logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Kurmanciya ku di navbera siyaset û zanîngehê de diheciqe û çend tiştên din

  • Dîrok: 28/01/2015
Berî nivîsê çend nîşe:
1.Di bernama “Deriyê Din” de min gotibû, heya du hezar û yekî, min siyaset nedikir lê min ji siyasetê hez dikir. Piştî du hezar û yekî min siyaset hişt li cî û min ji edebiyatê hez kir. Hê jî wisa ye; naxwazim edebiyatê bikim, dixwazim jê hez bikim!
2.Piştî du hezar û yekî ji siyasetê bêtir têgeha  ‘desthilatiyê’ ez mijûl kirim û heya ji destê min tê li hemberî desthilatiyê bi îtiraz tevdigerim, hewesa xwe bi demokrasiyê tînim.
3.Di “Xirecira Artuklu”yê de, bi ya min, siyaseta kurd bi lez, bi bertekiyek hişk û teng tevgeriya; xwezî, wî wextî, ji “recimkirinê” bêtir hêvî ji kesên ku diçûn “Artuklu”yê bihatana kirin; heke bihata xwestin ku ji bo zanîngeheke azad têkoşîn were dayîn wê baştir ba. 

Ev nivîs bi îdîa ye ku çawa siyaseta kurd, bi dezgehên xwe yên ragihandinê, peyamên xwe yên siyasî esas girtin û xisarê da zimên, îro roj “Enstîtuya Zimanên Ku Dijîn” jî bi hin kirinên xwe, bi rê û rêçikên ‘desthilati’yê  xisarê dide zimên.
Dîsa bi bîr dixim ku di xebat û pêşketinên edebî, kulturî de çawa sekna siyasî, rewşa siyasî wekî krîtereke derûnî, rastiyek bû, îro roj hêdî hêdî “zanîngeh” jî, bi heman halî, vehesîneke wisa diafirîne, yan jî gelek jê bi heman hewesê tevdigerin. Li bal gelek xwendevanan, krîter “zanîngeh” e ; heke tiştekî ji wir de xwe bide der ‘pîroz’ e, çawa, ji siyasetê de xwe bide der/bida der pîroz bû!
Helbet çi xwendevan çi jî dersdar bin em nikarin her kesî bi heman rengî bi nav bikin. Lê ji derve ve du tişt balê dikişînin, bi gotineke din, xwiyê siyasetê bi awayeke din li wir jî berdewam in, vêca bi gelemperî bi navê mixalefeta hundur ev tê kirin!
1.Ji karê ku tê kirin bêtir peyamên ‘hebûnê’ esas têne girtin. Mîsal, siyaset çawa di bikaranîna ziman de bi “zimanê xwe” re mijûl bû, em di hin kirin û karên enstîtuyê de jî heman tiştî dibînin, referansek jê ferheng e ku ji alî Saziya Zimanê Tirkî ve hatiye amade kirin û tê de hatiye destnîşan kirin yên ku lêhûrbûne, di ber dest re derbas kirine, Prof. Dr. Kadri Yildirim û Prof. Dr. Hamza Zulfikar in.
Xemên îdeolojîk yên siyaseteke teng li ser zimên dibin hukum, esasê îtiraza me jî ev e, li ku bê kirin, kî bike, xeletî ye. Wextê ku min digot, her kes bi hewes e da ferhenga xwe biafirîne* min behsa vî tiştî dikir. Ziman DIKIN qurbana termînolojiyan. Ya din jî dibe qurbana afirandinan, qurbana meylan!
Em li ferhengê vegerin, mînak:
“agahdan is. Bilgisayar.”
Gelek xwendevan belkî di nivîsên me de xeletiyên pêkenokî yên rastnivîsê jî bibînin. Ew xeletî dikarin werin sererastkirin lê hin xeletî hene ku di zimên de dibin birîn. Aliyê avakirin û felsefîk de mirov divê hesas be. Têgeha ‘kompîtor’ di kurmancî de bi cî bûye. Ziman ew hebandiye. Vêca hûn, ‘agahdan’ bêjin helbet hinekî rexne li we bigirin ku hûn “ji xwe“ pir razî ne!
“biraxwîn is. Kan kardeşi.” 
Mînakên wisa pir in û bes in da em behsa ‘hewesa otorîtebûnê, desthilatiyê’ bikin. Gelo, “destbirak” ne bes e? Li vir, îhtimal e ku were gotin li filan deverî tê bikaranîn, ev wê hincet be.
Ji kerema xwe van têgehan, di hişê xwe de, di hevokan de, bikar bînin:
“çawahînî”, “cîguherî” “çelexwahr”, “dilbitepetep”
Niyeta min ne ew niyet e ked û karên ku têne kirin piçûk bibînim, berevajî, her ked hurmetê heq dike. 
Ji derî ziman, di nirxandin û nêziktêdayînên edebî de jî em dikarin, heman “jixwerazîbûnê“ bibînin. Belkî me divê em rewşenbîr, nivîskar li ku bin, çi karî bikin ne muhîm e, lê ji alî teknîkî û nêziktêdayînan ve qey em bi problem in!
Ji alî sekna li jiyanê de toreyeke rewşenbîriya kurdî bi gelemperî hebûye; her wext xwe spartiye, bi xwe nebûye spartek! Bi mihnet tevgeriya ye. Di nav siyasetê de çerçawa li hemberî siyasetê bi mihnetî mijar bû, mijar e, em dibînin li zanîngehê jî heman halê bimihnet heye!
Li qisûrê nenihêrin, ku ne wisa bûya, heya niha qet nebe bi carekê be jî li hemberî navê, “Enstîtuya Zimanên Ku Dijîn” îtirazên bi çalak hebûna! Belê, ez jî difikirim ku li zanîngehê tiştên xweş jî têne kirin lê bi bîr dixim ku li her deverî zanîngeh ciyên îtiraz û hilberînê ne. Ciyên geşbûna fikran in. 

