Wekî mijara dîrokê ye; kokên me diçin ta filan serdemê, kalên me ji filan derê hatine, filan mîrîtiyê bêvan dewleta yekem a kurd ava kiriye, Rustemê Zal jî kurd e, Salahaddînê Eyûbî jî kurd bûye û hwd.
Yan jî wekî babetên ferhengî; filan peyv bi kurdî ye, filan zimanî ‘tirkî-erebî-farsî’ ew peyv ji zimanê me girtine û…?
Ku ev tespîtên han ên dîrokî yên netewperwer ji bindestiya me misqalekê kêm nekin jî, lê heman angaşt di mijara wêjeyê de jî berdewam e!
Di nîqaşên ku hin hewl didin neteweya min bibin qedîmiyekê ve girê bidin ji rahêla angaştên dîrokî wêjeyê jî ji xwe re dikin palpişteke dîrokî ya ispatê.
Ma pêdivî pê heye? Bi ya min qet pêdivî pê nîn e.
Lê, yên ku hê di guhê gayî de dijîn dixwazin bibin Krîstof Colombên kurdan an Kurdistanê. Nizanim, qey wan hay jê nîn e; yên ku ji mêj ve ye di guhê gayî de derketine ‘hûr diajon kûr diajon, cotê xwe xweş dikin û gayî jî nêşînin’.
Di cihekî bi qasî pîna mirîşkan de, ku demeke (bi navê qaçax tûtin û çay) min dergeheke nanî li ser xwe vekiriye-kirê kiriye, ku bi firotina çend qiram tûtin nanekê bi dest bixim de, mala wan ava, çend dost û hevalên ziman û wêjehezên kurmanciyê tên rûdinin heya êvarê ji tûtinê birîncî yê Cêlik, Bilam û Kawan cixareyê li ser cixareyê vêdixin, dikuskusînîn dûmên bi ser xwe û min dixin, ji çaya qaçax a demlî yekê li pey yekê vedixwin û heye tune, çîrok çîroka wêjeya me ya klasîk e.
Camêran ku bi êvarê re radibin qûna xwe dadiweşînin diçin malên xwe, hêngê li xwe werdiqîlîm û dibînim ‘bi gotina Semsûriyan, ku tonek şor hatiye kirin lê deh qiram tûtin jî nehatiye firotin!
Wisa ye! Halê tûtinfiroşiya min jî ev e, pirsa camêran jî ev e;
Di bin siya wêjeya klasîk de rewşa wêjeya ‘me’ ya nûjen?
Pêşiyan gotiye ‘her giya li ser koka xwe şên tê’ lê divê bê zanîn ‘di bin siya stûr a hêjîrê de giya jî şîn nayê’
Erê! Uryan, Herîrî, Bateyî, Teyran, Cizîrî, Xanî, Mestûre, Koyî heta Tirêj, Sebrî û Cegerxwîniyên ku bûne pêşewe, bûne klasîk, bûne kok û binyad, deq û mohra ku wan li wêjeya me ya kilasîk xistiye nayê înkarkirin, ku îro wêjeya me ya nûjen li ser rehl û binyada bi zexm a ku wan gewreyan daniye şîn û şax daye-dide.
‘her gul di wexta xwe de bêhn dide, reng xweş e’
Ji ber hestên netewbûna dereng an a teze, kurd qirnekê li pey neteweyên din tên. Ji loma jî tişta kevn û dîrokî ya aîdî neteweyê bala me dikêşe. Qey ji vê ye, wêjevan an wêjeya klasîk di vê çarçoveya dîrokî de tê nirxandin.
Erê dîroka wêjeyê heye lê wêje ne metneke dîrokê ye.
Nexwe, ku wêjeya kilasîk ne metneke dîrokî be, û bi gotina wêjezanan, ku bi ristên helbesta ‘bilûra min’ a Celadet Bedirxanî dawî li serdema wêjeya klasîk hatibe û serdema wêjeya nûjen dest pê kiribe...
Nexwe çi!?
Gotine ‘çavên ku bes li derekê dinêrin kor in’
Ku jê bipirsî, bibêjî ka navê çend roman û romanûs, çîrok û çîroknûs, helbest û helbestkarên nûjen ên wêjeya kurdî bêje min, dê nikaribin ji navên ku êdî bûne ‘miriyên gulsor’ pêvetir navekî bînin serê zimên.
Lê belê, hêjayên min ên ku dikarin wêjeya me ya kilasîk di çarçoveya angaşteke dîrokî de bixwînin û binirxînin, mixabin ku hey jê nîn in, ka Arjen û Şêrko kî bûn, çi nivîsî bûn? yan jî yên ku hêj nebûne ‘gulsor’ ka kî ne, çi diafirînin, çi dikin û çi dinivîsînin!?
Nabe ku wêjeya me ya nûjen di bin siya wêjeya klasîk de bê hiştin-neyê dîtin!
Wêjeya kurdî ya nûjen ku temsîla wêjeya kurdî ya vê serdemê dike, divê bê zanîn ku ew di heman demê de hewl û tekoşîneke hunerî ya zimanî ye jî.
Ji loma jî, divê ew ji alî xwîner ve di bin sî û bandora wêjeya klasîk de neyê hiştin- bê deranîn.
Ji ber ku nûserên wêjeya nûjen alaya ku ji gewreyên bûne kilasîk wergirtine, hewl didin ku wê alaya rengîn ji yên berî xwe berzetir hildin lûtkeyan.
Ji lew, de ka ji hespê wêjeya kilasîk peya bin û bes di ber ispata meşrûyetekê de bibezînin!
De kerem kin heyra! em hinekî jî li ser wêjeya kurdî ya nûjen bipeyvin;
Ka kê çi nivîsî ye, ka kî çi çawa dinivîse!?


