logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Porê kitêbê diweşe destê min

  • Dîrok: 30/09/2026

gunehkarî me ez
mîna tîpên li ser enîya qaxizê 

“Jiyîn gunehkariyeke ontolojîk e,” dibêje, çîroka nenivîsî ya giyaneweran.
Nayê bîra min. Min kengî xwend ev çîroka nenivîsî? Nizanim. Nexwe çima ew qas tişt di bîra min de ne û her gotin qala çîrokên hanê dikin?
Baş tê bîra min, wekî wan çîrokên ku dêya min her roj ji Xwedê re digot, min jî çîroka xwe ya ewil ji dêya xwe re dixwend – rojê pênc caran. Çîrokên dêya min bi Xwedê dest pê dikirin, çîroka min jî bi dêya min. Çi cara çîro-kek dêya min diqediya, dêya min rûpelê secadeyê wer-digerand û min dest bi xwendina çîroka xwe ya ewil dikir ji dêya xwe re: Tu û Şehrezad çîrokbêjên ewil in, Xwedê û secade jî bêdengên ewil.  
Roja ez ji şûşeya bavê xwe rijiyam, xalîçeya dêya min sor bû bi xwî û xisletê min. Dêya min qet nehat nivîsîn û min qet dev ji xwendina wê berneda. Loma çi cara çîrokek nenivîsî dixwînim, xwendin sor dibe wekî ranên dêya min. 

Gunehkarî me ez, mîna tîpên li ser enîya qaxizê 

Sofiyan masûmiyet kirine kiras ji diayên xwe re
Min jî gunehkarî kiriye deq li eniya tazîbûna xwe

Ne masûmiyeteke min heye ez wê bihefidînim, ne gu-nehekî min ê veşarî heye ez jê fedî bikim. Bi mîlyaran derpî hene li dinyayê, lê ez di derpiyekî de jî nîn im.
Hişê min ji sefera Atlantîka edebiyatê vedigere. Westi-yayî me wekî bişkokên derbxwarî yên li ser maseya min.
Destê min ji ser berga kitêbê radibe, Lugones ji bin zilma destê min xelas dibe – întixara wî hîn jî nefesê dide û distîne li ser bergê. 
Roja Leopoldo Lugones întixar kir, çavên Borges tenê di xew de didîtin û hîn kitêbên min ji tirsa neviya min xwe ji refikan neavêtibûn xwarê.
Borges çû, lê ez hîn jî nebûme şair. Kevirekî rêwî me, bi lotik dibezim li ser avê – mîna zarokekî Xwedê ew ji pêxîla xwe avêtibe. 
Ew zarokê hîn kitêba di serê xwe de nenivîsiye dibêje, Roja nivîs biweste tu yê rawest î.
Ne nivîs diweste, ne ez radiwestim. Xwedê ez ji pêxîla xwe avêtime û pêxîla nivîsê tijî bûye bi min.
Nivîs dibêje, Ocean Vuong û Seyitxan Komurcu ji bo şiîra dinyayê xelat in û ji bo xwe jî ceza. 
Her du jî penaberên ziman û şêwazê ne, her du jî zi-man û şêwaza xwe ne. Yek li parzemîna dinyayê Wîet-nameke leglegal, yek li dinyaya zemên Kurdistaneke îlegal.
Netewe û welatê wan pev diguherim; Ocean Vuong dibe gaybûneke qedexe, Seyitxan Komurcu dibe Leo-nard Cohenekî hergele.

Serê sibê xew ji deriyê hişê min derket çû, şiyarî hat lihêf ji ser min avêt. Min dî şiîra Mê ya kurdî ketiye me-nopozê û ya Nêr ketiye antropozê di nava nivînê min de. Min lihêf pê werkir, da bêhna fanteziyên mirî neçe roja di nava gulên perdê de niviyayî.
Rabûm çûm pêjgehê, min makîna qehwê şixuland, ze-man û zemînê zinê kirin di zimanê keliyayî de.
Aha wê hingê tingînî ji zinarê serê min hat:
Tu nabê pîçên zemên û zemînê wê rabin ji nû ve şiîrê bikin kiras ji zimên re.
Kitêbên porê wan neweşiyayî û gotinên gurînebûyî dibêjin, Hemû pîç ewladên Kovan in. 
Dibêjim, Bêbavekî nebav im ez. Loma ewladên min gişk pîç in li vê dinyaya spî ya bûye mêtîngeha tîpan-

gotin nebin ewrê baranê
porê kitêbê wê biweşe destê min
û gotin ê gurrî bibin-

     
Porrê min weşiyaye û porê hişê min şîn hatiye. Ji bo kitêbên min jî wekî serê min ne gurî bin, ez gotinan di-kim por ji kitêbên xwe re. 
Û rojekê wexta çûna min ê bê. Ez ê herim, gotinên min ê bi hişê rexnegirên ne ji neteweya min ve şîn bên û zi-manê min ê êdî ne gurî be li ser palgeha kûafora din-yayê.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • 13 Gulan 2026

Devê ji xwendinê vir de dibê mezin e lingê ûjdên, hilnayê di bedena biçûk a însên de      Xwendina ji nivîsê wê de dibê  bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de Di kitêbxaneya devê...

Jîngeha kitêbên zindî, goristana kitêbên mirî

  • 30 Berfanbar 2023

În – Destên wî li ser masê çawa dişibîyan dêrên biçûçikgava li gotinên rast digerîyan. Çavên min ê pîr...

Şevnivîsk

  • 07 Gulan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Wexta ciwan bûm, gotinên min pîr bûn. Piştî ez pîr bûm, gotinên min ciwan bûn. Şemî – Min xwe li hundirê kitêbxaneyê, li pişt masê hiştiye û çûme seyr û sefera wê...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Di 9 rojan de herî hindik 19 kes hatin qatilkirin 990 kes hatin binçavkirin

ad

Evdile Koçer beşdarî TUYAP'ê dibe

ad

Berendamên Siyadê diyar bûn

ad

21 rêxistinên rojnamegeriyê SETA şermezar kirin

ad

Zend: Xanî û felsefeya îslamê û kelam

ad

Festîval li benda fîlman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname