giha destkeftiyan. Ji bilî vê, di nav partiyê de, di nav propagandayê de ev mesele baş nehat zelalkirin. Di her mîtîngê de navê Kiliçdaroglu li pêş bû. Ji bo kesên zana ne problem bû, lê serê gelekan tevlihev bû. Ev yek bû sedem CHP li heremê gelek dengan jî bigire. Ev ne zelalî gelek zirar da, dê bide jî.
NÎQAŞA SERDEMA NÛ
Di vê serdema nû de helbet dê gelek nîqaş çêbin. Ji nû ve sazkirineke jî dê çêbe. Îhtîmal heye konferans/kongreyên nû bêne sazkirin û nîqaş bêne kirin. Eşkere ye, pêdivî bi nîqaşê heye. Pêdivî bi diyarkirina serdema nû jî heye. Çi bê kirin jî divê di kurtedemê de bê kirin, ji ber ku li pêş hilbijartineke nû heye. Berî vê jî desthilatdarî dê rê nede we ku hûn nefesê bigirin. Loma jî pêdvî bi têkoşîneke nû heye. Pêdivî bi zimanekî nû yê têkoşînê heye. Demeke giran û zehmet li pêş vê tevgerê ye. Ji bo vê jî plansaziya nû divê. Ew plan gere li gor parçeyan, li gor bajaran, navçe û gundan cuda cuda be. Mînak li Licê û Geverê daxwaz cuda ye, lê li taxeke Stenbolê, li taxeke Muglayê daxwaza kurdan cuda ye.
Niha HDP-YSP bi vê hilbijartinê hejiyan. Ger bi ser xwe de neyên hê zêdetir dê bihejin û hê zêdetir bi paş ve dê herin. Jixwe plan û daxwata desthilatdarî jî ev e.
MÎNAKA JI 2004'AN VE ŞAREDARÊN AMEDÊ
Dema em van dibêjin, helbet em vê meseleyê ji bîr nakin:  Di van 6-7 salên dawî de bi hezaran HDP'yî ji berendaman heta serokê wan, gelek hatin girtin. Dewletê ji yên jêr, heta mejiyê HDP'ê, hêzek mezin xist hundir. Hinek ji qan jî sirgûn kirin.
Ji bo em zehmetiya di vê hilbijartinê de fêm bikin, em mînakek wisa bidin: Hevşaredarên Amedê yên ku ji 2004'an ve heta niha hatine hilbijartin yek jî ne li derve ye; Hin girtî, hin sirgûn... Yekî jî nekarî di vê hilbijartinê de kar bike. Di rewşeke wisa de HDP-Yeşîl Sol Partî ket hilbijartinê. 
Aliyê desthilatdariyê her tişt bo xwe bikar anîn. Berî hilbijartinê hinek wezîrên dewletê ji bo hilbijartin adil derbas bibe îstîfa dikin. Di dîroka Tirkiyeyê de yekemîn car wezîran îstîfa nekir û wisa hilbijartin bi bêedaletî li dar ket. Em van tiştan hemûyan dizanin. Em zehmetiyên li pêşiya HDP-YSP'ê dizanin. Em dikarin bibêjin ligel ew qas zehmetiyan li ser lingan mayîna tevgerek girîn e û li ser lingan mayîn jî serketin e. Ev jî rast e. Lê kurdan ev nîşan daye: Tu rast tev bigerî, çi dibe bila bibe ez te li ser lingan digirim. Loma jî em dibêjin xetayên hatine kirin nehatana kirin dê rewş hinek din li gor îstatîstîkan û li gor dil ba.
Nivîs gelek dirêj bû. Belkî carek din em notên din jî parve bikin.

Hin Nivîsen Nivîskar

Rêberekî kurd çû Çînê û hevdîtin pêk anîn

  • 18 Berfanbar 2020

Belê mesele ev e, roja 17.12.2020'an rêberekî kurd ku çavkaniyê nehişt ez nav eşkere bikim çûye Çînê. Li gor çavkaniyê rêveberên...

Ji bo me çend zarok lazim in?

  • 20 Kewçêr 2022

Ma ne tiştek muhîm e em rojeva xwe bi xwe çêbikin?Çima?Em hinek li ser biaxivin.Mesele ji vir derket: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna partiya xwe de ji bo...

Têkçûna arşîvekî

  • 16 Sermawez 2017

Di destpêka sedsala 20'an de agir bi taxê dikeve, di nava taxê de mala Mihemed Emîn Zekî Beg jî dişewite û xebata wî ya li ser "Dîroka Kurdistanê" ku bi salan...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Du kurdên derbasî Kobanî dibûn pê li mayinê kirin û wefat kirin

ad

Lîstikvan û Teknîk Dîrektorên herî serketî diyar bûn

ad

Çêkirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobanî temam bû

ad

Îngilîzan bi penaltiyan bilet bi dest xist

ad

Reqîbên Amed, Diyarbekir, Van û Cizre Sporê diyar bûn

ad

'Ne ji çapemeniya kurdî ba dê heqîqet di tariyê de bimana’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname