Ji bo guhdarîkirinê:
Ezê kitêbekê binivîsim. Lê çima? Nizanim. Hema gere biqedînim berî şewqa rojê bide serê minara li sûkê. Berî dengê dîk û azana melê sibehê yanî.
Wê kitêba min sade be, hem jî herikbar. Ji wê basîttir wê tune be. Mîsal eger di vê kitêbê de deriyek bê girtin, wê tenê bê girtin. Eger karakterekî min birçî bibe wê xwarinê bixwe. Ne tiştekî din. Eger hez bike wê tenê bibêje; "ji te hez dikim" û hew. Ji karakterên kitêbê serê yekî biêşe wê parolekê bixwe û nebêje; "vê serêşê îman li min çikand, qapaxa mejiyê min firiya" û filan. Yek ji wan helbestekê binivîse wê nebêje: "mijangên te tîr li bedana min dan, te bi awirekî xencer li sînga min da, gidî eman" û mîsal behsa xwarinekê bike wê nebêje: "mîna xwarina padîşahan e, wer bi xeml, wer bi ekl."
Ezê kitêbekê binivîsim, wê behsa biharên zemanê berê neke. Wê bi axînî behsa demên zaroktiyê jî neke. Di vê kitêbê de çi "çi" be, ew e. Wê karakter sibehan şiyar bibin. Belbî hin jê nebin, nizanim, te dît mirin e, ne bellî ye kengî were. Yek ji wa karakterên sade wê di xew de bimîne, te dît ne bellî ye, dinya ye. Wê diranê yekî ji wan bikeve hem jî jixweber. Kurmî bûye. Leq bûye û ketiye. Berî bikeve hinekî êşiyaye, hew. Yên di xew de nemane wê rabin, ser rû û çavê xwe bişon. Wê çend ji wan di tawê de hêkna bişkînin, hin jê zeytûnan ji metere derînin, yek here firnê, yên din li bendî bin. Wê ji firnê du nanên teze werîne û li rex hevalan rûne.
Ezê kitêbekê binivîsim, wê behsa hestên ji qama xwe bilindtir neke. Karakterên vê kitêbê wê zanibin ew jî însan in. Mîsal yekî ji wan, yê di xew de ma ye, dereng digihê kar lê li wir tu kes jê re tu gotinan nake. Rast diçe bi karê xwe re mijûl dibe. Saeta nîvro birçî dibe. Radibe ber bi aşxaneyê ve diçe. Nig li ber naçerixe û serê wî li betonê nakeve, lewma ambulans nayê wî raneke nexweşxanê, mîsal. Êvarî naçe ji yên li malê re behsa vê bûyerê nake. Li hember televîzyonê rûdine û li rêzefîlmê xwe dinêre. Çawa saeta xewê tê radikeve. Heta sibê tu kes li derî nade. Ba û firtone ranabe. Herba cîhanê destpênake mîsal û roketek nayê li mala wî nakeve.
Ezê kitêbekê binivîsim, wê behsa rojeva siyasî neke. Wê yek karakterekî wê bi tenê jî ideolojeyekê neparêze. Yekê nebêje; "Xwedê mezin e." Yê din nebêje; "nimêj ferz e." Û yek ji wan wê nebêje "jin pîroz in, dayik bi qedr in, bav bi hêz in, xort qeşeng û keç bedew in." Ya din wê qet nebêje; "em man di hikmeta Xwedê de" filan. Na, wê nebe. Wê kes ji wan nizanibe civaka demokratîk çi ye, mîsal. Kes ê nebêje; "vê kapîtalîzmê kuta heyata me."
Wê Îsraîl ne sebebê her tiştî be. Elon Musk ne ca xwe ga be. Trump ne bêexlaq. Mitehît ne diz bin. Wê bi vana re ne eleqedar bin karakterên me. Ne jîr bin, ne jêhatî. Ne zîrek bin û ne bîrbir. Ne romantîk. Ne hestiyar û wê negirîn li dawiyê her xemgîniyê. Wê kûr nefikirin mîsal. Hesabê sibê nekin. Ne aqilmend bin. Nexwende bin. Negerin. Nebînin. Ne jî xudreste bin.
Ezê kitêbekê binivîsim, wê behsa kevneşopiyan neke. Wê kurd ne qedîm û tirk ne faşîst bin, mîsal. Wê haya karakteran ji ebik û ecdadan tune be. Destan neqewimî bin. Çîrok mirî bin. Lehengên qedirbilind tune bin. Gilgamêş ne rêwî be. Tew belkî tune be mêro, nizanim. Wê tu kes li hin wateyên giranbuha negerin. Sîsîfos ber bi jor hilnekişe. Ehmedê Xanî peyamên manelî nede. Cegerxwîn bi şêx û melan re li hev be. Demirtaş wî "başqan yaptirmîş" kiribe. Sumeran nivîs saz nekiribin. Sokrates kole be û jehr nexwaribe. Descartes nefikirîbe û lewma tune be. Cesar bi sî û sutarên Roma neketibe. Marx şivan be û Engels gavan. Rousseau karwênî be. Andy Warhol mitirb be û ji sibê heta êvarê li ribabê bide. Belkî nede jî, nizanim. Derrîda eczacî be û karakterê me parola xwe ji cem wî anîbe,mîsal.
Heta destê vê sibehê ezê kitêbekê binivîsim. Berî şewqa rojê bide serê minara li sûkê. Dibe wele. Wê çima nebe?