Nîşe:
Têgeha dij-kolonyalizmê bûye wekî modayekê; rastiyek e kurdan derdibe, ev rast e lê heke wekî moda were bikaranîn, dibe ku xisareke mezin jê derê; rastiyên cografîk carna jê yên siyasî muhîmtir in; heke dewletbûna kurdan bibe sebeb ku bi mîlyonan însan bibin qurban, heke bibe sebeb ku ev cografya sed sal bi êşên hilweşînê re mijûl bin, divê mirov hinekî bifikirin. (Gere serdest jî ji vê metirsî û halê heyî palpiştî negirin, rehet tevnegerin)
Ez jî difikirim ku dewletbûn mafekî rewa yê kurdan e. Xwezî  kurd û tirk, kurd û faris di nava amadehiyên wisa de bin ku gelan ji bo referandûmê amade bikin. Rojek were, li gorî tercîhên gelan, bêyî xwîn, mesele werin çareserkirin, çi bi awayê pev re jiyînê, çi jî bi awayê cuda be.
Seknên modayî tu car nebûne çare. Li hemberî  diruşma “biratiya gelan” bi mexsedên siyasî, îtiraz hene. Di dewsa ku xwestekên siyasî  werin bi gewde kirin, wekî bertekî, biratiya gelan tê red kirin. Mafê me ye, ku em bêjin, “bijî wekheviya gelan”, an jî bijî, mafên însanî. Maf e ku em îtirazên xwe li hemberî siyaseta heyî der bibin lê, carna ji derî niyeta me, vehesîn pêktên ev jî ne baş e. Îronîk e, bi daxwaza demokrasiyê re, pirî caran, jiyaneke demokratîk tê red kirin ji lew halê “bi hêrs” her li pêş e ne wsia be helbet kurdekî ku ew qas bindest mabe naxwaze ji însanan nefret bike. Vebêjiya tundiyê dihewîne jî  bi qasî tundiya serûberî bi hukum e.
Wekî gotina dawî, mexdûriyeta ji desthilatiyê û halê ‘yên din’, daxwaza demokrasiyê qenebe muhîm in. 
Ciyê ku demokrasî lê tunebe, ew Kurdistan be jî wê êş bide me. Ku cî hem Kurdistan be, hem jî demokrasî lê hebe, bi gelên din re jiyaneke dostane bijî xweştir e. Çepgiran wextekê ji kurdan re digotin, ka bila sosyalîzm were em ê derheqê mafê we yên kulturî de bifikirin. Wisa têdigihîjim ku hin kurd an jî derdor wisa difikirin, ka bila Kurdistan çêbe wî wextî em ê derheqê demokrasiyê de bifikirin! Helbet, nêziktêdayîna bi navê humanîzmeke ajîteyî, nebilêvkirina êşên giran yên ku kurd dijîn jî heman xeletî ye.
Bi vê nivîsê min ji siyasetê hez kir yan ji kultur û edebiyatê? Bila ev pirsa bi henek li dera ha be lê sekna bi mesafe xweş e, niyeta halek bi mesafe ya li hemberî desthilatiyan jî ne xewn e, tişta ku însan dikare bi rihetî bike ev e. 
Nifşê Nodî, wê bi bîr bîne, di wan salan de, rexneya herî bi ser nivîsan diket ev bû; em qalibê  “ez û ez”itiyê bişkînin! 
Berî vê nivîsê lê bikim min pirseke saf ji xwe kir û bersiva wê jî safîyane bû:
“Çima jiyan carna wisa ye?
- Qet, hema… Jixwe wisa ye.”
Niha dibêjim, jiyan wisa ye lewma bi mehne ye, xweştir jî dibe…
 
*Nivîsa li ser vê meseleyê:
- Kurdên ji bo ferhengekê nikaribin karekî hevpar bikin wê çawa doza welatekî bikin? 

Hin Nivîsen Nivîskar

Humanîzm, Rojhilata Naverast û Şer

  • 12 Sibat 2016

Li Rojhilata Naverast her têkoşîn li ser têkbirinê heta îmhakirinê hatiye sazkirin, lihevkirin, hevudu qebûlkirin nebûye nêziktêdayîn û çand. Tirs ev...

Hêviyên ji roman û romanûsan û bîrxistinên belawela

  • 26 Kewçêr 2019

1Heke meriv li jêderk û geşedanên romanê bifikire, pênaseya romanê bi bîr bixe ê gelek bersivên pirsên bikevin vê nivîsê werin dayîn. Roman...

Serhevdeya nîşeyan

  • 20 Kewçêr 2008

                            Pirî caran pirsgirêkên ziman û...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vê carê dora Fûtbola Jinan e

ad

TGC xelatê dide Vedat Kurşun

ad

Klîba Hefteyê: Mahabad: Pel û Payîz

ad

Malperek bi navê Netewe vebû

ad

Weşanxaneyên Kurdî: Em dixwazin rojên pirtûkan li navçeyên din jî bên lidarxistin

ad

Vexwendina Kargeha Wergerê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname